Baroya Me Beşdarê Çalakiya Bîranîna 10. Salvegera Komkujiya Roboskiyê Bû.
Serokê Baroya me Prz. Nahît Eren û endamên me yên Lijneya Rêveberiyê di 10. salvegera Komkujiya Roboskiyê de beşdarê çalakiya bîranînê ya li Goristana Roboskiyê bûn. Serokê Baroya me di axaftina xwe de got; Digel ku 10…
Serokê Baroya me Prz. Nahît Eren û endamên me yên Lijneya Rêveberiyê di 10. salvegera Komkujiya Roboskiyê de beşdarê çalakiya bîranînê ya li Goristana Roboskiyê bûn. Serokê Baroya me di axaftina xwe de got; Digel ku 10 sal ji ser derbas buye di vê komkujiya hovane ya ku kiryar di qeydên dewletê de peytandî ne me carek din dît ku di dozên ku Kurd bûne qurbanî de polîtîkaya bêcezakirinê ketiye meriyetê. Ya xemnak ew e ku Dadgeha Makezagonê ku wesleya herî girîng a pergala darazê ye pergala edaletê ji ser diyardeyek şêweyî sînordar kiriye. Ez dixwazim dîsa diyar bikim ku ji bo avakirina pergaleke li ser bingeha mafên mirovan a li vî welatî, heta ku edalet neyê vê goristanê, neyê Roboskiyê, heta ji malbatên Roboskiyê helalbûnî neyê xwestin dê ne pêkan be. Weke Baroya Amedê em bi biryar in ku ji bo kiryarên vê komkujiyê bên darizandin têbikoşin. Ez careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim û ji gelê me re sersaxiyê dixwazim.


