Baroya Me Beşdarê Nobedariya Edaletê Ku Bi Mêvandariya Baroya Kocaeliyê Hatiye Lidarxistin Bû...
Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDIN beşdarê nobedariya edaletê ku bi mêvandariya Baroya Kocaeliyê hatiye kirin bû. Di çalakiyê de bal li sepanên OHAL’ê ku mayinde bûne hat kişandin û tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên…
Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDIN beşdarê nobedariya edaletê ku bi mêvandariya Baroya Kocaeliyê hatiye kirin bû. Di çalakiyê de bal li sepanên OHAL’ê ku mayinde bûne hat kişandin û tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê careke din hat şermezarkirin. Serokê Baroya me bi mebesta salvegera derbeya 12’yê Îlonê îşkence û kirariyên xerab ên li girtîgehên Amed û Mamakê bi bîr anî û da zanîn ku îşkence û kirariyên xerab ên li girtîgehan bê ku werin sekinandin berdewam dibin.


