Bernameya Hefteya Bibîranîna Tahir ELÇİyî
Di salvegera çaremîn a kuştina Serokê Baroya me Parêzer Tahir ELÇİyê li ber Minareya Çarlingî hat kuştin bi mebesta bibîranîna wî bi hevkariya baroya me û Weqfa Tahir ELÇİ rêzebernameyeke heftane tê danîn. Dê 28ê…
Di salvegera çaremîn a kuştina Serokê Baroya me Parêzer Tahir ELÇİyê li ber Minareya Çarlingî hat kuştin bi mebesta bibîranîna wî bi hevkariya baroya me û Weqfa Tahir ELÇİ rêzebernameyeke heftane tê danîn. Dê 28ê Mijdarê roja pêncşemê saet di 10:15an de bi meşa ku dê ji ber Dadgeha Amedê dest pê bibe û li ber Minareya Çarlingî biqede dest pê bibe. Bi dûv re di saeta ku serokê me hat kuştin (saet 10:53) de daxuyanî dê bê xwendin li ber çapemeniyê û di saet 13:00î de dê gora serokê me were ziyaret kirin.
29ê Mijdarê bernameya roja înê saet di 13:30î de ye. Bi Nobeta Edaletê ya her mehê li bajarekî cihê tê pêkanîn dê dest bi bernameyê bibe. Mijara Rawestgeha Amedê ya Nobeta Edaletê ku serokên baroyên gelek bajaran, Birêvebirên Baroyê û hevpîşeyên me beşdar bibin Tahir ELÇİ û Kuştiyên Kujer Nediyar e.Bernameya rojê dê pêşangeha wêneyan li Xana Hesen Paşa di saet 15:00î de dest pê bibe û bi fîlmê “GÖRÜLMÜŞTÜR” ê li Sînemayên Bajar ên Diyar Galeriayê bê şanîdan bi dawî bibe.
Roja dawî ya çalakiyan 30ê Mijdarê şemiyê li Salona Konferansê ya Baroya Amedê saet di 10:00î de panela bi mijara ‘’Tevger Maf a Kurdan û Parêzer Tahir ELÇİ dest pê bibe û saet di 17:00î de bi navê fîlmê ‘’ZER’’ ê li Diyar Galeriayê bê şanîdan bi dawî bibe. Hevpîşê û gel tev vexwendiyê çalakiyên hefteya bîranînê ne.


