Bikaranîna Çekan a Bi Awayek Kêfî, Derqanûnî û Bêhevsengî ku Mafê Jiyanê Binpê Dike Nayê Qebûlkirin.
Em ji nûçeyên ku ketin raya giştî û ji kesên malbatê yên gazincker hîn bûn ku hemwelatiyê bi navê Mîkaîl EKÎNCÎ yê ku biryara girtinê lê hebû li Navçeya Çermikê ya Bajarê Amedê di encama fealiyeta operasyonî ku ji hêla…
Em ji nûçeyên ku ketin raya giştî û ji kesên malbatê yên gazincker hîn bûn ku hemwelatiyê bi navê Mîkaîl EKÎNCÎ yê ku biryara girtinê lê hebû li Navçeya Çermikê ya Bajarê Amedê di encama fealiyeta operasyonî ku ji hêla peywirdarên polîs ve pêk hat di guleberdana li ser riayetnekirina îhtara rawestinê de jiyana xwe ji dest dahiye.
Em ji Mikaîl EKÎNCÎyê ku jiyana xwe ji dest da re rehma Xwedê ji xizmên wî re jî sersaxiyê dixwazin.
Bingeha mafê jiyanê, di jiyanê de mahina ferd e. Ev mafê ku bingeh û şertê pêşî yê hemû mafên mirovan pêk tîne, bi tu awayî nayê fikirîn ku were sînordarkirin.
Tê dîtin ku li Tirkiyeyê dozên ku ji hêla hêzên polîs ve bi bihartina rayeyê, hêza hevgirî an jî bi çalakiyên qestî her roja ku diçe mafê jiyanê bi awayeke zêdebûnî tê binpêkirin. Di encama têgînên razber ên wek "*pêşbînî*", "*gumana maqûl*", û "*teqdîr*" de ku bi qanûnê ji înîsiyatîfa peywirdarê/ polîs re hatiye hiştin tê raçavkirin ku mafê jiyanê ya mirovan hatiye binpêkirin.
Di rewşên ku peywirdarên polîs yên li Tirkiyeyê bi binpêkirina mafên mirovan tên sûcdarkirin de; bi usûlên darizîna bi îmtiyaz ku di hêla kesên ku di rewşa kiryar de ye tê derpêşkirin û ewlayiyên ku hatine dabînkirin kiryar/kiryarên wê bêceza tên hiştin û dibe sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan.
Di encama derbaskirina hêzên polîsan a rayeya xwe ya bikaranîna çekan de ku li hember kêfîtî û bikaranîna hêzê ya bi awayekî dijberî zagonê binpêkirina mafê jiyanê hatiye raçavkirin, bi daxwaza lêpirsîneke bi awayek lezgînî û bi bandor em ji raya giştî re radigihînin ku em dê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.


