Bila Nesrin SUTUDE Derhal Were Berdan!
Ji Çapemenîyê û Gelî ra; Hevpîşeya me mirova mafparêz a Îranî Prz.Nesrîn SUTUDE ji ber parastina mafê jinan, rabûna li dijî cezayê kuştinê, kirina parêzerîya hunermendên mixelef, mirovên mafparêz û polîtîkavanan,…
Ji Çapemenîyê û Gelî ra;
Hevpîşeya me mirova mafparêz a Îranî Prz.Nesrîn SUTUDE ji ber parastina mafê jinan, rabûna li dijî cezayê kuştinê, kirina parêzerîya hunermendên mixelef, mirovên mafparêz û polîtîkavanan, şermezar kirina vekirina serê xwe, rabûna li dijî êşkence û miemeleya xerab di 13ê Xezîrana sala 2018an da hat girtin.
Di îdianameya di der heqê Prz. Nesrin SUTUDEyê da tê îdia kirin ku bi vekirina serê xwe bi aşkerahî guneh kiriye, serûberîya dewletê xera kiriye, gel aciz kiriye, û bi armanca xera kirina ewlehîya neteweyî, kirina propagandayê li dijî pergalê û bi armanca kirina sûcan li dijî ewlehîya neteweyî mirov hanine gel û şirîkatî kiriye. Prz. Nesrîn SUTUDE di Dadgeha Şoreşa ya Hejmar 28 a Tehranê da hatiye darizandin, di encama darizandinê da 38 sal cezayê hepsê û cezayê 148 lêxistina qamçîyan lê hatiye birîn.
Nehiştine ku parêzerê ku Prz. Nesrîn SUTUDEyê dixwaze parastina wê bike û xwe bigihîne parêzerî/ê. Di çarçoveya mafê darizîna bi heqî da mafê parastina bandorker hatiye asteng kirin, di dema nebûna wê da darizandin hatiye kirin, ji sûcê ‘’heqaret li lîderê dînî’’ ku îdianameyê da jî nîn e hatiye ceza kirin. Ji xeynî van nehuqûqîyan qîza hevpîşeya me jî hatiye binçav kirin û duçarê tacîza darêzgêrîyê maye.
Bi mebesta protesto kirina çend boneyên wek asteng kirina xwe gihandina parêzerê/a bi serê xwe û nehiştina danîna têkilîyê bi parêzerê/a xwe ra, dana biryarê li gor raporên bê delîl ên mekanîzmayên îstîxbaratê û ewlehîyê amade kirine, dana biryara girtinê di der heqê parêzerên parastina mafparêzan dikin, asteng kirina mafê dana serî li temyîzê, darizandina cezayî û di pergala ceza înfazê da nesepandina kirinên vebijêrkî, nehiştina bikaranîna rêyên serîlêdanê yên yasayî yên girtîyên siyasî di meha Tebaxê ya sala 2020î da dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Di dema dewam kirina li greva birçî bûnê ji ber ne xweş bûna rewşa Prz. Nesrin SUTUDEyê, SUTUDE neqlî nexweşxaneyê hatiye kirin. Rîtma dilê hevpîşeya me xera bûye, tansiyona wê ketiye, bêhna wê xweş neçûye û nehatiye. Tevî pirsgirêk tenduristîyê yên giran di 23ê Îlonê cardi şandine girtîgehê. Mafê xwe gihandina tenduristîyê ya hevpîşeya me tê asteng kirin û bi tena serê xwe bêyî komeka tenduristîyê di karantînayê hatiye hiştin, xwe gihandina belgeyên tibî yên di der heqê wê da û bi taybetî jî tedawîya ji bo dilê wê tê asteng kirin.
Em bang li rayedarên Komara Îslamê ya Îranê dikin; bila Prz. Nesrîn SUTUDE ya ji ber kirinên xwe yên pîşeyî û çalakîyên di warê mafê mirovan da tê girtin û ceza kirin, derhal were berdan, tedawîya wê were kirin û dawî li taciz kirina malbata ya darêzgêrîyê were anîn.
Serokatîya Baroya Diyarbekirê


