Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 196emîn a Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat…
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 196emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDIN di çalakiyê de wiha axivî: Mensûbên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên…
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 196emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDIN di çalakiyê de wiha axivî:
Mensûbên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz;
Hefteya 196emîn e ku xwestina me ya edaletê berdewam e li ber dadgeha Amedê. Tevî geşepêdanan tevan hêj tu geşepêdan nîn e di dosyeya lêpirsînê ya Tahir ELÇİ’yê rêzdar de. Hûn jî pê ilam in ku çendê haya gel ji saloxên tune kirina hin delîlên bi lêpirsînê re eleqedar çêbû. Mirov jê dikeve şikê ku bi taybetî li Saziya Tiba Edlî hin delîl ji holê hatine rakirin. Eger delîl hatibin tune kirin ji bo rastî derkeve meydanê û kesên ku ev kirine ji bo bên darizandin me serîlêdana sûcî kir. Hewldana me ji bo vê mijarê berdewam e. Daxwaza me ji meqama lêpirsînê ew e ku bi heman cidîtiyê ji bo derxistina holê ya rastiyê li ser raweste.
Çapemenîvanên hêja; ez ê li ser Pakêtê Nû yê Darazê jî çend tiştan bibêjim. Hûn jî dizanin ku çendê bi navê pakêtê reformê pakêtek pêşkêşê Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê hat kirin. Di pakêtî de tu sererastkirineke yasayî tune ye di mijara azadiya derbirînê de. Û niha azadiya derbirînê bûye mijara sereke ya Tirkiyeyê. Di mijara xala 7emîn a Qanûnê Têkoşîna Li Dijî Terorê; xalên 216-301-214 em dibin şahidê kirinên gelek şaş ên dûr û dijî standardên navneteweyî, dijî standardên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, carinan li dijî Dadgeha Bingehîn û dadgehên herêmî. Ji lewma ev pakêt di vê mijarê de sererastkirinek nîn be pêdiviya Tirkiyeyê nabîne. Di der heqê Qanûnê Meşên Civîn û Xwepêşandanê yê bi hejmar 2911 sererastkirin çênebe wê tu xêr û bêra vî pakêtî li demokratîkbûna Tirkiyeyê nebe. Di mijara terorê de pênaseyeke pir berfireh heye di TMK’ê de. Heta ev pênase neyê guhertin, çarçoveya vê pênaseyê bi esehî û diyarkirî neyê danîn hanîna edaletê û demokrasiyê ji Tirkiyeyê re pir zor e; ne mimkûn e. Ji wê boneyê em hêvî dikin ku van kêmasiyên em behsa wan dikin, bi dehan kêmasiyên me behs nekiriye, di mijara bi serê xwe bûna darazê û nebialîbûna wê de tu geşepêdan nîn e di vî pakêtî de. Di mijara temînata cografî ya dadgêr û dozgêran de tu sererastkirin nîn e. Ji lewma ev pakêt pakêtekî beravêtî ye. Hêviya me ew e ku di dema di guftûgokirina pakêtî ya meclîsê de, di dema guftûgoya lijneya giştî ya meclîsê de bi van xusûsên ku me behsa wan kirî re eleqedar sererastkirinên demokratîk ên ku wê pêşiya Tirkiyeyê vebikin zûzûka bi cih bên anîn. Spas ji bo beşdar bûna we tevan.


