Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 182. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Bi Beşdariya Endamên Me Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 182. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINê ku di çalakiyê de axifî wiha got; Hempîşeyên min ên hêja,…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 182. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINê ku di çalakiyê de axifî wiha got;
Hempîşeyên min ên hêja, mêvanên delal;
Em di hefteya 182. a çalakiya Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr ELÇÎ de li pêşberê we ne. Ev doz, ev lêpirsîn, ev bûyer di hêla demokrasiya Tirkiye û pratîka darazê de û di heman demê de di hêla polîtîkaya bêcezatî ya Tirkiyeyê de j, dê peywireke kaxiza tûrnûsolê bibîne. Ev bûn 43 meh û mixabin ez dixwazim bi xemgînî destnîşan bikim ku di dirêjahiya vê maweyê de em li cihê ku me dest pê kiriye ne. Me bi hewldanên komîsyona ku di bin banê Baroya me de hatiye sazkirin, bi hewldanên hempîşeyên xwe û Rêxistinên Mafên Mirovan heta ji dest me hat di hêla ronîkirina vê mijarê de her cure hewldan serf kir û em dê vê hewldanê bidomîn. Li pêşberê me dîwark kor û kerr heye. Ferasteke ku bi inyad dixwaze vê dozê bêceza, bêqeyd û kiryar nediyar bihêle heye. Em vê ferasetê ji salên 90’î dizanin. Em ji şewitandina bi hezaran gundan, ji wendakirina bi hezaran kiryar nediyariyan dizanin. Lê bi rastî me texmîn nekiribû ku kuştineke ku li navenda bajêr, li pêşber kamerayan û bi dehan şahidan pêk hatiye bi vê awayê bêceza, kiryar nediyar were hiştin. Em nefikirîbûn ku bikaribe ewqas bêperwatîbûnî hebe. Em wek parêzer, rêxistinên Mafên Mirovan û Baroya Amedê vê lêpirsînê, hewldana xwe ya di rêya ronîkirina kuştinê de heta dawiyê bidomînin. Ez ji endamên Komeleya Mafên Mirovan û Endam û Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê re ji bo me bi tenê nehiştine spasiyên xwe pêşkêş dikim.


