Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 190. A Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 190. a Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ îro bi beşdariya Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Prz. Meral DANIŞ BEŞTAŞ, Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Mûsa FARÎSOGLÛ, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Adnan…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 190. a Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ îro bi beşdariya Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Prz. Meral DANIŞ BEŞTAŞ, Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Mûsa FARÎSOGLÛ, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Adnan Selçûk MIZRAKLI, Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, endamên wan û hempîşeyên me pêk ha. Alîkara Serokê Baroya me Prz. Gazal BAYRAM KOLUMAN di çalakiyê de axivî û wiha got;
Endamên Çapemenî yên Hêja û Hempîşeyên min ên Hêja û mêvanên ku îro li ber me ne;
Digel ku ji ser qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ tam 190 hefte derbas bûne kiryarên wî hê jî nehatine dîtin. Em ji vir careke din bang li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dikin û daxwaz dikin ji bo ku gaveke zûtir kiryar li ber darazê hesabê bidin bi lezgînî kirariyê bikin. Em di hefteya 190. a çalakiya xwe ya “Bila kiryarên Tahîr ELÇÎ werin dîtin”, “ji bo Tahîr EDALET” careke din vê destnîşan dikin: heta roja ku kiryarên Tahîr ELÇÎ cezaya ku heq dikin bigrin em dê şopdarê vê dozê bin, em careke din dibêjin ku em dê tucar destûrê nedin ku dosyeya serokê me bikeve nav dosyeya kiryar nediyaran, em serokê xwe yê rehmetî bi rêzdarî bibîr tînin.
Wekî em dizanin 4 roj berê di dîroka 19.08.2019’yan de; Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amed, Wan, Mêrdînê ji hêla Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin bidûrxistin û li şûna waliyên sê bajaran wek qeyûm hatine tayînkirin.
Ji vê biryarê wek palpişt, xala 127. a Makezagonê û bi hejmara 5393 a Zagona Şaredariyan bi hejmara 674 û xala 45. û xala 47. ku bi KHK’ya OHAL’ê hatiye guhertin hatiye nîşandan. Li gor Zagona Şaredariyê ya bi xala 45. “di rewşa valabûna seroktiya şaredariyê ya ji ber sedemek de, ji hêla walî ve di nav deh rojan de kombûna meclisa şaredariyê tê dabînkirin. Meclis, di bin seroktiya wekîlê/a yekemîn ê/a serok de, dema ew tunebe wekîlê/a duyemîn ê/a serok, ger ew jî tunebe di bin seroktiya endamê/a herî extiyar de kom dibe” û serokê şaredariya xwe an jî wekîlê xwe hildibjêre. Yanê li gor hikma amir a xalê; di rewşa ku Serokê/a Şaredariyê ku bi hilbijartinê hatiye peywirdarkirin ji ber hincetên şênber hatibe bidûrxistin de lazim e li şûna wî/ê dîsa ji nav hilbijartiyan wekîlekî/e serok were bijartin, lê ji hêla Wezareta Karên Hundir ve bi awayê tayînkirinê bi îdiayên razber tayînkirina qeyûman awayekî vekirî derbeyeke siyasî ya li îradeya hilbijêran e. Her wiha di dîroka 01.04.2019’yan de ji hêla Walîtiya Amedê ve, di nivîsa daxwaz a ji Wezareta Karên Hundir re, dema ku serokê/a hilbijartî xwediyê besatiya hilbijartinê ye, piştî hilbijartinê ku hêna wesfeke sûc a ji ber peywirê pêk nehatiye, bi îdiayên sûcên muhtemel roja din a hilbijartinê daxwazkirina girtina ji peywirê û piştî hilbijartinê piştî demeke kin a wek 4,5 mehan tayînkirina qeyûman bi tevahî dema bê nirxandin; em dixwazin bînin ziman ku ev biryar rûdaneke çêbûna mantiqa ya ku bi hilbijartinê nehatiye bidestxistin bi bikaranîna zorê bidestxistin e, hêleke wê ya ku bi nirxên hiqûq û demokratîk re li hev were nayê dîtin.
Piştî biryara bidûrxistina ji peywirê û tayînkirina qeyûman, di heman şevê de bi hevedemî, li avahiyên xizmetê yên şaredariyan, li malên rêveberên şaredarî û HDP’ê bi şikadina deriyan serdagirtin pêk hatine. Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, di operasyonên polêsan ku li 29 bajaran pêk hatine de 418 kes hatine binçavkirin. Piştî biryara qeyûm ji çar hêlên Welêt û li bajarê me bi armanaca protestokirina vê biryarê ji bo daxuyaniyên aştiyane bidin civîn û xwepêşandan hatine kirin û hê jî didomin. Ji hêla hêzên zebtî ve destûr nehatiye dayîn ku hilbijêr-hemwelatî li ber avahiya şaredariyê werin ba hev û bi armanca nîşandana berteka demokratîk daxiyaniya çapemeniyê bidin, bi ava bişid, cop û gaza îsotê mudaxileyeke hişk hatiye pêkanîn. Mafê xwepêşandana civakî û azadiya îfadeyê ku bi Xala 34. a Makezagonê hatiye ewledarkirin binpê kirine. Di encama bikaranîna hêza nehevgir a zebtiyê de Mafê xwepêşandana civakî û azadiya îfadeyê ku bi Xala 34. a Makezagonê hatiye ewledarkirin binpê kirine û gelek hemwelatî hatine binçavkirin. Agahî hatiye girtin ku tenê li Amedê di nav 5 rojên dawî de rêveberên şaredariyê, endamên meclisê û nûnerên civaka sivîl jî di nav wan de 120 kes hatine binçavkirin, di derbarê 70 kesan de biryara qefaltinê heye. Ji 120 kesên ku hatine binçavkirin, ji 47 kesan piştî ku kirariya wan a îfadeyê hatiye temamkirin ji dih pê ve kesek hatiye girtin, qismek ji 47 kesan bi hikmên kontorla edlî yên ku mahine jî piştî girtina îfadeya wan serbest hatine berdan, di derbarê 73 kesan de jî di saetên êvarê yên duh de biyara binçavkirina pêvekî hatiye dayîn û ji îro ve hêna kirariyên îfadeya wan nehatiye destpêkirin.
Ev biryara ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye girtin, raste rast tunehesibandina mafê bijartin û hilbijartinê ya gel e. Dema li sedemên ku di daxuyaniyê de cih digirin û tên derpêşkirin bê nihêrtin; biryar ji palpişta hiqûqî bêpar; edalet û wijdana civakî ji kûr ve birîndar dike.
Em wek Baroya Amedê; desthilatiya siyasî vedxwînin ku dev ji vê mudaxileya ku li îradeya gel hatiye kirin ber bide û em daxwaz dikin ku gaveke zûtir hevserokên şaredariyan ên hilbijartî îadeyê peywira wan bike, binçavkirina û bikaranîna hêza nehevgir ku li ser hemwelatiyên ku bi mebesta civîn û xwepêşandana aştiyane hatine ba hev tê pêkanîn di cih de were bidawîkirin


