Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 209. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 209. a qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINî wiha got; Hempîşeyên min ên delal; hûn bi xêr hatin Hefteya…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 209. a qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINî wiha got;
Hempîşeyên min ên delal; hûn bi xêr hatin Hefteya 209. a Çalakiya Kursiya Mafên Mirovan û çalakiya bîranîna Tahîr ELÇÎyî.
Em ketin saleke nû. Lazim e ez careke din li vir dubare bikim ku ji sala 2015’yan heta 2020’an di derbarê lêpirsîna Kuştina Tahîr ELÇÎyî de tu asteke bi pêş nekeketiye. Sala 2019’yan di gelek hêlan de tam hêvîşikestînî çê bû. Digel ku lêpirsîna Tahîr ELÇÎyî sala xwe ya 4. qedand jî tu bipêşketinek nehat dabînkirin. Tevî vê yekê di mijara azadî û mafên bingehîn de jî mixabin çûyîneke xerab mijara gotinê ye. Em di her qada jiyanê de bi zêfandin, girtin, binçavkirin, lêpirsîn û taqîbatan re rû bi rû ne. Mixabin hemû beşên muxalif ên civakê parqa xwe ji vê çûyîna xerab girtine. Ji ber vê yekê ez dixwazim îro temeniyên xwe yên di derbarê 2020’an de parve bikim. Pêşiya her tiştî em li bendê ne ku kuştina Tahîr ELÇÎyî bi hemû hêlên xwe ve, ger hebin tevî hêzên ku li pişt in werin aşkerakirin. Tevî vê yekê em di azadiya îfadeyê de xwediyê karneyeke gelek xerab in. Di derbarê sedan-hezaran kesan de ji ber parvekirinên medyaya civakî lêpirsîn hatin destpêkirin, girtin pêk hatin. Mixabin me nikaribû di vê mijarê de azmûneke baş bidin. Em saleke ku hemû beşên civakê bikaribin xwe îfade bikin dixwazin. Em li hêvî ne ku dawî li tacîzên taqîbat- lêpirsîn û darazê yên li pêşiya azadiya îfadeyê were anîn.
Bendewariyek me ya din rakirina zêfandinên giran ên arasteyî mafên xwepêşandan û kombûnê ye ku yek ji mafên herî bingehîn e. Di rojên pêş de em bi qedexeyên ku ji hêla walîtiyan ve bi maweyên 15 rojî ku salan dibînin re rû bi rû ne. Mixabin ev hatiye rewşa yek ji rêzikên giştî, em dixwazin ku ev teqez were rakirin. Em vekirina rêyên ku hemû beşên civakê xwe bi şêweyeke demokratîk û aştiyane îfade bikin û sepandina hikmên makezagon û zagonê dixwazin.
Li girtîgehan arasteyî girtiyan muemeleyên gelek xerab li kar in. Di raporkirin û şopandinên ku ji hêla komîsyona me ya girtîgehê ve hatine kirin de mixabin li gelek girtîgehên Tirkiyeyê em dibin şahidê sepanên gelek xerab. Lêgerîna tazî ku di têketina girtîgehê de tê sepandin wek dijberê azadî mafên bingehîn bi awayekî rûtîn tê pêkanîn. Em rakirina vê sepanê dixwazin, sewqkirina girtiyan a li girtîgehên li bajarên dûr ku girtî tên darizandin hem ji parastina jiyana malbatê hem jî ji darizandineke adil re astengî çê dike, em li benda bidawîkirina vê ne jî. Em dabînkirina mercên gihandina girtiyan a heê li malbatên xwe hem jî ya parêzerên xwe dixwazin.
Em dawanîna li sepanên qeyûmiyê doxwazin. Divê sepanên qeyûmiyê ku wek îstisna hatibû derpêşkirin lê rewşa sepaneke giştî girtiye di cih de werin rakirin, hevserokên şaredariyan ên girtî di cih de li peywirên xwe werin vegerandin. Bendewariyên me ji 2020’an gelek in, ji bo pêkhatina wan em wek Baroya Amedê dê têkoşîna xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ev temeniyên me yên ku me qismek wan a gelek biçûk pêşkêş kirin pêk werin, Tirkiye bibe welatek ku ji azadî û mafên bingehîn re rêzdar e. Ji bo beşdariya we spasiyên xwe pêşkêş dikim.


