Daneyên ji 10ê Adarê 2020î ta 29ê Adara 2020î yên Navenda me ya Mafê Zarokan ên Erkdar Kirina Parêzaran ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiya zayendî di çarçoveya CMKê da li Diyarbekirê
Li ber çavan e ku bi tidarekên hatine kirin ji bo COVID-19 zêde belav nebe îcar dibe ku ji aliyê ewlehî û başiyê va bi milyonan zarokên li dinyayê rastî gefên din werin. Miemeleya ne xweş, tundûtûjiya zayendiya civakî,…
Li ber çavan e ku bi tidarekên hatine kirin ji bo COVID-19 zêde belav nebe îcar dibe ku ji aliyê ewlehî û başiyê va bi milyonan zarokên li dinyayê rastî gefên din werin. Miemeleya ne xweş, tundûtûjiya zayendiya civakî, îstismar, veder bûna civakî, bi dûr ketin ji yên li wan dinihêrin û hwd. gelek gelş û gelemşe hene. Tidarekên karantînayê yên wek girtina dibistanan, bi sînor kirina liv û di hev gerînê tevî ku hewce ne, ev tidarek jiyana rojane ya zarokan û pergalên wan ên destekê xera dikin, tidarekên kontrol kirinê yên guh nadin tengasî û hewcedariyên jin û zarokên qîzîn ên zayendî jî mirov dizane ku rîska destdirêjiya zayendî, îstismar û zewicandina zarokan jî zêde dike.
Di rewşên derasayî yên eleqedarî tenduristiya gelî yên berê da jî dest dirêj kirina zarokan û îstismar kirin zêde bûye. Bo nimûne; Li Afrîkaya Rojavayê salên 2014 û salên 2016an dema berbelav bûna vîrusa Ebolayê girtina dibistanan, karkeriya zarokan, di ser guhê xwe ra avêtina pêdivî û daxwazên zarokan, îstismara kirina zayendî ya zarokan û bi zarokatî ducanî bûn zêde bûye, li Sierra Leonê ducanî bûna zarokan li gor beriya nexweşiyê bûye du qat, bûye14 hezar.
Saziya Neteweyên Yekbûyî UNICEF’A ji bo zarokan; li hember tesîra sosyo-ekonomîkî ya nexweşiyê bang kiriye ji bo parastin û ewlehiya zarokan û rêbereka tidarekan weşandiye di vî warî da ji bo hikumetan. (www.unicef.org/turkey)
Li gor Peymana (Peymana Lanzaroteyê) Civata Ewropayê ya Ji Bo Parastina Zarokan Ji Îstismara Zayendî û Destdirêjiya Zayendî ku Tirkiye jî wek aliyek îmze kiriye û di sala 2011an da bi meriyet bûye divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Serokê Komîteya Lanzaroteyê û Alîkarê Serokê Komîteyê ya di dema berbelav bûna nexweşiya Covid-19ê da ji bo parastina zarokan ji istismara zayendiyê ji bo tidarek werin zêde kirin danzanînek aşkera kir; Di danzanînê da bang li dewletên îmze kirine dike û dibêje ku divê bi pîr û pergal li rewşa zarokan bê nihêrtin, pêdiviyên wan werin diyar kirin, ji bo li rewşa zarokan anîna tidarekan otorîteyên neteweyî û xwecihî, rêxistinên civakî yên sivîl, sektora şexsî û xusûsî hay ji hev û din hebin, li hember rîska tundûtûjî, paşguh kirin û bedkariyê xetên alîkariyê bi zarokan bidin zanîn, ji bo vekirî hiştina van xetan bi şev û roj xetan bikin xwedanê çavkaniyên mirovî û alav û amûr, materyalên hay jê çêbûnê ku armanc pê nehiştina îstismara zayendî ye di asta neteweyî da, van materyalan belav bikin, destekê bidin maliyan di vê meseleyê da.
Di vê dema tidarekên hatine kirin ji ber belav bûna virusa Covid-19ê da mirov nizane bê ka zarok di nav malê da ya jî di çarçoveya karkeriya zarokan da rû bi rûyê çi cur tundûtûjiyê tên. Mirov dibîne ku tu xebateka berbiçav nayê kirin di warê jê bitesîr bûna bi psîkolojîkî ya zarokan da, zarok mehrûm in ji nan û dan, têr nan naxwin û mixabin rê li ber sûcê îstismar kirina zarokan vebûye. Yek jê jî ew e ku di dema xebatên sererast kirina înfazê da, rê li ber zewaca yên destdirêjî zarokan dikin vekir. Dethilatê ev rewşa bi krîz ji xwe ra kir fersend û xwest îstismar kirina zarokan rewa bike lê ji ber berteka saziyên civakê yên sivîl bi paş da kişand sererast kirin. Em nahêlîn desthilat ji xwe ra vê rewşê bike fersend û sererast kirineka wiha bike.
Em Navenda Mafê Zarokan a Baroya Diyarbekirê; me daneyên di navbeyna 10ê Adara 2020- 29ê Adara 2020î yên erkdar kirina parêzeran ji bo zarokên mexdûrê îstismara zayendî da ber daneyên pênc sal berê û em bi we ra par dikin. Di tabloya duduyan da jî daneyên çar mehên ewil ên sala 2020î hene.
Daxwaza me ew e ku daneyên tidarekên li hember sûcên îstismar kirina bi zayendî ya zarokan di dema pandemiyê da divê bi pir û pergal werin rapor kirin ji aliyê meqamên rayedar ên dewletê va û di çarçoveya îstismar kirina bi zayendî ya zarokan û hêmanên din ên tundûtûjiyê da li gor divêtiya peymanên neteweyî û navneteweyî ku me îmze kirine haya gel pê bê xistin, werin par ve kirin. 02.05.2020
NAVENDA MAFÊ ZAROKAN A BAROYA DIYARBEKIRÊ
Not: Em spasiya Navenda Mafê Zarokan a Stenbolê dikin ku Danzanîna Serok û Alîkarê Serokê Komîteya Lanzaroteyê wergerand Tirkiyê.


