Danişîna Şeşemîn a Doza ku Kiryarên Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Tên Darizandin Pêk Hat.
Şeşemîn danişîna doza ku kiryarên Serokê Baroya me Prz. Tahîr ELÇÎ dihatin darizandin îro li 10. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Serokê Baroya Rotherdamê û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya…
Şeşemîn danişîna doza ku kiryarên Serokê Baroya me Prz. Tahîr ELÇÎ dihatin darizandin îro li 10. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Serokê Baroya Rotherdamê û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amsterdamê weke çavdêr beşdar bûn de ligel Srkê Baroya Enqereyê Prz. Mûstafa KÖROĞLU, Srkê Baroya Antalyayê Prz. Mûstafa GEÇİLMEZ, Srka Baroya Samsûnê Prz. Pınar GÜRSEL YILDIRIM, Srkê Baroya Edeneyê Prz. Semih GÖKAYAZ, Srka Baroya Artvînê Prz. Ayla VARAN, Srkê Baroya Hatayê Prz. Cihat AÇIKALIN, Srkê Baroya Kirikkaleyê Prz. Mutlu KORKMAZ, Srka Baroya Dêrsimê Prz Fatma KALSEN, Srkê Baroya Qersê Prz. Fettah ÇAPKURT, Srkê Baroya Êlihê Prz. Erkan ŞENSES, Srkê Baroya Mêrdînê Prz. Îsmaîl ELİK, Srkê Baroya Colemergê Prz. Ergun CANAN, Srkê Baroya Sêrtê Prz. Muhammet ALPTEKİN, Srkê Baroya Agiriyê Prz. Serdar GÜNAKIN, Srkê Baroya Rihayê Prz. Abdullah ÖNCEL, Srkê Baroya Çewlîgê Prz. Ömer Faruk HÜLAKÜ, Srkê Baroya Wanê Prz. Sînan ÖZARAZ, Srkê Baroya Mûş Prz. Kadîr KARAÇELİK, Srkê Baroya Şirnexê Prz. Rojhat DİLSİZ, Endamên Lijneya Rêveberî ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB'ê) Prz. Gökhan BOZKURT, Prz. Nîzam DİLEK û Prz. Alî BAYRAMî Endamên Lijneya Rêveberiyê yên ji Baroyên Bûrsa, Dîlok, Semsûr, Bedlîs, Îzmîr, Enqere, Edene, Xetay, Kirikkale, Mêrdîn, Sêrtê û Hempîşeyên me beşdar bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî danişînê li ber Edliyeyê hat dayîn de; Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN. Serokê Baroya Enqereyê Prz. Mustafa KÖROĞLU, Endamê Lijneya Rêveberiya TBB'ê Prz. Gokhan BOZKURT û li ser navê Weqfa Tahîr ELÇÎ, Prz. Neşet GÎRASUNî geşedanên ku îro di dosyayê de çê bûne nirxand û destnîşan kir ku ji bo dosya tevî her cure neyînî jî bê ceza nemîne wê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bidome.


