Daxuyanîya Me ya Çapemenîyê ya Sala 5emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇÎyî…
JI BO GEL 28ê Mijdara 2020î, Li ber Minareya Çarlingî ser Kuştina Serokê baroya me Tahir ELÇÎyî li vir pênc sal buhurîn. Em pênc sal in ku li qesasên Tahir ELÇÎyî yên bi mertalê ceza nekirinê tên parastin digerin. 218…
JI BO GEL
28ê Mijdara 2020î, Li ber Minareya Çarlingî
- ser Kuştina Serokê baroya me Tahir ELÇÎyî li vir pênc sal buhurîn. Em pênc sal in ku li qesasên Tahir ELÇÎyî yên bi mertalê ceza nekirinê tên parastin digerin. 218 hefteyan me daxwaza edaletê kir li ber Dadgeha yarbekirê. Doz ku hat kirin me hinek bêhn da. Jê û pê da me biryar da ku em li hewla gera xwe di salonên dadgehan da dewam bikin. Lê bi dadgeha ewil da hat nîşan dayîn ku politikaya neceza kirinê ya demajoya dana ber pirsan da bi heman awayî ban û dor li dadgehê jî kiriye. Baroya yarbekirê, bi destek û piştevanîya hevpîşeyên xwe dê têbikoşe li dijî politîkaya hiştina bê ceza û hewla ji bo veşartina rastîyê.
Heger hûn bibêjin bi bar kirina ji nav me ya Tahir ELÇİyî çi guherî? ‘Li enîya rojhilatî tu tişt neguherî’. Tarîya tê xwestin ku em tê da werin hefs kirin, bêhtir tiptarî bû. Li vî welatî êdî ewlehîya tu welatîyî nîn e. 80 milyon mirov dibe ku bi şibhe bin, her serê sibehê li derîyên malan tê xistin û derî tên şikandin, bi dehan kes tên bin çav kirin. Ev kirin bûnê kirinên rojane.
Di mijarên êşkence, kuştinên neyasayî, kuştina jinan, îstimar kirina zarokan, lewitandina jîngehê da em dibin şahide nekirina dengê xwe ya meqama darizandinê.
- mijara çareser kirina bi rêyên aştiyane ya Meseleya Kurdan em pir li paş ji cihê ku Tahir ELÇİyî hiştiye ne. Mesele bi temamî terkê burokrasîya ewlehîyê hatiye kirin. Ji ber politikaya çareser nekirinê dana canê xwe ji dest a mirovan berdewam e.
Azadîya xweîfadekirinê û ya çapemenîyê rû bi rûyê gefên mezin in. Bi hezaran mirov ji ber derbirîna fikra xwe li ser medyaya soşil û navgînên din ên ragihandinê rû bi rûyê dana ber pirsan û dozan in. Bi heman awayî bi dehan rojnamevanên li gor etîka karê xwe rojnamevanîyê dikin di hefsan da ne.
Girtîgeh bûnê cihên manê yên mayînde yê siyasetvan, nûnerên civaka medenî û rojnamevanên ji ber fikrên xwe hatine girtin. Her sal bi dehan darbestên girtîyên tedawîya wan nayê kirin dertên ji girtîgehan.
Êrîş û tacîzên li dijî kar û hevpîşeyên bi zêdebûn berdewam dibin. Parêzer ji ber kirina karê xwe tên binçav kirin, girtin û ceza kirin. Lê tu xeman nexwe serokê ezîz, bi hezaran hevpîşeyên te ji cihê ku te hiştiye bi biryar doza dad û mafê mirovan dikin.
- ev e rewşa mamleketî piştî te serokê ezîz. Xeyalê te yê jiyaneka bi demokrasî azadî û aştî xeyalê me ye jî. Em ê dewam bikin li parastina xewn û xeyalên te û me. Em ê têbikoşin ji bo wan.


