Di Der Heqê Kuştina Müzeyyen Boyluyê de Gel Hat Agahdar Kirin… JI ÇAPEMENIYÊ Û GEL RE
Kedkarên Hêja yên çapemeniyê Endama Baroya Amedê, hevala me Prz. Müzeyyen Boylu di 19’ê Gulana 2019’an de hêj doza wê ya hev û din berdanê berdewam bû hevserê wê Mesut Issı li orta zikakê li ber çavên zarokên wê bi 11…
Kedkarên Hêja yên çapemeniyê
Endama Baroya Amedê, hevala me Prz. Müzeyyen Boylu di 19’ê Gulana 2019’an de hêj doza wê ya hev û din berdanê berdewam bû hevserê wê Mesut Issı li orta zikakê li ber çavên zarokên wê bi 11 fişekan ew kuşt. Çend roj piştî vê bûyera li Amedê qewimî di 26’ê Gulanê de Merve Ünal ji aliyê hevpîşeyê xwe polîs Muharrem Y. bi demançeyê hat kuştin. Li Amedê di 2’yê Xezîrana 2019’an de Recep Günler hevsera xwe Aygül Günler li ber çavê sê zarokên wê ew bi kêrê kuşt. Bi qewimîna bûyerên wiha yên li Amedê li bajarên cihê bi cihê yên Tirkiyeyê hema bibêje bi heman awayî xeberên kuştina jinan li ser hev hatin.
Tevî kuştina Emine Bulut a ku hêrsa gel rakir heman rojê jin hatin kuştin. Emine Hac Hüseyin a penaber hestiyên parsûyê wê hatin şikandin gule bera serê wê hat dayîn û jiyana xwe ji dest da. Tuba Erkol a li Konyayê dijiya bi 20 derbên kêrê ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin.
We dît çîrokên tevan çiqas dişibin hev? Rêbaz yek û dem çiqas watedar e?
A rast kuştina tu jinê ne ferdî ye. Şibîna hev a şiklê ji dest dana canê xwe ne çawalêhato ye. Tevahiya wan ji ber xwestina kirina hikmê xwe ya mêran a li ser jinan e. Gava mirov bi temamî lê dinihêre pirê jinan ji ber ku dixwazin dev ji hevserê xwe berdin tên kuştin, pirê yên ku dikujin, hevser an jî hevserên wan ên berê ne. Sedema girîngtirîn kuştina jinan kodên kultûrî ye. Çimkî ji ber kodên kultûrî mafê jinan ê bi yasayî tê nas kirin nayê hesab kirin. Mixabin jin hêj jî wek kesên wekhev û azad nayên nas kirin. Nayê hiştin ku jin dev ji hevserê xwe berdin û dest bi jiyaneke din bikin. Anku dil heye mafê jînê yê jinan ji wan were stendin.
Em bi xemgînî dibêjin ku, li Tirkiyeyê polîtîkaya dewletê; berdêlê wê çi dibe bila bibe ji bo berdewamiya malbata ku pîroz tê dîtin e. Vê pêşaniya dewletê dike ku jin bêparastin bimînin. Ji lewma em dibêjin ku kuştina jinan polîtîk e.
Tirkiyeyê bi Peymana Stenbolê soz da ku tehamula wê ji tundiyê re nîn e. Tirkiyeyê bi vî sozê da nîşandan ku dê di meseleya tundiya li ser jinan de hereket kirina bi seferberiyê bibe polîtîkaya dewletê.
Peymanê sererast kiriye ku piştî qewimîna tundiyê di destpêbûna dozan de boneyên wek kultûr, dab û nêrît, kevneşopî an jî namûs neyên îdia kirin. Ev bone dê nebin sedem ji bo kêm kirina ceza. Lê mixabin tevî vê peymanê meqamên darizandinê hêj jî di dozên kuştina jinan de argumanên ku tundiyê rewa dikin qebûl dikin ceza kêm dikin.
Meqamên edlî li giliyên têkildarî tundiya ku jin dibînin dipirse, tidarekên bi lezgînî nake. Bizavên cihêkar, pasîf û bê pûte pêdan ên meqamêm têkildar jinan bê parastin dihêle. Ji bo nimûne: kuştina Emine Boylu…
· Müzeyyen Boylu di 8’ê Xezîrana 2012’an de bi Mesut Issı re zewiciye. Di dema zewaca xwe de bi awayekî sîstematîk şidet dîtiye. Müzeyyenê êdî îdare nekiriye ji ber vê şidetê û di 12’ê sibata 2018’an de tevî zarokên xwe çûye mala diya xwe. Dîtiye ku êdî nema dikare bi hevserê xwe re bike di 16’ê sibata 20148’an de doza xwe jê berdanê kiriyê li hevserê xwe li Amedê. Kujer ji serî de nexwestiye ku hevsera xwe berde. Ji bo ku dev ji doza xwe bide berdan şideta bi her awayî lê kiriye. Tim gef lê xwarine û nebûyiyan pê de anîne. Ev xusûs tev ji peyamên hatine şandin tê fahm kirin. Tevî heta ku dozê dewam kiriye bibiryarbûn û bi ısrar bûna Müzeyyenê ji bo xwe jê dan berdanê kujer her tim gotiye ew naxwaze bê berdan. Heta roja dawî ya dadgehê ya ji bo doza berdana hev û din 6’ê Gulana 2019’an yanî 13 rojan beriya kuştina wê gotiye ku ew naxwaze hevsera xwe berde.
- Kujer li mala ku Müzeyyenê; bi diya xwe re maye bi caran zext û pêkûtî lê kiriye ku wî bernede. Hê ku dozê dewam kiriye welayeta du zarokan tevî ku dane Müzeyyenê kujer zarok revandine. Li ser vê Müzeyyen di çarçoveya yasayê hejmar 6284 ê Parastina Malbatan û Girtina Pêşiya Tundiya li Ser Jinan serî li tidarekên ‘’qutkirina têkiliya şexsî ya bi zarokan re ya kujerî’’ û ji bo xwe jî parastin’’ daye. Ji bo Müzeyyenê di 28’ê Adara 2018’an de bi 15 rojan, di 8’ê Rêbendanê de bi 30 rojan û di 16’ê Avrêla 2019’an de bi 15 rojan biryar hatine dayîn ji bo tevdîrê. Meqama darizandinê li ber daxwaza parastina xwe Müzeyyenê bê pûte pê dan tevgeriyaye û pasîf maye. Biryarên tevdîrê kin û nekarîger bûne; pêdiviya parastinê ya Müzeyyenê bi cih neaniye.
· Müzeyyen Boylu di 19’ê Gulana 2019’an de, di dema derketina ji pêşandan dawiyê salê ya zarokan de, nava rojê li orteya zikakê û li ber çavê zarokên xwe, ji aliyê kujer Mesut Issı ve bi plan û hestên hov hatiye kuştin. Li gor dîmenên kamerayê yên di dosyeya lêpirsînê de, kujer roja ku Müzeyyen kuştiye çûye dibistanê li Müzeyyenê zarokên wê sekiniye.
- Piştî pêşandanê hatiye tespît kirin ku ji dibistanê bi hev re derketine. Kujer zarok li erebeya xwe siwar kirine, Müzeyyen jî dema ji wan qetiyaye û ber bi erebeya xwe ve çûye, kujer tevî demançeyê bi bazdan daye pey Müzeyyen’ê û di dest de demançe ji heman aliyî vegeriyaye.
- Dema ku kujer ji cihê bûyerê reviyaye gef li mirovên xwestine ku mudaxele bikin xwariye û zarok jî bi xwe re birine û çûye ji cihê bûyerê. Kujer piştî ku zarok û wesayîta xwe hiştiye cilên xwe ji xwe kirine hin ên din li xwe kirine bi teksiyeke tîcarî bi demançeya ku hevsera xwe kuştiye teslîmê midûriyeta polîsan bûye.
- Li gor rapora otopsiyê, hatiye ragihandin ku kujer kuştiyê ji xwe re kiriye hedef û bi qesta kuştinê û bi îradeya xwe du gule bera serê kuştiyê dane, 9 neh guleyên din jî bera sîng dane, bi temamî bi 11 guleyan Müzeyyen kuştiye. Li gor Rapora Vekolîna Krîmînal, 2 gule ji nêz ve, 6 ji dûr ve hatine berdan, 3 jî nehatine tespît kirin.
A rast hem li ser Müzeyyen’ê hem jî li ser milkê wê ji bo hikm bike û ji bo ku Müzeyyenê lê vegere tim derew û paşgotinî kirine.
Ji aliyê Serdozgeriyê Komarê ya Amedê ve di der heqê kujerî de; ji sûcên li hember hevsera xwe bi plan kuştiye, bi hestên cinawirî tehdeyî lê kiriye, demançeya bêruhsat peyde kiriye îdianame hatiye amade kirin.
Di îdianameyê de du tespîtên girîng hene: Kujer dibêje ku a ku wî kuştiye neheqî lê kiriye ji lewma dixwaze cezayê wî were kêm kirin; wî bi ew bi plan nekuştiye. Îfadeyên kujerî yên di der barê awayê qewimîna bûyerê, beriya bûyerê di nav du aliyan de minaqeşe çênebûye, peyde kirina demançeyê û fişekan û liv û tevgerên piştî bûyerê wek ku di îdianameyê de tê xuya kirin neheqî tehrîq kirin nîn e aşkera ye ku bi hestên hov û bi plan Muzeyyen kuştiye.
Di Dadgeha Cezayên Giran a 7emîn de 9’ê îlonê roja duşemê saet di neh û nîvê beriya nîvro de dê dadgeh were danîn. Di danişînê de dozgeriyê xwestiye ku bi van egeran kujer were ceza kirin.
Wek Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê tevî jinên mafê jinan diparêzin ên li gelek bajarên Tirkiyeyê em ê bidin ser şopa vê dozê û dozên din ên tundûtûjiya li ser jinan. Hestewarî û desteka gel û ya we di vê dozê de ji bo me pir girîng e.
Navenda Şêwirîn û Kirinê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê


