Di Derbarê Tayînkirina Qeyûma De Ji Baroyan Daxuyaniya Hevpar...
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE 19.08.2019 Tirkiye careke din ji sibehek bêhiqûqî re şiyar bû. Serokên hilbijartî yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê hatin girtin û li şûna wan Waliyê van bajaran wek qeyûm hatine tayînkirin.…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
19.08.2019
Tirkiye careke din ji sibehek bêhiqûqî re şiyar bû. Serokên hilbijartî yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê hatin girtin û li şûna wan Waliyê van bajaran wek qeyûm hatine tayînkirin. Li gor daneyên Wezareta Hundir 418 kes jî hatine binçavkirin, di heman demê de gihîştina înternet û medyaya civakî jî hatiye zêfandin. Bêhiqûqiyên ku me piştî derbeyê dîtin, careke din hatine sepandin.
Em cara duyemîn dibin şahidê vê şermê. Di sala 2016’yan de jî dîsa bi gelek hejmaran serokên şaredariyan hatibûn biçavkirin, bi heman awayî li şûna 96 serokên şaredariyan qeyûm hatibûn tayînkirin. Sepanên bêhiqûqî yên OHAL’ê, digel ku OHAL ra bûye jî bê ku kêm bibe berdewam dike. Demokrasî û hiqûq careke din li aziyê hat hiştin, bi erdê re hat yekkirin.
Gefa “ger bên hilbijartin em dê qeyûm biavêjin” ku di erefeya hilbijartinên 31’ê Adarê de hatibû kirin xistin meriyetê. Bi sedem nîşandana doz û lêpirsînên ku hêna teqez nebûne û didomin bê ku pênc meh derbas bibe, sê serokên şaredariyan ku endamtiya wan ji hêla LHB(YSK) ve hatibû erêkirin û bi wê awayê hatibûn hilbijartin bi “biryareke îdarî” dûrxistina wan ji peywirê, careke din wesayeta îdareyê ya li ser darazê derxistiye holê. Bi vê sepanê tevî avaniya îdarî ya Tirkiyeyê, daraza wê jî darbeyeke giran a din girtiye.
Bi biryareke îdarî ji holê rakirina hilbijartin û îradeya gel ku tezahura wê ye bi gotina herî sivik darbeyeke îdarî ye. Ev darbeya ku li hember îradeya gel pêk hatiye, dê ji demokrasiya Tirkiyeyê re kêrekî dabîn neke. Her wiha çawa ku beriya niha di şaredariyên AKP’yiyan de li Stenbol, Enqere û bajarên din de hatiye sepandin; li şûna serokên şaredariyan ku ji peywirê hatine girtin, bê ku derfet were dayîn ku yek ji endamên meclisa şaredariyê wek wekîlê/a serok were bijartin raset rast tayînkirina qeyûm, bi awayekî vekirî cot pîvanî ye, vê awayê dijberiya hiqûqê bêhtir zêde kiriye.
Em, vê sepana derveyî hiqûqê ku fikra di nav aştiyê de jiyana bi hev re, baweriya ku ji îdeala dewleta hiqûq a demokratîk re heye jî ji binî ve ji holê ra kiriye qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku dev ji vê sepana bêhiqûqî ku berdewamiya sepanên OHAL’ê ye were berdan û serokên şaredariyan ku ji peywirê hatine bidûrxistin di cih de îadeyê peywira xwe werin kirin.
- Baroya Edeneyê
- Baroya Semsûrê
- Baroya Agiriyê
- Baroya Enqereyê
- Baroya Antalyayê
- Baroya Artvînê
- Baroya Elihê
- Baroya Çolîgê
- Baroya Bedlîsê
- Baroya Bûrsayê
- Baroya Denîzliyê
- Baroya Amedê
- Baroya Duzceyê
- Gaziantep Barosu
- Hakkari Barosu
- Hatay Barosu
- İstanbul Barosu
- İzmir Barosu
- Kars-Ardahan Barosu
- Mardin Barosu
- Mersin Barosu
- Muş Barosu
- Siirt Barosu
- Şanlıurfa Barosu
- Şırnak Barosu
- Tunceli Barosu
- Van Barosu
- Yalova Barosu


