Dinyayeke bê êşkence dibe
26ê Xêzîranê ji bo parêzkarên mafê mirovan ên li welatê me û dinyayê rojeka xusûsî û girîng e. Çimkî Neteweyên Yekbûyî ev roj di sala 1997an da wek ‘Roja Piştevanîyê bi yên Êşkencekirî ra’ ragihandiye. Sedema ku NY’yê…
26ê Xêzîranê ji bo parêzkarên mafê mirovan ên li welatê me û dinyayê rojeka xusûsî û girîng e. Çimkî Neteweyên Yekbûyî ev roj di sala 1997an da wek ‘Roja Piştevanîyê bi yên Êşkencekirî ra’ ragihandiye. Sedema ku NY’yê ev roj ragihandiye ew e ku ‘Peymana Li Dijî Êşkence û Cezayên din ên zalimane, Nemirovane yên ya jî Rûmetşikên’ di 26ê Xezîrana 1987an da bi meriyet bûye.
Ev peymana ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye ji bo parastina rûmet û hêjahiyê ya mirov xwedî ye bi qethî qedexe dike. Ev qedexeya destkeftiya hevpar a mirovahiyê û qaîdeyê bingehîn ê huqûqa hevçax a mafê mirovan, ji aliyê hiyerarşiya norman ve rêgezek anku rêgezekî fermanî ye’’. Ji lewma di tu şert û mercan da awartehîya xwe nîn e. Xala duyemîn a di serbenda duduyan da ev rewş wiha tê îfade kirin: ‘’ Tu rewşa awarteyî ne şer ne jî gef û dibetîya şer, bêîstiqrariya siyasî jî di nav da ya jî rewşeka derasayî, ji bo kirina êşkenceyê nabe bone û hincet.’’
Tevî vê yeke, hê li pirê welatên dinyayê dewlet êşkenceyê wek hesincawekî jêqerîn û ceza kirine yê nemirovane bi kar tînin.
Tirkiyeyê ‘Peymana Li Dijî Êşkenceyê’ di sala 1988an da qebûl kiriye, di yasayê bingehîn û yê cezayî da êşkence qedexe kiriye. Lê mixabin Tirkiyeyê li welatê me jî êşkence û kirinên din ên nemirovane ne bi tenê di dema derbeyên eskerî da lê ji ava bûna komarê bi vir da wek pratîkeka bi pîr û pergal berdewam bûye. Lê desthilata siyasî aborî, tenduristiya gelî, mijarên din ên welatî tev kirine meseleya ewlehiyê ji ber rêbaza birêvebirina bi zext û kintrol welat tev bûye cihê êşkenceyê. Daneyên di dosyeyê da parvekirî tevî ku qedexe ne û sûc in şanî didin ku êşkence kêşeya herî sereke ya mafê mirovan e li Tirkiyeyê.
Her ku desthilata siyasî otorîter dibe pê ra jî di qedemeyên erka dewletê da berbelav bûna ji ber egerên wek reva ji ber yasa, venihêrîn û norman, kêfîtî, bi zanebûn di ser guhê ra xwe avêtin, binpê kirina ewlehî rêbazî, dirêj bûna mana di bin çavan da, nekarîger kirina mekanîzmayên temaşe kirin û girtina rê li ber an jî nebûna bi temaşe kirin û girtina rê li ber a bi serê xwe, li navêndên fermî yên binçav kirinê êşkence û kirinên din ên xerav pir zêde bûne.
Di dema destwerdanê ya hêzên ewlehiyê ji bo civîn û xwepêşandanan, li kuçe û cihên vekirî ya jî mal û kargehan, yanî li cihên ne fermî yên binçavkirinê û li cihên ne yên binçavkirinê êşkence û kirinên neinsanî ji berê zêdetir bûne. Rayeya bikaranîna zorê ya hêzên ewlehiyê ya heyî ku ji xwe di huqûqa gerdûnî da nayê pênase kirin; hê bi ser da jî tundiyeka ku ne bi rêgezî ku li nayê venihêrîn, nayê ceza kirin, desthilata siyasî çavên xwe jê ra digire jî asayî bûye, bûye parçeyekî jiyana rojane.
Nimûneyên dawîn ên vê yekê di demên dawîn ên nexweşîya Covid- 19ê da em dibînin. Di çarçoveya tidarekên têkoşîna li dijî nexweşîyê bi hinceta li gor li rê û rêzikên di hev negeriyaye hêzên ewlehiyê li gelek welatiyan êşkence û miemeleya nexweş kiriye. Nimûneyên rojane yên vê yekê ew in şideta polîsan a zalimane ya mirov jê fihêt dike ya li dijî meşa serokên baroyan û ya HDP’ê ku bi yasayê bingehîn hatiye misoger kirin.
Sûcê li dijî mirovahîyê bi zorê revandin, wenda kirin ku binpêkirina mafê mirovan ên mirov jê fihêt dike yên dîroka me ya nêz ji sala 2016an a ku rewşa awarte hat ragihandin û heta niha cardin zêdebûn mirov nîgeranî dike.
Girtîgehên ji her aliyî ve êşkence û miemeleyên xerab pir û pir in lê, bi belav bûna virûsa corona-19ê bûne cihên herî bi risk ên welatî.
Ev rastiya ku me bi daneyan xwestiye xuya bibe di daxuyaniya pêvekî de di mekanîzmayên girtina rê li ber û raporên saziyên mafê mirovan tê dîtîn. Lê di serî da yasayê bingehîn, desthilata siyasî ya ku naxwaze xwe bi tu rê û rêgezî bi sînor bike, guh nade rexne û hişyariyên mekanîzmayên navneteweyî ,ji bo girtina rêyê li ber êşkenceyê tiştekî nake. Bilekis, guherînên berovajîyê qedexeya mijareya êşkenceyê dike, hewlê dide ku neceza kirinê tekez bike, bi xwarina gefan li parêzkarên mafê mirovan hewlê didin binpêkirin xuya bibin ji wê kirî dê têkoşîna li dijî êşkenceyê asteng bike.
Tevî rastiya mirov xemgîn dike ji ber ku bi destê mirovan pêk tê nehiştina êşkenceyê mimkûn e.
Berpirsiyariya sekinandina û nehiştina kirina êşkenceyê ya dewletê ye. Ji lewma em daxwazên asgarî yên divêtiya parêzkariya mafê mirovan in bi salan dibêjin em cardin bi bîr tînin û dixwazin ku zûzûka pêk bên:
• Sedema bingehîn a pir bûna êşkenceyê li welatê me ew e ku kultureka neceza kirine ya ew û qedexeya qethî ya êşkenceyê ne li hev in heye. Beriya her tiştî divê dawîyê li politîkaya ceza nekirinê hewl didin bikin rêgez bînin.
- Di her astê da rayedar dev ji gotinên pê pesnê êşkenceker û êşkenceyê didin, pê didin kirin berdin, bi pêşniyazên mekanîzmayên navneteweyî kirinên êşkenceyî li ber çavê geîl bi aşkerahî were şermezar kirin.
- Di şert û mercên binçavkirinê da divê ewlehîya rêbazî bi kêmasî bi cih werin anîn. Divê dema binçav kirinê were kin kirin.
• Divê Saziya Mafê Mirovan û Wekhevî yê ya Tirkiyeyê ji navê were rakirin û li gor Rêgezên OPCAT û Parîs mekanîzmayeka bi temamî bi serê xwe ya neteweyî rê li ber êşkenceyê pê bê girtin were ava kirin.
• Bi belge kirin û rapor kirina êşkenceyê divê li gor rê û rêgezên ‘Protokola Stenbolê’ ya belgeyeka NY’ê ye were kirin.
- Îdiayên têkilîdarê divê bi çalaki, bêyî girtina aliyekî lê were pirsîn, ji aliyê şandeyên bi serê xwe ve lêkolîn û vekolîn were kirin, di her merheleya darizandina bi adilî li gor rê û rêçikên etîk û huqûqâ navneteweyî di hev bê gerîn.
Lê em dixwazin vê yekê bi bîr bînin ku, girtîna ber li êşkenceyê bûna xwedî li rûmeta insanetiyê di heman demê da berpirsiyariya civakê tevî ye. Ji bo mirov bibêje ez mirov û welatiyek im, ji bo parastina pêwendiya hevpar em pê dibin civak em mejbûr in ku êşên êşkence dibin sebeb bibînin û piştevanîyê xurt bikin.
Em saziyên wek xwişk û bira ne ji hev ra, li dijî hewl dana veşartin, tirsandin, huş kirin, neqebûl kirina tiştên hatine ser, ji bo biqîrin bi dengê hêlî di her şert û mercan da em ê li bal mexdûran bin; êşkenceya dîtîye em ê rapor bikin; em destekê bidin ji bo xwe bidin hev; ji bo xwe bigihînin edaletê em ê bibin alîkar bi wan ra; ji bo cardin heman tişt neqewimin em ê têbikoşin li dijî cezanekirinê.
Li cihê sih sal in agir pê ketiye…
Em dibînin, huş nabin, têdikoşin…
Rûmeta mirovahîyê dê êşkenceyê têk bibe
Dinyayeke bê êşkence mimkûn e!
Nûneriya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Diyarbekirê
Şaxê Komala Mafê Mirovan ê Diyarbekirê
Odeya Pizîşkan a Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê
Înîsiyatîva Heq a Diyarbekirê


