Dıvê selahattin demirtaş derhal were berdan
JI BO GELÎ Hevserokê HDP'ê yê serdema çûyî Selahattin Demirtaş, di meha Mijdarê ya Sala 2016an da hat girtin û hêj jî di girtîgehê da ye. Ji ber vê girtinê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Li ser vê…
JI BO GELÎ
Hevserokê HDP'ê yê serdema çûyî Selahattin Demirtaş, di meha Mijdarê ya Sala 2016an da hat girtin û hêj jî di girtîgehê da ye.
Ji ber vê girtinê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hat dayîn. Li ser vê serîlêdanê dadgehê di 20 Mijdara 2018an da biryar da ku mafê Demirtaşî hatiye binpê kirin. Dadgehê diyar kir ku divê Selahattin Demirtaş were berdan. Lê nehat berdan.
Selahattin Demirtaş di tevî ji doza dihat darizandin tevî ku hat tehliye kirin jî ji dosyeyeka din 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn û ji wê boneyê nehat berdan. Serdozgerîya Komarê ya Ankarayê bi nîşandana wek hincet a bûyerên 6-8ê cotmeha sala 2014an cardin dest bi lêpirsînê kir di der heqê Selahattin Demirtaşî da û biryara girtina wî da ji vê dosyeyê jî. Tevî ku di ser girtina Demirtaşî 15 meh buhurîne hêj jî bi vê îdiayê doz nehatiye kirin.
Hem ji alîyê parêzerên hikûmetê ve hem jî ji aliyê parêzerên Demirtaşî biryar hat birin ji bo Daîreya Mezin. Daîreya Mezin vekolîna xwe temam kir û biryara xwe got di 22yê Berfanbara sala 2020î da. Daîreya Mezin di biryara xwe da bi kurtasî diyar kir ku Demirtaş bi armancên siyasî û li dij peymanê hatiye girtin, ji ber axaftina di meclîs û li dervayê meclîsê kirina mijara darizandinê mafê azadîya derbirînê û yê hilbijartina bi serbestî hatiye binpê kirin. Wek girtina pêşî ev girtin jî li dijî peymanê ye û divê derhal were berdan.
Li gor madeyê 46an ê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku me bêyî texsîr kirin îmze kiriye, biryarên dadgehê ji bo temamê dewletên endam in derbasdar in. Û li gor madeyê 90emîn ê di hiyerarşîya normên neteweyî da di peymanên ku Tirkiye jî alîyek e hikmên ku hene xwedîyê raserîyê ne. Divê ku neyê ji bîr kirin ku heger biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê neyên bi cih anîn dibe ku Tirkiye ji Konseyê were kirin jî. Ji lewma gava mirov li binbarîyên navneteweyî yên Tirkiyeyê dinihêre, û ji ber ku Tirkiye dewleteka hiqûqê ye wek ku di madeyê duduyan ê Destûra Bingehîn da hatiye diyar kirin; divê biryara DMME'yê were bi cih anîn û Selahattin Demirtaş derhal were berdan.
Serokatîya Baroya Adanayê
Serokatîya Baroya Semsûrê
Serokatîya Baroya Agirîyê
Serokatîya Baroya Ankarayê
Serokatîya Baroya Artvinê
Serokatîya Baroya Êlihê
Serokatîya Baroya Çewlikê
Serokatîya Baroya Bedlîsê
Serokatîya Baroya Bursayê
Serokatîya Baroya Denizliyê
Serokatîya Baroya Diyarbekirê
Serokatîya Baroya Dîlokê
Serokatîya Baroya Colemêrgê
Serokatîya Baroya Hatayê
Serokatîya Baroya Stenbolê
Serokatîya Baroya İzmirê
Serokatîya Baroya Qersê
Serokatîya Baroya Mêrdînê
Serokatîya Baroya Muşê
Serokatîya Baroya Sêrtê
Serokatîya Baroya Şirnexê
Serokatîya Baroya Tunceliyê
Serokatîya Baroya Rihayê
Serokatîya Baroya Yalovayê
Serokatîya Baroya Wanê


