Em dê hêna çıqasî bımırın!
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ Em; parazvanên mafên we, her tim gotina "serdestiya hiqûqê" diqîrin lê pirî caran hûn buyîna me ya ji goşt û hestîbûnê piştguh dikin; çiqas êşdar e ku hûn her tim bi dozên ku em lê dinêrin rê…
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Em; parazvanên mafên we, her tim gotina "serdestiya hiqûqê" diqîrin lê pirî caran hûn buyîna me ya ji goşt û hestîbûnê piştguh dikin; çiqas êşdar e ku hûn her tim bi dozên ku em lê dinêrin rê wekhev dinêrin û wek em aliyên doza we bin dibînin; em ew parêzer in ku hûn dibin şahidê dûçarmahina me ya êrîşan, lêdanxwarina me, kêrkirina me, bi çekan guleberdana me û neparastiniya me.
Îro jî em wek neyar hatin rewakirin, îro jî mafê me yê jiyanê ji dest me hat girtin. Em îro li Gebzeyê hatin kuştin!
Hempîşeyê me endamê Baroya Stenbolê Parêzer Ersîn Arslan tevî karmendên îcrayê li Navçeya Gebze ya Kocaeliyê çûbû desteserkirina (hêcz) li maleke, dûçarê êrîşa bi çek a xwediyê malê ma. Deyndar Y.Y. bi qesta kuştinê raste rast gule bera sînga wî da, mixabin hempîşeyê me li nexweşxaneya ku ew biribûn jiyana xwe ji dest da.
Hempîşeyê me hêna 27 salî mirovekî nûciwan bû. Amadekariya zewacê dikirin, di erefeya dawetê de bû. Li taxa desteserkirinê ku ji ber pêwistiya peywira xwe çûbû hat qetilkirin.
Êşa me û raperîna me gelek mezin e.
Êdî bes e!
Me piştî her êrîşa arasteyî parêzeran bêrawestan got; Parêzer, sêlingeya mekanîzmaya darazê ye, hakim û dozger çawa tên parastin, divê parêzer jî wisa bê parastin. Me got bi behsa pîroziya parastinê, bi sepan û bilêvkirinan mensûbên pîşeya me hedef nîşan nedin. Dê roj bê pêdiviya we jî bi parêzer çê bibe.
Me neda guhdarkirin… Em dûçarê heqaretê man, hatin lêdan, hatin kêrkirin, hatin kuştin.
Em dê hêna çiqasî bêne kuştin?
Em ji hempîşeyê xwe yê ciwan Parêzer Ersîn Arslanê ku li Gebzeyê jiyana xwe ji dest da re Rehma Xwedê, ji malbata wî re sebrê, li nik Seroktiya Baroya Stenbolê ku endamê wê bû ji hemû hempîşeyên xwe re sersaxiyê dixwazin; bi vê hincetê em raya giştî re radighînin ku ji bo êrîşkarê ku hatiye binçavkirin cezaya herî giran bigre em dê di asta darizandinê de daxwaza Mudaxilekirina dozê bikin.
1. Baroya Edenê
2. Baroya Semsûrê
3. Baroya Afyonkarahîsarê
4. Baroya Agiriyê
5. Baroya Aksarayê
6. Baroya Amasyayê
7. Baroya Enqereyê
8. Baroya Antalyayê
9. Baroya Erdexanê
10. Baroya Artvînê
11. Baroya Aydinê
12. Baroya Balikesîrê
13. Baroya Bartinê
14. Baroya Êlihê
15. Baroya Bîlecîkê
16. Baroya Çewlîgê
17. Baroya Bedlîsê
18. Baroya Bolûyê
19. Baroya Bûrdûrê
20. Baroya Bûrsayê
21. Baroya Çanakkaleyê
22. Baroya Çankiriyê
23. Baroya Çorûmê
24. Baroya Denîzliyê
25. Baroya Amedê
26. Baroya Duzceyê
27. Baroya Edîrneyê
28. Baroya Xarpêtê
29. Baroya Erzînganê
30. Baroya Erzeromê
31. Baroya Eskîşehîrê
32. Baroya Dîlokê
33. Baroya Gîresûnê
34. Baroya Gumuşxane-Baybûrtê
35. Baroya Colemergê
36. Baroya Xetayê
37. Baroya Îdirê
38. Baroya Ispartayê
39. Baroya Stenbolê
40. Baroya Îzmîrê
41. Baroya Gumgumê
42. Baroya Karabukê
43. Baroya Karamanê
44. Baroya Qersê
45. Baroya Kastamonûyê
46. Baroya Kayseriyê
47. Baroya Kirikkaleyê
48. Baroya Kirklareliyê
49. Baroya Kirşehîrê
50. Baroya Kilîsê
51. Baroya Kocaeliyê
52. Baroya Konyayê
53. Baroya Kutahyayê
54. Baroya Meletiyê
55. Baroya Manîsayê
56. Baroya Mêrdînê
57. Baroya Mersînê
58. Baroya Mûglayê
59. Baroya Mûşê
60. Baroya Nevşehîrê
61. Baroya Nîgdeyê
62. Baroya Ordûyê
63. Baroya Osmaniyeyê
64. Baroya Rîzeyê
65. Baroya Sakaryayê
66. Baroya Samsûnê
67. Baroya Sêrtê
68. Baroya Sînopê
69. Baroya Sêwazê
70. Baroya Rihayê
71. Baroya Şirnexê
72. Baroya Tekîrdagê
73. Baroya Tokatê
74. Baroya Trabzonê
75. Baroya Dêrsimê
76. Baroya Ûşakê
77. Baroya Wanê
78. Baroya Yalovayê
79. Baroya Yozgatê
80. Baroya Zongûldakê


