Em Destwerdana Bêhiqûqî Ya Arasteyî Hempîşeyên Xwe Şermezar Dikin…
Di 18.02.2022'yan de ji hêla parêzerên endam ên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve li gelek bajaran li pêşiya edliyeyê, li hember rapora ku Saziya Tiba Edlî digel nexweşiya wê ya giran ji bo Prz. Aysel Tûglûk ku…
Di 18.02.2022'yan de ji hêla parêzerên endam ên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve li gelek bajaran li pêşiya edliyeyê, li hember rapora ku Saziya Tiba Edlî digel nexweşiya wê ya giran ji bo Prz. Aysel Tûglûk ku nehatibû berdan amade kiribû pêkanîna daxuyaniya çapemeniyê hat xwestin.
Li hin bajaran daxuyaniyên çapemeniyê bi awayekî derqanûnî hatine astengkirin. Bi taybetî polîsan ve mudaxileya fizîkî li daxuyaniya li pêş Edliyeya Mêrsînê hatiye kirin û arasteyî hempîşyekî me êrîşa devkî ya bi gefxwarinî hat kirin.
Astengkirin û mudaxeleya li pêş Edliyeya Mêrsînê ku arasteyî parêzeran pêk hat; binpêkirina mafê organîzekirina meşa xwepêşandanê û civînên aştiyane ye ku bi xala 34. ya Destûra Bingehîn û xala 11. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine biewlekirin. Em vê mudaxileya ku bi divêtiya pergala civakî ya demokratîk re nagunce şermezar dikin û em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de di derbarê têkildaran de gaveke zûtir lêpirsîna pêwîst a edlî û îdarî bê destpêkirin.
Di van demên dawî de astengî, gef û êrîşên arasteyî pîşeya Parêzeriyê û meqama parastinê ku ji hêmanên damezrîner ên darazê ne, bûne rewşek ku em gelek caran pê re rû bi rû dimînin.
Em dixwazin careke din bi bîr bînin ku; Pîşeya parêzeriyê temînata mafê parastinê, mafê darizandina adil û azadiya lêgerîna mafî ye. Di civakeke ku meqama parastinê, ango parêzer ne azad û ne bi bandor in de azadiya tu kesî nayê misogerkirin. Em bi bîr tînin ku ti kes û tu sazî nikare li hember parêzerên ku erka xwe ya parastinê pêk tînin êrîş û heqaretên fîzîkî pêk bîne; Em bi raya giştî re parve dikin ku em ê bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de bin û pêvajoya hiqûqî bişopînin


