Em Ji Bo Danişîna Pêşîn a Doza Darizandina Peywirdarên Gelemperiyê Ku Bûne Sedema Kuştina Metîn LOKÛMCÛ Li Trabzonê bûn.
Serokê Baroya me Prz. Nahît Eren, endamê Lijneya Rêveberî ya Baroya me Prz. Atîla Berk û endama Baroya me Prz. Dîren Elîf Vûrgûn beşdarê yekemîn danişîna doza kuştina Metîn Lokomcûyê ku 31'ê Gulana 2011'yan di encama…
Serokê Baroya me Prz. Nahît Eren, endamê Lijneya Rêveberî ya Baroya me Prz. Atîla Berk û endama Baroya me Prz. Dîren Elîf Vûrgûn beşdarê yekemîn danişîna doza kuştina Metîn Lokomcûyê ku 31'ê Gulana 2011'yan di encama bikaranîna gaza kîmyewî ya ji hêla polîsan ve jiyana xwe ji dest dahibû bûn. Di danişîna ku piştî 10 salan doza wê hatiye vekirin û ji ber ewlehiyê ji Hopayê neqlê Trebzonê hatiye kirin de Gerînendeyê Ewlehî yê Bajarê Artvînê û Gerînendeyê Ewlehî yê Navçeya Hopa jî di nav de 13 polîs tên darizandin. Doz îro (31.04.2021) li Dadgeha Cezaya Esliye ya 2. a Trebzonê hat dîtin.
Di vê doza ku peywirdarên gelemperiyê ji ber çalakiyên xwe yên bi mijara binpêkirina mafê mirovan a bingehîn a wek mafê jiyanê tên darizandin de; di wergiriya têkoşîna bi bêcezatiyê ya ji bo pêkhatina avhewayeke ku hemwelatî bêhtir xwe di ewlehiyê de bibînin û tetmîniya hesta edaletê ya mexdûran daxwaza beşdariya Baroya me hatiye kirin.
Dê Baroya Amedê, bi hişmendiya berpirsiyariya parastin û hêvişandina mafên mirovan ku Zagona Parêzeriyê li Baroyan ferz dike şopdariya xwe ya dozê bidomîne.


