Em Kesên Ku Di Terteleya Dêrsimê De Jiyana Xwe Ji Dest Dane Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara Lijneya Wezîran a "Operasyona Tenkîl a Tûnceliyê" li Dêrsimê komkujî hat destpêkirin. Di vê pêvajoya ku heta dawiya sala 1938'an berdewam kir de; bi hezaran mirov hatine qetilkirin,…
Di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara Lijneya Wezîran a "Operasyona Tenkîl a Tûnceliyê" li Dêrsimê komkujî hat destpêkirin. Di vê pêvajoya ku heta dawiya sala 1938'an berdewam kir de; bi hezaran mirov hatine qetilkirin, bi hezaran mirov hatine sirgûnkirin, bi sedan gund hatine valakirin û şewitandin, bi sedan keç wek ewladî hatine dahin/windakirin, Seyît Riza û hevalên wî hatine îdamkirin.
Lê belê di van 85 salên dawî de yek ji berpirsê sûcên ku li Dêrsimê hatine kirin nehatine darizandin, xesara mexdûrên qetlîamê nehatine dabînkirin û mixabin bi vê rabirdûya tarî re rûbirûbûn çê nebûye.
“Rûbirûbûna/hesabdîtina bi rabirdûyê re” di her serdema desthilatdariyê de weke qad û têgeheke bifikare û tirsnak tê dîtin. Divê dev ji tirsa ku "hesabdîtin" weke çeka tolhildanê bê dîtin were berdan. Rûbirûbûn û hesabdîtin; dê aştiya civakî û helbet mafên mirovan esas bigire û dê ji bo çandeke siyasî li ser nirxên demokrasî û dewleta hiqûqê ava bibe têkariyê pêşkêş bike.
Weke Baroya Amedê em careke din kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, ji bo edaleta ku xera bûye were dabînkirin em daxwaz dikin ku arşîvên dewletê werin vekirin û rûbirûbûna bi rastiyan re pêk were, 4’ê Gulanê weke Roja Terteleya Dêrsimê were qebûlkirin, navê Dêrsimê lê were vegerandin; lîsteya sirgûnkirî, windayî û zarokên ku bi ewladî hatine girtin û cihê definkirina Seyît Riza û hevalên wî bên eşkerekirin.
BAROYA AMEDÊ


