Em Tundiya Arasteyî Hempîşeyên Xwe Bi Tundî Şermezar Dikin!
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Em bi xemgînî hîn dibin ku hempişeyên me yên qeydkiriyên Baroya Mêrdînê Prz. Îbrahîm Dundar û Prz. Ozlem Dundar di dîroka 17.09.2019’yan de ji ber dosyeya dozê ya ku dişopînin ji hêla aliyên…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Em bi xemgînî hîn dibin ku hempişeyên me yên qeydkiriyên Baroya Mêrdînê Prz. Îbrahîm Dundar û Prz. Ozlem Dundar di dîroka 17.09.2019’yan de ji ber dosyeya dozê ya ku dişopînin ji hêla aliyên hember ve li ber dariyê mala xwe bi danîna kemînê dûçarê êrîşa bi kêran, heqaret û gefxwarinê bûne, digel ku Prz. Ozlem Dundar ducaniya 8 mehî ye jî bi awayekî giran hatiye lêdan. Em pêjî ji hempîşeyên xwe re daxwaza derbasbûniyê dikin. Daxwaz dikin ku di demek herî kin de tenduristiya wan baş bibe. Em vê êrîşa arasteyî hempîşeyên xwe bi tundî şermezar dikin. Hatiye ragihandin ku du ji êrîşkaran bi biryara kontrola edlî, yek jî bi daxwaza girtinê ji hêla Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve ku lê hatibûn sewqkirin serbest hatine berdan. Vê biryarê careke din nîşanê me dahiye ku di pergala darazê ya heyî de parê-zer wek lingeke darazê nayê dîtin. Parêzer ne aliyên dozan in, li gor edalet û heqaniyetê zanîn û tecrûbeyên xwe yên hiqûqî tehsîsê xizmeta edalet û sûdwergirtina kesan dikin. Ji bo parastina maf û berjewendiya kesan di nav edaletê de were parastin dixebitin. Divê herkes bi vê rastiyê tev bigere nêzê parêzer/parêzeriyê bibe û rêzdahina pêwîst nîşan bide.
Dîsa roja 15’yê Îlona 2019’yan de hempîşeyê me yê endamê Baroya Bûrsayê Prz. Fesîh Demîr dema di trafîkê de diçûn ji hêla polêsên ku sepana trafîkê dikirin ve hatiye sekinandin, digel ku parêzerbûna xwe dahiye destnîşankirin jî pêkanîna kirariya lêgerînê hatiye xwestin, hewla zordahinê li hempîşeyê me hatiye kirin. Hempîşeyê me yê ku kirayiya bêhiqûqî qebûl nekiriye dûçarê gef û heqaretan mahiye, hewl hatiye dayîn were tehrîkirin, ji erdê ve hatiye kaşkirin û bi zorê ew xistine hundirê maşîneya polêsan. Bi awayekî derhiqûqî kirariya binçavkirinê hatiye sepandin. Êrîşên ku arasteyî parêzeran dibin bi awayekî bipergal berdewam dikin.
Di prensîbên (Rêzikên Havana) xala 17. ên bingehîn ên derbarê parêzeran de hikma dema Parêzer ji ber ku peywira xwe pêk tînin gef li ewlehiya wan were kirin, ji hêla meqamên rayedar ve bi awayekî ku pêwîst dike tên parastin dihewîne. Dîsa digel hikma xala 57. a zagona Parêzeriyê de di Dema Peywirê de an jî ji ber peywira ku dike di derbarê sûcên ku li hember parêzeran tên kirin de, hikmên ku di derbarê pêkanîna van sûcan a li hember dadgeran de tên sepandin” di sepanê de hema her roj kuştina parêzeran, êrîş û gefxwarina arasteyî wan pêk tê û digel vê yekê tê dîtin ku daraz/hikûmat, di sûcên ku li hember parêzeran pêk tên de berpirsiyariya xwe bi cih naynin. Divê ev bêcezatî û sepanên wek xelatkirinê di cih de werin bidawîkirin.
Em di şexsê hempîşeyên xwe de êrîşên ku li parastin û pîşeya me tên kirin bi tundî şermezar dikin, daxwaza xwe ya derbasbûniyê ji wan re dikin. Em wek Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê bi rêzdarî ji raya giştî re didin ragihandin ku em dê bi hempîşeyên xwe re di nav her cure piştgiriyê de bin û ji bo êrîşkar bi awayekî herî giran werin cezakirin em dê şopdarê bûyeran bin.
NAVENDA MAFÊN PARÊZERAN A BAROYA AMEDÊ


