Encamnameya Civîna Serokên Baroyên Herêmê Ku Di 4'ê Mijdarê De Bi Mazûvaniya Baroya Agiriyê Pêk Hat.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Wek Baroyên Herêmê yên ku li jêr îmzeya wan heye, bi mazûvaniya Baroya Agiriyê di 04-05.11.2022'yan de; li gel pirsgirêkên hiqûqî û civakî, bi rojeva çareseriya pirsgirêkên pîşeyî kom bûne û…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Wek Baroyên Herêmê yên ku li jêr îmzeya wan heye, bi mazûvaniya Baroya Agiriyê di 04-05.11.2022'yan de; li gel pirsgirêkên hiqûqî û civakî, bi rojeva çareseriya pirsgirêkên pîşeyî kom bûne û biryar hatiye dahin ku ev tespît û nirxandinên li jêr bi raya giştî re werin parvekirin.
1- Tundiya aborî û fîzîkî ya li hemberî parêzeran bênavber didome. Parêzerên ku pêkhateyek xebatên darazê ne, bi xebatên xwe re tên wekhevîkirin û rastî êrîşên fizîkî tên. Dema ev rewş bi tundiya aborî ya giranbûyî re tevî hev dibe dîmena ku derdikeve holê pêşeroja pîşeya parêzeriyê bi awayek cidî di bin gefê de dide xuyakirin. Ji bo parêzer bergîdana rastîn a keda xwe bibînin divê Wezareta Dadê; mûçeyên alîkariya edlî û diravdaniya alîkariya edlî zêde bike û divê ji ber şert û mercên giran ên aborî gihandina edaletê ya welatiyan misoger bike; dîsa bi vê re têkildar divê rêjeya baca ku di alîkariya hiqûqî û xercên CMK’ê de tê birandin dakeve %1’ê, vexwaziyên alîkariya edlî yên kombûyî bide û di Terîfeya Xerca CMK’ê ya sala 2023’yan de jî zêdebûniyeke cidî pêk bîne û hempîşeyên me di mercên suxretiyê de neke mehkûmên pêkanîna xizmeta CMK’ê. Nexwe, em dixwazin diyar bikin ku bi armanca ji holê rakirina astengiyên fiîlî û hiqûqî ku parêzer di dema meşandina xebatên xwe yên pîşeyî de rastî wan tên em dê hemû gavên pêwîst bavêjin û di mijara parastina hiqûqa hevkarên xwe de em di xebitandina mafên xwe yên demojratîk de em dê dudilî nemînin.
2- Pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka herî girîng û bi êş a Tirkiyeyê mahina xwe ya di rojevê de diparêze. Bêçareserbûniya pirsgirêka Kurd yek ji bendên herî girîng ên li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi awayekî êşdar hatiye tecrûbekirin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên tundî û ewlekariyê çareser nabe. Bi vê re têkildar em ji bo li ser bingeha hemwelatîbûniya wekhev çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkê dabînkirina lihevhatineke berfireh a ku hemû beşên civakê tevlî bibe pêwîst dibînin.
3- Daxwaza girtina partiyên siyasî ku yek ji saziyên bingehîn ên demokrasiyê yên jêneger in, hewldaneke di hêla dûrxistina welat a ji dewleta hiqûq û nirxên demokratîk de ku nayê qebûlkirin e. Di vê çarçoveyê de di serî de ya HDP'ê di dozên girtina partiyên siyasî de ku li ber Dadgeha Destûra Bingehîn berdewam dikin, divê Dadgeha Destûra Bingehîn azadiya rêxistinbûnê esas bigre û biryara redkirina dozên girtinê bigre.
4- Helwesta bêdil a meqamên darazê ya di dozên ku di derbarê binpêkirinên giran ên mafên mirovan de darizandina wê didome de diyardeya bêcezakirinê xurt dike. Çi bûyera demoboriyê dibe çi jî bicihneanîna biryarên dadgehê ku di pêvajoyên darizandinê de hatine dayîn nayên qebûlkirin. Helwest û biryarên dozên Vartînîs û Mûsa Anter mînakên dawî yên van pêkanînên ku bi bîr tên in.
5- Em xemgîniya kûr a 41 madenkarên xwe yên ku me di karesata madenê ya dawî ku li Amasrayê hat jiyandin de ew wenda kirin dijîn. Ev karesata dawî baweriyeke xurt derxist holê ku saziyên çavdêriyê yên li Tirkiyeyê bi tevahî erkên xwe bi cih naynin. Divê karesata li Amasrayê bi hemû aliyên xwe ve bi lêkolîneke bi bandor were eşkerekirin û hemû kesên ku di karesatê de xemsarî û xeletiyên wan hebûn bên darizandin.
6-Dema em li bertekên cîhanê yên piştî kuştina Mahsa Emînî ya li Îranê dinêrin, careke din nîşan dahiye ku tundiya li ser jinan û pê ve girêdayî binpêkirina mafên mirovan ne tenê li welatê ku binpêkirin lê hatiye jiyandin di pîvanek gerdûnî de deng ve dahiye. Di vê wergiriyê de em dixwazin diyar bikin ku qirkirina jinan ku li Tirkiyeyê jî pirsgirêkeke kronîk e polîtîk e û ji bo pêşîgirtina li van kuştinan divê dewlet tedbîrên bi bandor bigire.
7- Gefên mudaxileya ciddî yên arasteyî azadiya çapemenî û îfadeyê ku bi zagona medyaya civakî dîsa ketiye rojevê civakê dixe nava fikaran. Bi taybetî li welatê me ku di derbarê serxwebûn û bêalîbûna darazê de pirsgirêkên cidî hene guman heye ku ev qanûn bi armanca di bin pêkutiyê de hiştina ramanên muxalif were bikaranîn. Di vî warî de divê astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û ragihandinê bên rakirin û pêşî li xweîfadekirina hemwelatiyan bê vekirin.
8- Daxwaza ji nû ve dîzaynkirina rêxistinên pîşeyî ya bi guherîna qanûnê ku bi binçavkirina Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci ji nû ve ket rojevê û xwestina ji kar avêtina serokê TTB'ê , tê wateya pêkanîna rejîmeke nû ya qeyûmtiyê ya li ser rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl. Ev rewş avhewayek nû ku dê azadiya rêxistinbûnê di bin zextek cidî de were girtin nîşan dide. Em vê rewşê ne ya qebûlkirinê dibînin û bang dikin ku dev ji hewldanan bi vî awayî were berdan.
• Baroya Semsûrê
• Baroya Agiriyê
• Baroya Êlihê
• Baroya Çewlîgê
• Baroya Bedlîsê
• Baroya Dersimê
• Baroya Amedê
• Baroya Colemergê
• Baroya Qersê
• Baroya Mêrdînê
• Baroya Mûşê
• Baroya Sêrtê
• Baroya Rihayê
• Baroya Şirnexê
• Baroya Wanê


