Fişar û Guşara li Hemberê Mafê Hilbijirîn û Hilbijartinê Divê Derhal Were Rawestandin!
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin de roja 21’ê Cotmeha 2019an Hevşaredarê Amedê Selçuk Mızraklı, Hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz, Hevşaredara Karazê Rojda Nazlıer û…
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin de roja 21’ê Cotmeha 2019an Hevşaredarê Amedê Selçuk Mızraklı, Hevşaredara Peyasê Keziban Yılmaz, Hevşaredara Karazê Rojda Nazlıer û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz bi girtina bi ser mala wan de hatin binçavkirin.
Hevşaredarên biryara bi sînor kirinê hatiye dayîn ji dosyeya wan a lêpirsînê sewqê Şaxê Têkoşîna Li Dijê Terorê girtî hatin kirin. Hêzên ewlehiyê girt ser avahiyên şaredariya Peyasê û ya Bismilê û li hundirê avahiyê kiriyara lêgerînê çêkir. Piştî kiriyara lêgerînê ya di avahiya şaredariyan de der û dora wan hat pêçan, nehat hiştin ku rayedarên şaredariyan bikevin hundirê şaredariyan û jê derbikevin.
Em rêxistinên pîşeyî û yên parastina raseriya nirxên demokratîk dibêjin ku; girtina hevşaredaran, binçavkirin û kiriyariya lêgerînê di avahiyên şaredariyan de bi xedarî binpêkirina mafê hilbijirîn û hilbijartinê ye. Ev kirin nenaskirina vîn û îradeya hilbijêran e.
Bi ya me kiriyariya lêpirsînê û biryara binçav kirinê, asteng kirina ji bo kes xwe negihînê dosyeyên lêpirsînê yên şaredaran bi aşkerahî nîşan dide ku rêgeza raseriya huqûqê nîn e û desthîlatdarî meqama darizandinê wek alaveke kirina fişar û guşarê bi kar tîne.
Divê meqama darizandinê li dijî vê kirina hikûmetê ya ku bi biryarnameyeke di hukmê qanûnan de yê rewşa awarte kiriye rabe; bibêje na. Bide rawestandin û ji vîna gel re hurmetê bike. Erka meqama darizandinê divê ne alavek be ji bo çewisandina reqîbên siyasî yên hikûmetê.Divê meqamêm darizandinê ji bîr nekin ku karê ku dikin divê biryarên ku didin demokratîk bin û ji polîtîkayên desthilata siyasî bi serê xwe bin. Bawerî û raseriya bi huqûq û edaletê esas bigirin. Parastina mafê mirovan û demokrasiyê, bi pêk hatina rêgeza raser bûna huqûqê mimkûn e divê neyê jibîrkirin ku ji her kesî derbasdar e.
Gava mirov li lêpirsînên li hevşaredarên HDPê hatine kirin, binçavkirin û girtin û ji kar dûrxistina hevşaredaran, biryara tayîn kirina qeyûman dinihêre mirov çalakiyên bi berdewamî yên meqama darizandinê û erka rêveberiyê dibîne. Derhiqûqî ji awarte bûnê derketiye bûye praktikeke îdarî. Tu wateya huqûq, demokrasî û hilbijartinê nemaye. Li şûnê hukmê ji aliyê meqama darizandinê ve nayê venihêrîn hatiye avakirin. Cihê vîna gel vîna tayînkiriyan girtiye.
Me bi caran tecrûbe kir û hêj jî dikin ku li Tirkiyeyê darazeke bêalî û biserêxwe nîn e, li ber darizandina bi edalet tengasiyên cidî hene. Divê derhal dev ji feraseta otorîter a ku temînatê nade kesê hilbijartî, hurmeta wê ji vîna hilbijêran re nîn e û xêra wê ji raseriya huqûqê re nîn e were berdan. Biryarnameyên di hukmê qanûnan de û sererastkirinên piştî hewldana derbeyê li biryarnameyên hatine zêde kirin tev divê werin betal kirin.
Em dibînin ku sedema qewimînên li Tirkiyeyê rejîmâ rewşa awarte ya ku hatiya daîmî kirin e û ev rewş rasterast bi çareser nekirina doza kurdan re eleqedar e.
Rêya demokratîk kirina Tirkiyeyê û kêm kirina kêşe û pirsgirêkên mafê mirovan ne binçavkirina hevşaredaran, girtina wan û hanîna qeyûman e; lê bi eseh kirina mafê hilbijartin û hilbijirînê lê bi dawî kirina demajo û prosesa bi pevçûn, hewldana çareser kirina bi aştî û diyalogê ya doza Kurdan e.
Banga me li hikumetê ew e ku dawiyê li rewşa awarte ya daîmîbûyî bîne, qeyûman ji ser şaredariyan hilîne, hurmetê ji vîn û îradeya hilbijêran re bike, di serî de hevşaredar û hilbijartiyan tevan derhal serbest berde karê wan bide wan.
- Baroya Amedê
- Odeya Bijîşkan a Amedê
- Nimînendetiya Amedê ya înîsiyatîfa HEQ
- Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan
- Nimînendetiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê


