Gelek Saziyên Civaka Sivîl Ku Baroya Me Jî Di Nav De Ji Ber 200'emîn Roja Nobeda Edaletê Daxuyaniya Çapemeniyê Pêk Anîn.
Gelek saziyên sivîl ku Baroya me jî di nav de ji ber 200'emîn roja Nobeda Edaletê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn. Endamê me yê Lijneya Rêveberiyê Prz. Mehdî OZDEMÎR wek…
Gelek saziyên sivîl ku Baroya me jî di nav de ji ber 200'emîn roja Nobeda Edaletê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn. Endamê me yê Lijneya Rêveberiyê Prz. Mehdî OZDEMÎR wek temsîlkarê Baroyê beşdarê daxuyaniyê bû. Prz. Mehdî OZDEMÎRî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî berfireh û biserûber berdewam dikin, mafên jiyanê yên girtiyên nexweş tên binpêkirin û berovajî rewşên tenduristiyê yên heyî nayên berdan, ji hêla îdare û lijneya çavdêriyê ve bi biryarên derhiqûqî û kêfî bi awayê ku wan cara duyem bidin cezakirin serbest berdana girtiyan hatiye astengkirin û hat diyarkirin ku divê mafê jiyanê û mafê azadî û ewlehiya kesan pêk were û nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin serbest bên berdan.


