Hempîşeya Me Demildest Serbest Berdin!
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (ÖHD) Prz. Aryen TURAN ji ber axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê ku mafê jiyanê û têkoşîna jinê esas digirt wek hedef hat nîşandan, dûçarê…
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (ÖHD) Prz. Aryen TURAN ji ber axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê ku mafê jiyanê û têkoşîna jinê esas digirt wek hedef hat nîşandan, dûçarê lîncê hat hiştin û di wergiriya lêpirsîna ku di der barê wê de hatibû destpêkirin de hatiye binçavkirin.
AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ ku di nav nirxên herî bingehîn ên civaka demokratîk de cih digre; derketina holê, parastin û belavbûna ramanên cihêreng di bin ewlehiyê de digre.
Qedexekirina maf û azadiyên bingehîn an jî bi gefa darazê astengkirin bikaranîna hemwelatiyan a mafên xwe yên demokratîk asteng dike. Divê dev ji van pêkanînên kêfî û sînordarkirinên derqanûnî were berdan.
Di vê pêvajoyê de ku di hemû qadên têkoşîna civakî de binpêkirinên mafan û pêkanînên derhiqûqî ketiye rewşeke domdarî; em wek Baroya Amedê girtina Prz. Aryen TURANa ku ji ber îfadekirina fikrên xwe yên aştiyane ku sûcdariyek teşkîl nakin ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin şermezar dikin û daxwaza berdana hempîşeya xwe dikin.


