Ji Bo Eşkerekirina Agahî û Belgeyên Di Derbarê Cenazeyên Winda Yên Şêx Seîd û 46 Hevalên Wî De Serlêdana Li Wezareta Karên Hundir Pêk Hat
Di derbarêdi serlêdana di wergiriya Xala 10’an a Qanûna Usûla Darizandinê ya Îdarî de ku bi daxwaza dahina agahî û belgeyên di derbarê cihê cenazeyên winda yên Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku di 29'ê Hezîrana 1925'an de…
Di derbarêdi serlêdana di wergiriya Xala 10’an a Qanûna Usûla Darizandinê ya Îdarî de ku bi daxwaza dahina agahî û belgeyên di derbarê cihê cenazeyên winda yên Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku di 29'ê Hezîrana 1925'an de li ser biryara ku ji hêla Dadgeha Îstîklal a Şerqê ve hat dayîn û li Qada Derê Çiyê ya Amedê hatin bidarvekirin de li Salona Konferansê ya Tahîr ELÇÎ daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Prz.Nahît EREN, endamên lijneya rêveberiyê, endamên Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û mîratgirê Şêx Seîd Mehmet Kasim FIRATê ku îmzeya wan di daxuyaniyê de hebû beşdarê daxuyaniyê bûn.
Serokê Baroya me Prz. Nahît ERENî wiha destnîşan kir; Beriya darvekirina rehmetî Şêx Seîd dozgerê girtîgehê Ahmet Sureyya wek weliyê wî hat tayînkirin û di vê çarçoveyê de wesiyetname hat amadekirin, di weşana bi navê Dunya ya di 25.07.1957'an de hatiye destnîşankirin ku wesiyetname ji hêla Ahmet Sureyya Begî ve hatiye amadekirin û wesiyetname ji Wezareta Karên Hundir re hatiye dahin; Digel ku efûkirina kesên ku bi biryara Dadgehên Îstîklalê hatine mehkûmkirin di Qanûna Efûyê ya bi dîroka 29.06.1938'an a bi hejmara 3527'an hatiye destnîşankirin heta roja îro cihê cenazeyên Şêx Seîd û 46 hevalên wî ji mîratgirên wan hatine veşartin; em li bendê ne ku di nav pêvajoya zagonî a 30 rojan de bersiva serlêdanê li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye ji hêla Wezareta Karên Hundir ve bê dayîn
Ji Bo Gihîştina Nivîsara Daxwaznameyê BITIKÎNIN


