Lêpirsîna Eleqedarî Kuştina Ali El Hemdanî Ji Dil û Bi Liberçavan û Bi Adilî Bikin!
Ali El Hemdan Kemal Kurkut Helin Hasret Şen Recep Hantaş Medeni Yıldırım Berkin Elvan Ethem Sarısülük Nihat Kazanhan Uğur Kaymaz ………….. ‘’… Em hê baş du gavan naavêjin me digirin Bi vî awayî me cardin didin ber guleyan…
Ali El Hemdan
Kemal Kurkut
Helin Hasret Şen
Recep Hantaş
Medeni Yıldırım
Berkin Elvan
Ethem Sarısülük
Nihat Kazanhan
Uğur Kaymaz
…………..
‘’… Em hê baş du gavan naavêjin me digirin
Bi vî awayî me cardin didin ber guleyan
Jixwe ji serê sibehê ta evarê me didin ber guleyan.’’
Cemal Süreya
Ali El Hemdan penaberekî Sûriyeyî bû, li gor îdiayan wî ji bo îdareya mala xwe bike îşê tekstîlê dikir. Tê gotin ku ji ber kontrola polîsan reviyaye û polîs gule berdaye li qelbê wî xistiye û ew kuştiye. Mîna kesên navên wan li jor ya jî mîna bi sedan kesan ku jixwe navên wan nayên gotin.
Ali El Hemdan ji ber şer reviyaye û xwe li Tirkiyeyê girtiye, ne di şer da lê polîs ew kuşt. Gotinên bi faşîstî vî çendê dawîn li penaberên Sûriyeyî tên kirin zemînê kuştina penaberan hazir dike; ceza nekirin û gotinên nefretî faşîstan li kuştina penaberan sor dike. Çimkî Ali El Hemdan hê nû hatiye kuştin walîyê Edeneyê wek ku parastina polîsî bike radibe dibêje Ali El Hemdan bê hemd hatiye kuştin. Ji vê gotina waliyî kifş e ku wê lêpirsîn bi çi awayî dewam bike. Ji tecrûbeyên berê jî xuya ye, di ve dema ku daraz û desthilat ketine milê hev da, mirov pê ne bawer e ku daraz bêemriyê bike.
Qesasê Ali El Hemdanî wê çendekî ji kar bê kirin,
Piştî mesele hat ji bîr kirin û bi şûn da dîsa wê cihê polîsî biguhere lê cardin li îş û karê xwe dewam bike. Wê were mehkeme kirin ji kuştina mirovan bi texsîr, du sal ceza lê bê birîn, cezayê wî dê were taloq kirin. Pir hindik tevî hin cihêtiyên pir piçûk ev e bîr û boçûna politîkaya ceza nekirinê li Tirkiyeyê
Tevî vê rewşa li ber çavan hêvî û daxwaza me ew e ku lêpirsîna eleqedarî kuştina Ali El Hemdanî ji dil, bi zelalî û bi adilî bê kirin, qesas were girtin û ceza kirin.
Silav û hurmet li we
Baroya Diyarbekirê


