Li Amedê Ji Hêla 18 Rêxistinên Civaka Sivîl Ve Ku Baroya Me Jî Têde Cih Digre Resepsiyona Newrozê Hat Lidarxistin.
Newroz rojeke nû ye, jîndarbûn e, ango roja ku monotonî û zenûniya zivistanê bi dawî dibe û bihar dest pê dike ye. Gelek netewe li deverên cuda yên cîhanê hatina biharê wek cejnê pîroz dikin. Kurd vê rojê ne tenê ji bo…
Newroz rojeke nû ye, jîndarbûn e, ango roja ku monotonî û zenûniya zivistanê bi dawî dibe û bihar dest pê dike ye. Gelek netewe li deverên cuda yên cîhanê hatina biharê wek cejnê pîroz dikin. Kurd vê rojê ne tenê ji bo hatina biharê, ji ber ku bi agirê Kawayê Hesinkarî ku li hember zilma qralê Asûrî Dehaqî pê xistiye bûye roja ku mizgîniya azadiyê dahiye gelên Mezopotamyayê pîroz dikin.
Tevî sedsalên ku di ser re derbas bûne jî, Kurd li her derên ku lê ne, 21'ê Adarê ku roja hesreta azadiyê ya gelan û serhildana li dijî zilmê ye, bi hêvî û coşeke mezin pêşwazî dikin.
Lê pîrozbahiyên Newrozê ku kurdan dixwest bi coşeke mezin pêk bînin bi salan li ser van xakan hat qedexekirin. Bi bûyerên ku di pîrozbahiyên tevî qedexeyê hatin kirin de Newroz êdî bi xwîn û hêstiran hat bibîranîn û mixabin bi vî rengî jî di hişên mirovan de cih girtibû. Hal bi hal Newroz azadî ye, aştî ye, biratî ye, roja ku xerabî bi dawî dibe û xweşkahî dest pê dikin e.
Di vê roja watedar de jî li deverên cuda yên cîhanê şer bi hemû rûxîneriya xwe berdewam dikin. Zordestî û zilma li ser gelan bi rêjeyên hovane hebûna xwe didomîne. Li welatê me jî ji ber pêvajoya pevçûnên ku ev 40 sal in didomin bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dahine û bi milyonan kes neçar hatine hiştin ku ji warên xwe koç bikin.
Em dem bi dem bûn şahidê pêvajoyên ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi hêviyên mezin hatin destpêkirin. Lê belê ev hemû pêvajoyên ku hatine destpêkirin, berevajî hêviyên civakî têk çûne û hawîrdora aştî û aramiyê ya ku tê xwestin nehatiye sazkirin.
Digel van hemû tiştên ku hatin jiyandin jî divê em ji şer, pevçûn û tundiyê re bêjin na û di aştiyê de berdewam bikin. Piştî van hemû êş û azarên ku me kişandine tiştê ku em li vê axê biaxivin divê aştî be.
Îro li vê qada dîrokî bi hemû cudahî û rengên xwe em bi hêviya ku Newrozê di me de afirandiye û bergîdana wê distîne ji bo aştiyê digel hev in. Bi vê hincetê em di serî de li gelê Kurd li hemû gelên ku vê cejna xweşik a ku bi azadiya ku gelên Mezopotamyayê bi dest xistiye derketiye holê dipejirînin û pîroz dikin Cejna Newrozê pîroz dikin.
Baroya Amedê
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger
Odeya Hekîmên Diranan a Amedê
Odeya Dermansazên Amedê
Yekîtiya Odeyên Hunerkar û Esnafan a Amedê
Komeleya Mutehîtên Înşeatê ya Amedê
Komeleya Karsaz û Pîşesazan a Amedê
Odeya Şêwirmendên Aborî ya Hejmaryarên Serbest a Amedê
Odeya Tebîban a Amedê
Borseya Bazirganî ya Amedê
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê
Meclîsa Jinê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê
Komeleya Jinên Karsaz a Rojhilat û Başûrê Rojhilat
Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Amedê
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê
Komeleya Jinan a Rosa
Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya YOAET'ê (TMMOB)
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Nûnertiya Amedê


