Li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê ji bo Eşkerekirina Agahî û Belgeyên di Derbarê Cihê Cenazeyên Şêx Seîd û 46 Hevalên Wî yên Winda de Doz Hat Vekirin
Ji hêla Baroya me, Komeleya Perwerde-Çand û Piştgiriyê ya Şêx Seîd û mîratgirên Şêx Seîd ve, li ser daxwaza dahina agahî û belgeyên di derbarê cenazeyên winda yên Şêx Seîd û 46 hevalên wî de ku li ser biryara ku ji hêla…
Ji hêla Baroya me, Komeleya Perwerde-Çand û Piştgiriyê ya Şêx Seîd û mîratgirên Şêx Seîd ve, li ser daxwaza dahina agahî û belgeyên di derbarê cenazeyên winda yên Şêx Seîd û 46 hevalên wî de ku li ser biryara ku ji hêla Dadgeha Îstîklal a Şerqê ve hatiye dahin di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Qada Derê Çiyê ya Amedê hatibûn înfazkirin, di 16'yê Sibata 2022'an de serî li Wezareta Karên Hundir hatiye dahin.
Ji hêla Wezareta Karên Hundir ve li gor benda 10. a Qanûna Awayê Darizandina Îdarî(İYUK'ê) di dema wî ya zagonî de bersiva serlêdanê nehat dahin û bi awayekî sergirtî hatiye redkirin.
Li ser vê yekê, li Dadgeha Îdare ya Enqereyê, doza betalkirinê ya bi daxwaza rawestandina rêvebirinê ya li hember biryara redkirina veşarî hatiye vekirin.
Ji bo Daxwaznameya dozê bitikînin.


