Lijneya Me, Delegeyên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Yekeyên Me yên Din Bi Rûspiyên Baroya Me Re Li Hev Rûniştin.
Em bi rûspiyên xwe yên di vî karî de 25 salên xwe qedandine re li hev rûniştin. Bi mezinên me yên ku di bingeha baroya me de xerca wan heye, di demên zortirîn de li dijî neheqiyê bêyî ku bêzar bibin têkoşiyane. Di…
Em bi rûspiyên xwe yên di vî karî de 25 salên xwe qedandine re li hev rûniştin. Bi mezinên me yên ku di bingeha baroya me de xerca wan heye, di demên zortirîn de li dijî neheqiyê bêyî ku bêzar bibin têkoşiyane. Di civîna bi taştê de, me helsengandina saleke baroya xwe kir. Me kêmasiyên xwe peyitandin, me guhdariya dîtin, pêşniyaz û rexneyên ehlên karê parêzeriyê kir. Vê mîrasa bi qedr a me ji wan dewr girtî em ê hewlê bidin ku baş biparêzin û geşiyê pê bidin.
Mala rûspiyên me ava ku, me gaziyê wan kir. Negotin na û bi dîtin û pêşniyaz û rexneyên xwe hêz dan me. Hebûna wan hêz e ji me re.


