Mirov, Bi Mafê Xwe Mirov E!
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE ( Mirov Bi Mafê Xwe Mirov E! ) Em rêhevalê xwe yê hêja, parêzvanê hiqûq û mafên mirovan ê birûmet Tahîr Elçî ku di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de li ber Minareya Çar Ling di encama kuştineke…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Em rêhevalê xwe yê hêja, parêzvanê hiqûq û mafên mirovan ê birûmet Tahîr Elçî ku di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de li ber Minareya Çar Ling di encama kuştineke bi xwînxwarî hatibû qetilkirin û di şexsê wî de rêhevalên xwe yên ku di têkoşîna mafên mirovan de jiyana xwe ji dest dahine bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin. Digel ku ji ser 4 sal derbas bûye jî di dosyeyê de cihnegirtina tek kujerek an jî şikdarek, em wek diyarbûna herî bibandor a çanda bêcezatî û nîşaneyeke ku tê xwestin ev kuştin ji kiryarnediyariyê re bê hiştin dibînin.
Em îro di salvegera 71. a qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan a NY’ê de ne. Em bi vê hincetê pêdivî dibînin ji nû ve bidin bibîrxistin ku danezana navneteweyî, pîrozî û destnedaniya mafên ku mirov bi çêbûnê bidest dixînin xistine bin parastinê, em dewletên ku alî ne, di serî de mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê li hember binpêkirinên mafên mirovan xwediyê hestiyariyeke berlêgiriyê bin û bê ku cih bidin tu rewşeke îstisnayî mukelefiyên peymannameyê bi cih bînin.
Kedkarên Hêja,
Li Tirkiyeyê em ji heyamek zehmet ku demokrasî û mafên mirovan dûçarê gefên giran tên hiştin derbas dibin. Azadiya birêxistinbûn û îfadeyê ku ji mafên jêneger û bingehîn ên jiyana me ya civakî ne, hema bibêje bi polîtîkayên otorîter ên desthilatiyê û bi biryarên darazê ku ketiye bin wêristiya siyasiyê hewl tê dayîn were tunekirin. Desthilatiya siyasî ku hema her beşên civakê ku wek wî nafikire diçewisîne, civaka me ya ku pir bireng e wek du bendbendiyên dijberê hev dide rûniştin û bi vê awayê polîtîkaya hêsankirinê dide ajotin, mafên mirovî yên bingehîn ên komeke binpê dike, li ên din jî pêşî li wan digre ku nikaribin li hember neheqiyan der bikevin û jiyana civakî bi polîtîkayên otorîter dide vesazkirin û vê vediguherîne rewşeke berbelav û sîstematîk.
Di rewşeke wisa ku herku diçe fikra li Tirkiyeyê dezgehên darazê di bin bandora gotinên siyasî de mahine û bêhêlibûna xwe winda kirine zêde dibe de, binçavkirin û girtinên neheq bi zêdebûniyê berdewam dikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku bi taybetî ji ber parvekirinên medayaya civakî binçavkirin û girtinên ku bi sûcdarkirinên xumam û kêfî yên wek “endamtiya rêxistina derveyê zagonê”, “ji rêxistina derveyê zagonê re bi xwestin û bi zanebûn alîkarîkirin”, “propagandakirina rêxistina derveyê zagonê” pêk tên, bi awayekî vekirî binpêkirina ewlehiya kes û azadiyê ye. Tevî vê yekê rewşa girtîhiştina dirêj û cezayên madî-manewî, vediguhere amûreke cezakirinê ya bi armanca jiholêrakirina nasnameyên takekesî û civakî. Polîtîkayên desthilatiyê ku wek rûdana tektîpkirin û tekdengkirinê der dikevin pêşberê me, bi rûxandinên xwe yên ku selihbûna wan zehmet e di jiyana civakî de xwe gelek zelal nîşan dide.
Li Tirkiyeyê di sala 2019’yan de di serî de qedexeya îşkence û mafê jiyanê binpêkirinên mafên jiyanê yên sîstematîk û berbelav ku em dikarin di bin serenavên kategorîk de rêz bikin berdewam kirine. Di 11 mehên pêşîn a sala 2019’yan de bi giştî 840 kesan bi îdiaya dûçarê îşkence û muameleyên xerab bûne serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê dahine. Ji 422 serîlêdanan di nav heman salê de destnîşan kirine ku îşkence û muameleya xerab dîtine. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (KMM) jî di 11 mehên pêşîn a sala 2019’yan de hejmara kesên ku îdia kirine ku li bin çavan û li cihên derveyê binçavan dûçarê îşkence û muameleyên din ên xerab bûne 830 e.
Mudaxileyên arasteyî mafê civîn û xwepêşandanê, girtin û binçavkirinên neheq, binpêkirinên ku ji ber operasyonên leşkerî diqewimin, azadiya fikir û ramanê, azadiya çapemeniyê, destnedana xaniyê, tundiya arasteyî jin û zarokan, windahiyên di mafên civakî û aborî de binpêkirinên mafan in ku di şertên heyî de didomin.
Mafê civandin, xwepêşandan û meşê, bi biryarên qedexe yên ku walîtî û qeymeqamî didin tê sînordarkirin. Li gelek bajarên herêma me civînên qada vekirî, çalakî, meş û xwepêşandanên demokratîk, bi sedemnîşandana ‘ewlehiyê’ bi awayekî bêdem an jî bi nûkirinaq her mehan tên qedexekirin. Piştî van qedexekirinan, ji hêla hêzên ewlehiyê ve li hemwelatiyên ku mafê xwe yê xwepêşandan û meşê bi kar tînin mudaxile tên kirin, di dema van mudaxileyan de hemwelatî birîndar dibin, dûçarê muameleya xerab dibin û tên binçavkirin. Em bi daneyên xwe dibin şahid ku li navendên binçavkirinê, di dema binçavkirinê de an jî derveyî cihên binçavkirinê de îşkence û muameleya xerab, bi lêpirsîna derzagonî lêferzkirina sîxurtiyê bi awayekî berbelav û sîstematîk xwe nîşan dide. Di serdagirtinên malan ku dema operasyonên ku ji hêla hêzên zebtî ve pêk tên de rû didin, mixabin hemwelatî dûçarê muameleya xerab dibşn, tên lêdan û bi awayekî kêfî li têkberên wan ên şexsî xesar tê dayîn.
Kedkarên Çapemenî yên Hêja;
Cihekî din ku îşkence bi awayekî berbelav û sîstematîk bi binpêkirinên mafan dikeve rojevê jî, girtîgeh in. Di mijarên wek sirgûn, mafê tenduristiyê, îşkence û muameleya xerab, lêpirsînên dîsiplînê, tecrîtkirin, ragihanî, mafên ragihanê de, mafên girtiyan tê binpêkirin. Di serîlêdanên ku girtiyên li girtîgehan bi navbeynkariya nameyan û ya xizmên xwe li rêxistinên mafên mirovan kirine de, jiyandina mexdûriyetên xwe yên wek di dema sewqan de lêgerîna tazî û îşkenceya fizîkî, di hucreya tek kesî de tecrîtkirin, tedawiya bi kelemçe, dernexistina nexweşxane an revîrê destnîşan kirine. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene, digel nexweşiyên giran ên ji wan hinekan daxwaza wan a gihîştina tedawî û tehliyeyê li ber çavan nayê giritn. Bêpaxaviya ku eleqedar li hember rewşa girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin dijîn, bi wendakirina jiyanê ya girtiyên nexweş re rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê yên giran ve dike. Emîne Aslan Aydogana 65 salî ku di van rojên borî de jiyana xwe ji dest da yek ji mînakên herî bi êş a vê bêpaxaviyê ye. Di derbarê girtîgehan de yek mijara pêwist a din jî, sepanên tecrîdên giran ên arasteyî girtiyan ku bi sedemên cure bi cure çê dibin e. Li girtîgehan tecrîd binpêkirinek mafên mirovan a bingehîn e.
Ji sala 2016’yan vir ve tayînkirina qeyûman û jipeywirgirtinên ku arasteyî şaredariyên DBP’ê dest pê kirine, rê li ber binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ve kiriye û di dîroka 31’ê Adara 2019’yan de arasteyî şaredariyên HDP’ê xwedubarekirina heman sepanan, hêmayeke vekirî ye ku sepanên qeyûm ên di rêveberiyên xwecihî de veguheriye polîtîkayeke mayinde û sîstematîk. Beriya hilbijartinê ji hêla Wezareta Karên Hundir û rayedarên hikûmatê ve arasteyî HDP’ê ku di hilbijartinên sala 2019’yan de 3 ji wan bajarên mezin, şaredariyên 8 bajêr, 56 navçe û bajarokan bidest xistibû gefa qeyûm hatibû kirin, piştî hilbijartinê jî bi mebesta KHK’yî ne mezbateya 6 hevserokên şaredariyan nehatiye dayîn. Disa piştî hilbijartinan heta îro 27 hevserokên şaredariyan bi sedemnîşandana lêpirsînên di derbarê wan de ji peywirê hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin. Piraniya hevserokên ku ji peywirê hatine girtin jî, bi mexseda ku ji tayînkirina qeyûm re sedem nîşan bidin bi awyekî neheqî û bêhiqûqî hatine girtin.
Di sala 2019’yan de tundî û kuştinên arasteyî jin û zarokan jî, bi zêdebûn berdewam kiriye. Di 11 mehên pêşîn ên sala 2019’yan de herî kêm 305 jinan ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de herî kêm 556 jin jî dûçarê tundiya mêra mahine. Mêjerên fermî jî hejmara jinên ku dûçarê tundiyê bûne bi deh hezaran destnîşan dike û nîşan dide ku hejmara jinên ku jiyana xwe ji dest dahine jî bêhtir bilind e.
Di jiyana me ya civakî de, tundiya mêrî ku wek rûdaneke danîna zordestiyê ya li ser teşeya jiyan û gotina jinê der dikeve pêşberî me û biryarên darazê hema bêje tundiyê bi bêcezatiyê xelat dike, li Tirkiyeyê pirsgirêka newekheviya zayendiyê bêhtir kûr dike. zarok jî her roja ku diçe zêdetir dûçarê îstismarê dibin, li herêmên ku hawirên bi pevçûnî tê dîtin, zarok birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Li herêma me, di encama lêxistina wesayîtên zirxî, cebilxaneya leşkerî û avêtiyên şer ku rê li ber zêdebûna mirin û birîndarbûna zarokan ve dike xetereya rewşê nîşan dide.
Mafê jiyanê, starbûnê, xwedîbûnê, xebitîn û tenduristiyê mafê mirovan ên herî bingehîn in. Di hawirekî ku mafên mirovan ên bingehîn tune tên hesibandin de ji xizmeta tenduristiyek bikalîte û tenduristiya gel behskirin jî ne pêkan e. Di hawireke ku aştî, demokrasî û mafên mirovan ên bingehîn tune ye de ji mafê tenduristiyê û saxlembûnê nayê behskirin.
Li Tirkiyeyê yek ji sedemên herî pêwîst ên binpêkirina nirxên demokratîk û mafên mirovan meseleya Kurd e. Desthilatiya siyasî li şûna rêbaza çareseriya şer û muzakereya arasteyî meseleya Kurd bixebitîne bi tayînkirina qeyûman, bi darizandin û girtinên xumam û kêfî yên arasteyî siyasetmedaran şekil dide siyaseta xwe ya hundir, bi polîtîkaya arasteyî bakûrê Sûriyeyê nîşan dide ku bi armanca şekil bide siyaseta xwe ya derve tev digere. Çareseriya meseleya Kurd ne bi tundiyê, bi nêzikahiyeke demokratîkkirina sivîl ku bi nêrîna gelan wekheviyê dihewîne pêkan e.
Kedkarên Çapemenî yên Hêja;
Binpêkirinên ku me bi we re parve kirin û me hewl da rave bikin di baweşînkek fireh de ku di daxuyaniya çapemeniyê de nayê bicihkirin diqemin û gelek cidî ne. Lewre binpêkirinan rewşeke berbelav û sîstematîk girtine û ji bo pêşîlêgirtinê îradeyeke siyasî nayê xuyakirin. Wek encam;
· Di pirsgirêka Tirkiyeyê ya demokrasî û mafên mirovan de mijara herî pêwist pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku gaveke zûtir hawira şer û tundiyê bi dawî bibe, rewşeke bêşer a mayînde û pêvajoya çareseriyê ji nû ve were muzakerekirin.
· Tayînkirina qeyûman a arasteyî şaredariyên HDP’yî, mudaxileyeke arasteyî îradeya hilbijêran e û sepaneke antî-demokratîk û derveyî hiqûqê ye. Divê di cih de dev ji sepanên qeyûman were berdan û hemû şaredarên ku ji peywirê hatine girtin û endamên meclisê li peywira xwe werin îadekirin.
· Divê Devlet, ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştinên hember jinê her cure bergiriyê bigre. Ji bo Wekheviya Zayendî ya Civakî li hemû beşên civakê berbelav bike polîtîkayan hilberîne. Di derbarê kiryarên ku li hember jinê tundiyê pêk tînin rêya cezakirina bibandor were bijartin û dev ji polîtîkayên bêcezakirinê were berdan.
· Divê mafên zarokan dibin ewlehiyê de were girtin, polîtîkayên ku feydeya raser a zarokan li ber çavan tê girtin û hember îstismarên zayendî ya zarokan polîtîka werin afirandin, mukelefiyên ku ji peymanên navneteweyî çê dibin werin bicihanîn.
· Em dixwazin careke din ji vê derê bidin bibîrxistin ku li gor zagonê û peymanên ku Tirkiye alî ye, îşkence teqez hatiye qedexekirin! Divê di cih de dawî li rêbazên dermirovî were anîn, kesên ku serî li van rêbazan didin ji peywira xwe werin girtin û li pêşber darazê werin derxistin û werin cezakirin.
· Em wek parêzvanên mafên mirovan, ji ber ku binpêkirinên di jiyana me de bi destê mirovan pêk tên em bawer dikin ku dikarin werin astengkirin jî. Di bin her mercî de bê ku cudakariya cihêrengiya ziman, ol, nîjad, netewe, zayend û çandî were kirin, bi destnîşankirina pîroziya mafê jiyanê em jiyaneke rûmetdar û bi azadiyan dagirtî dixwazin.
- BAROYA AMEDÊ
- ODEYA TEBÎBAN A AMEDÊ
- KOMELEYA MAFÊN MIROVAN A ŞAXA AMEDÊ
- KOMELEYA ÎNÎSIYATÎFA HEQ A NÛNERTIYA AMEDÊ
- WEQFA MAFÊN MIROVAN A TIRKIYEYÊ YA NÛNERTIYA AMEDÊ


