Pergala Darazê Di Sekeratê Da Ye!
Ji Çapemenî û Raya Giştî ra 19.08.2019, Dîyarbekir Vexwendnameya merasima sala nû ya dadî ya 2019-2020î ya birêz serokê Dadgeha Dadê ya Bilind gihişt baroya me. Lijneya me ya rêveberîyê û nûnerên me yên Yekîtîya Baroyên…
Ji Çapemenî û Raya Giştî ra
19.08.2019, Dîyarbekir
Vexwendnameya merasima sala nû ya dadî ya 2019-2020î ya birêz serokê Dadgeha Dadê ya Bilind gihişt baroya me. Lijneya me ya rêveberîyê û nûnerên me yên Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê li hev rûniştin; em dîtina baroya me ya derbarê vê vexwendinê da, bi raya giştî ra par ve dikin.
Pergala darazê ya Tirkîyeyê, di nava krîz û bêrûmetîyeka mezin da ye. Em bi gelek arîşeyan ra rûbirû ne ku piranîya wan li derdora kêşeya kurdan kom bûne. Sedema van arîşeyan, pêwendîya şaş ya di navbera desthilat û darazê da û têkçûna alînegirî û serxwebûna pergala darazê ye ku dîsa ji vê pêwendîyê pêk tê. Mekanîzmaya darazê ya bi hikûmetê ra, bi awayekî senkronîk dixebite û dibe sedema gelek pirsgirêkan: tayîna dadger û dozgerên bêlîyaqat, zêdeyî sed fakulteyên hiqûqê û bi hezaran bêkarên derçûyê hiqûqê, kiryarên pergala darazê yên rê li ber hemû awayên mixalefeta demokratîk digirin, gefên li azadîya çapemenîyê, binçavkirin û desteserkirinên kêfî, serbestîya şikence û miameleya xerab, kuştina jinan, îstismara zarokan, siruşta ji bo dolaran tê talankirin, ezîyeta li heywanan dibe; em bi navê Baroya Amadê amade ne ku rê û rêbazên jinûveavakirina serxwebûn û alînegirîya pergala darazê ku bi vî şiklî dixebite di şert û mercên dadmendane da nîqaş bikin û pêşnîyazên alternatîf pêşkêş bikin. Baroya Amedê, berê, meseleyên maf, hiqûq, edalet û mafên mirovan di qadên cuda da bi mihatabên xwe ra mizakere kirine û dîtin, pêşnîyaz û rexneyên xwe bi dilekî pak ragihandine. Ji niha û pê ve jî, heke derfet bi dest bikeve, bi heman motîvasyonê wê kar û xebatên xwe berdewam bike. Lê wê ti carî bêdeng nemîne û ber cubeya xwe negire. Ji ber ku em nûnerên parastina serbixwe û herweha deyndarên hemû gelê xwe yê hiqûq û edaletê ne.
“Erdnîgarî qeder e”; wisa gotîye walîyê Hekarîyê. Li vê erdnîgarîyê em bûn şahidê binpêkirinên giran yên mafên mirovan û sûcên ku wekî sûcên li dijî mirovahîyê têne qebûlkirin. Bi destê dewletê an jî bi zanebûna “wî” qewimîn ev bûyer. Çawa hesabê van tiştan nehatibe pirsîn, birînên nû jî vedibin li vê erdnîgarîyê. Xwîna me diherike. Dewlet xwe nade ber tiştekî, bersûc nayên cezakirin. Dewlet li Dayîkên Şemîyê dide ku ji bona xizim û merivên xwe doza gorekê dikin.
Vê demê, em bûn şahidê dadgerên sûcdar ku biryarên DMMA û Dadgeha Destûrî bi tiştekî nahesibînin. Tevahîya pergala darazê, li hêza bêkontrol ya desthilatê rast hatîye ku gava dixwaze dadgehê belav dike, dadger û dozgeran ji kar distîne û cihê wan digiherîne. Li himber wan, deshilatdarîyek heye ku gava qîma wê tê xwe dispêre dadgehan, qîma wê nayê bi awayekî eşkere dibêje ez biryara dadgehê qebûl nakim; berîya darazê biryarê bide gefan lê dixwe, diqîre û êrîşan dike. Pergala darazê di sekeratê da ye!
Rêya xelasîya ji vê Sendroma Stockholmê ew e ku mirov bi awayê fîzîkî û hişî dûrî vê desthilatê here; ne ku nêzî wê bibe. Ev e fikreka gerdûnî ye û ji ber ku li dijî vê fikrê ye, em beşdarî merasima sala nû ya darazê nabin ku wê li kulîyeya serokkomarîyê çêbibe.
Em ji vê derê, ji Amedê bang dikin: Li Enqereyê dadger tune ne lê li Amadê parêzer hene. Em li ser navê Baroya Amedê, hemû baroyên li dijî vê pergala bêhiqûq, ji bo banga aştî û edaletê, duduyê Îlonê dawetî Ameda kevnar dikin ku neheqî, bêhiqûqî û bêedaletî tu carî jê kêm nebûye, serokê baroya me Tahîr Elçî lê hatîye qetilkirin û kesasên wî hîn nehatine dîtin.
Lijneya Rêveberîya Baroya Amedê


