Rapora Binpêkirinên Mafan Ku Li Girtîgehan Tên Jiyandin
Ji daneyên ku ji serlêdanên li Baroya Amedê, Şaxa KHA(ÖHD'ê) ya Amedê û TUAYDER'ê, ji serdanên girtîgehan û ji raporên bipergal hatine girtin bi dest ketine di derbarê binpêkirinên mafan de ku ji sala 2023'yan vir ve rû…
Ji daneyên ku ji serlêdanên li Baroya Amedê, Şaxa KHA(ÖHD'ê) ya Amedê û TUAYDER'ê, ji serdanên girtîgehan û ji raporên bipergal hatine girtin bi dest ketine di derbarê binpêkirinên mafan de ku ji sala 2023'yan vir ve rû dahine rapor hatiye amadekirin. Di vê çarçoveyê de di navbera Çileya 2023 û Îlona 2023’an de 20 saziyên înfaza cezayê ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê ne zêdetirî 60 caran hatine ziyaretkirin (li her girtîgehê herî kêm 3 serdan hatine kirin) û bi girtiyên serlêder re hevdîtin hatine kirin.
Raporên ku di encama van hevdîtinan de hatin amadekirin bi awayê anîna ba hev hewl hatiye dahin bi tespîtkirina qadên pirsgirêkê ku li girtîgehan tên jiyandin tabloyeke giştî di derbarê binpêkirinên mafan de were xêzkirin. Di bin serenavên wek binpêkirina mafan ku li saziyên cezayê tên jiyandin; Binpêkirinên mafan ku di dema karesatê de hatine jiyandin, binpêkirinên di hêla astengkirina gihîştina mafê tenduristiyê de, tecrîd, binpêkirinên ku ji ber şert û mercên fîzîkî yên girtîgeh û rêveberiya girtîgehê pêk tên, binpêkirinên di derbarê mafê daxwaznameyê, ragihandin û hevragihînê de, binpêkirinên li ser muameleya xerab, îşkence û mijarên din de hatine destnîşankirin.
Dema daneyên ku di encama serlêdan û hevdîtinên girtî an jî xizmên wan de hatine bidestxistin li gorî naveroka wan têne komkirin, tê dîtin ku serlêdan bi piranî di qadên mafê tenduristiyê, astengkirina serbestberdanê, astengkirina mafên civakî, îşkence û muameleya xerab û cudakarî, mafê darizandina adil, mafên aborî û civakî, binpêkirina mafên ragihandin û agahdarkirinê de tên kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj hejmara girtiyan bi awayek cidî zêde dibe. Ev zêdebûna ku dibe sedema qat bi qat mezinbûna binpêkirinan, tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên heyî bêgav dike. Bi zagonên ku ji sala 2017’an û vir ve ketine meriyetê re, sînordarî hatine zêdekirin û qadên bandorê yên sepanên defakto berfireh bûne. Girtîgeh ji vê pêvajoyê bi awayek neyînî bandorê girtin û li ser bikaranîna azadî û mafê wan ê bingehîn sînordariyên cidî hatine danîn.
Girtîgeh di serî de ya muxalifan bûne warê kesên ku ji hêla desthilatdariya siyasî ve weke “xetere” tên dîtin. Îşkence, muameleya xerab û dermirovî ne tenê li ser girtiyên siyasî; li hember girtiyên edlî yên ku rewşa girtina bi awayê dijraberê rûmeta mirovatiyê red dikin jî wekî rêbazek tê sepandin.
Li girtîgehên ku yek ji qadên ku herî zêde binpêkirina mafên mirovan lê tê kirin e; tê raçavkirin ku ji şert û mercên fizîkî ku girtî tê de tên girtin, heta pêkanîna tecrîdê; ji civakîbûna girtiyan a di navbera hev û azadiya îfadekirinê bigre heta dabînkirina mafê hevdîtina bi malbatê re, bi awayekî berfireh û bipergal tên binpêkirin, girtî dûçarê cezayên dîsîplînê yên keyfî û neqanûnî dimînin.
Rewşa neragihaniya mutleq ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê berdewam dike, cezayên neheq ên dîsiplînê û daxwaza hevdîtinê yên malbat û parêzeran ku bi mebestên matbû tên redkirin û rewşa tecrîdê ku der ketiye holê mînaka herî tîpîk a vê yekê pêk tîne.
Girtiyên nexweş, di pergala înfaza cezayê ya Tirkiyeyê de yek ji pirsgirêkên herî sotîner û girîng pêk tîne. Li girtîgehên Tirkiyeyê astengkirina mafê gihandina tenduristiyê, lêferzkirina muayeneya bi kelepçe, bi derengî derxistina revîrê, bi derengî sewqkirina li nexweşxaneyê an jî sewqnekirin, kêmbûna hejmara personelên tenduristiyê ku li girtîgehan dixebitin, rewşa girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene xerabtir dike û dikare rê li ber binpêkirina mafê jiyanê ve bike.
Pirsgirêka nehiştina bikaranîna mafê tenduristiyê ya girtiyên nexweş û tehliyenekirin ku demek dirêj e rojeva Tirkiyeyê mijûl dike û bi awayek nayê çareserkirin, bi windakirina jiyanan ku di demên dawî de li girtîgehan pêk tên bêhtir xwe nîşan dahiye. Di nav sala 2022’an de, herî kêm 83 kes ku di nav de girtiyên nexweş jî hebûn li girtîgehan, di nav sala 2023’an de jî 22 girtiyan jiyane xwe ji dest dahine.
Înfaza gelek hikumxwariyan ku li saziyên înfaza cezayê dimînin dişewite û digel ku divê bên berdan tên astengkirin. Di Qanûna Înfaza Cezayê de hatiye destnîşankirin ku ji bo girtî ji serbestberdana bişert sûdê werbigre divê maweya înfazê ya li saziyê bi tevgereke baş biqedîne. Tê dîtin ku gelek caran daxwazên berdana bişert, bi awayê ku mafê ewlekariya hiqûqî binpê bike, bi xebitandina nirxandinên subjektîf û pêvajoyên îdarî yên keyfî tên redkirin. Têgeha "tevgera baş" ku rasterast bandorê li mafê azadî û ewlehiya şexsî dike, bi vê rewşê ji biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê re hatiye hiştin. Ji bo girtiyên ku mafên wan ên berdana bişert bi nêzîkatî û biryarên derqanûnî tên astengkirin demildest bên berdan divê kirariyên ku pêwîst dikin bên kirin.
Piştî karesata erdheja ku di 6'ê Sibata 2023'yan de li Tirkiyeyê pêk hat, girtîgehên ku li bajarên wek Amed, Xarpêt, Meletî, Dîlok, Riha û Osmaniyeyê ku li herêma karesatê cih digrin hatin ziyaretkirin û di der barê pirsgirêkên girtiyan de ku di dema karesatê de jiyane çavdêrî hatin kirin. Di vê wergiriyê de hatiye tespîtkirin ku di dema karesatê de mafê girtiyan a wergirtina agahiyê, di hêla mukulefiya parastina jiyanê de, gihîştina av û xwarina paqij, gihîştina tenduristiyê, mafên têkilî û ragihînê hatiye binpêkirin. Mafê hevdîtina bi telefona biservekirî ya ji ber rewşa lezgîn ku divê ji girtiyan re bê dahin biheq hatiye dayîn û çawaniya sûcdariyê ya di navbera girtiyan de wek sedem hatiye nîşandan û sepanên cudakar hatine pêkanîn.
Divê li girtîgehan demildest dev ji pêkanînên kêfî û derhiqûqî yên ku mafên bingehîn ên girtiyan sînordar û binpê dikin bê berdan; Divê di derbarê peywirdarên gelemperî de ku kiryarên derhiqûqî pêk tînin mekanîzmayên lêpirsînê yên bi bandor bên xebitandin. Em weke saziyên ku navê wan li jêr hatine diyarkirin, destnîşan dikin ku em dê şopdarê van binpêkirinan bin, ji bo gaveke zûtir binpêkirinên mafan ku hati ne jiyandin werin bidawîkirin em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.
Ji bo raporê Bitikînin
BAROYA AMEDÊ
KOMELEYA HIQÛQNASAN A JI BO AZADIYÊ YA ŞAXA AMEDÊ
KOMELEYA PIŞTGIRIYA BI MALBATÊN GIRTÎ Û HIKUMXWARIYAN RE YA AMEDÊ


