Rapora Lêkolîna Nefeqeyan A Di Bin Roniya Biryarên Dadgehê De Bi Çapemeniyê Re Hat Parvekirin
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Em wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê rapora xwe ya "Lêkolîna Nefeqeyan A Di Bin Roniya Biryarên Dadgehê De" ku me di encama lêkolîna li ser 2097 dosyeyên ku di navbera salên…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Em wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê rapora xwe ya "Lêkolîna Nefeqeyan A Di Bin Roniya Biryarên Dadgehê De" ku me di encama lêkolîna li ser 2097 dosyeyên ku di navbera salên 2017-2018'yan de li Dadgehên Malbat ên Amedê der ketine biryarê amede kiriye îro li vir bi navbeynkariya we bi raya giştî re parve dikin.
Wekî tê zanîn nîqaşên nefeqeyê, bi behskirina Dadgeha Hiqûq a Esliye ya Kestelê ku "bêmawe"bûniya nefeqeyê dijberê Makeqanûnê ye serlêdana li Dadgeha Makeqanûnê û redkirina vê serlêdanê di sala 2011'yan de ketibû rojeva raya giştî, dûmahiya wê de di sala 2016'yan de Rapora Komîsyona Hevberdanê û li ser vê bi îdiaya ku "mêrên mexdûrên nefeqeyê" hene hatiye anîn. Biryardahina nefeqeya bêmawe ya ji ber zewacên kurtedem an jî "mexdûrbûniyên" ku li ser mînakên tekane yên arasteyî pîvanên nefeqeya mêrên ku li gor gelemperiya civakê xwediyê dahatek gelek zêde ne didin ketiye rojevê wek palpişta daxwazê ya sererastkirina zagonî hat derpêşkirin. Hal bi hal ên ku vê nîqaşê derpêş dikin, rastiya ku ji ber newekheviya zayendî jin ji derfetên îstihdam û perwerdehiyê bi mêran re wekhev sûdê wernagirin û bi jinê ve xweserkirina keda nav malê di hêla aborî ve pêgirtîmahina jinê ya bi mêrî ve nabînin. Lêpirsîna ka dosyeyên nefeqeyê di kîjan rêjeyê de di vê rewşê de ye û çend kes bi vê awayê nefeqeyê didin nake. Digel ku di derbarê mexdûriyên ku tên derpêşkirin de tu dane, lêkolîn an jî krîter nayên pêşkêşkirin; ji hêla rayedaran ve hatiye qebûlkirin ku lêkolîn û daneyên bi vê awayê jî ne mewcûd in.
"Nefeqeya xizaniyê" ku bûye mijara nîqaşan di Zagona Şarwerî ya Tirk a bi Hejmara 4721 de hatiye sererastkirin. Armanca vê sererastkirinê, hevjîna/ê ku dê di encama hevberdanê de bikeve xizaniyê, ji hêla hevjînê/a din ve heta derfetên wî/ê hebin di hêla aborî de destekdahin e û pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî yên kêmtirîn e. Di Zagonê de ji bo mafê nefeqeyê zayendî nehatiye destnîşankirin û bi şertê ku qisûra hêla ku dê bi hevberdanê bikeve xizaniyê bêhtir ne giran be di rêjeya hêza wan a darayî de dabînkirina pêdiviyên jiyanî hatiye armanckirin.
Wek Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê armanca me ya lêkolînkirina di mijara nefeqeyê de; parvekirina daneyên şênber ên nîqaşên nefeqeya xizaniyê ne ku di raya giştî de diyar dibin, li hember rastiya ku di pêvajoya zewacê de hem keda jinan a nav malê û keda lênêrînê tê xwarin hem jî dûçarê tundiyê dibin; nîşan bidin ku çawa nîqaşên xizaniyê ku bi mînakên sansasyonî û tekane tên meşandin mijarê ji esasê bi dûr dixînin, agahîgirtina di derbarê dijwariyên ku jin di pêvajoya dozên xwe yên hevberdan û nefeqeyê de dijîn e, gihîştina daneyên jimareyî yên di derbarê mêjerên nefeqeya rastî de ye, di roniya vê agahiyê de bi awayek tendurist dabînkirina meşandina nîqaşan a di raya giştî de û destnîşan dike ku êrîşên arasteyî destkeftiyên jinan bê bingeh in. Lewre nîqaşên di derbarê nefeqeya xizaniyê de ku ketiye raya giştî, ji daneyên xizaniya jinê ku ji newekheviya zayendî ya civakî pêk tê azad, bi mînakên tekane û îstisnayî ve hatiye spartin. Ji bilî vê wekî pîvanên ku bi biryarên Dadgehê li kesên ku di leha wan de nefeqe hatine diyarkirin di zagonê de hatine sererastkirin tê dîtin ku ne di rêjeya "dabînkirina debarê" de ye, di biniya sînora birçîtî û xizaniyê de ye. Nefeqeyên ku di leha jinan de hatine darazkirin lê nehatine berhevkirin, ji ber bergeha bi gerûya mêrî tê nîqaşkirin.
Dema daneyên rapora me werin balgirtin ji ber newekheviya kûr a di navbera jin û mêran de divê mafê nefeqeyê were parastin. Ji bilî vê divê rêjeyên nefeqeyê li gor rêjeya ku "pêdiviyên jiyanê ên kêmtirîn" pêşwazî bike were bilindkirin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê


