Têkildarê Êşkence û Miemeleya Nebaş de Daxuyaniya Çapemeniyê Bi Hevkarî
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GEL RE Êşkence û miemeleya nebaş, li welatê me di nav bin pê kirina mafê mirovan de xwedî cihekî girîng e. Êşkence hêj jî berdewam e li cihên di bin çavdêrî û serpereştiya hêzên ewlehiyê de, di…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GEL RE
Êşkence û miemeleya nebaş, li welatê me di nav bin pê kirina mafê mirovan de xwedî cihekî girîng e. Êşkence hêj jî berdewam e li cihên di bin çavdêrî û serpereştiya hêzên ewlehiyê de, di wesayîtên piştî qefaltinê kes tê de tên girtin de, li qadên neyasayî yên berhev kirinê, li navendên binçavkirinê, di girtîgehan de û li leşkergehan. Êşkence, kiryarên bi zorê yên derhiqûqî, bêreje yên hêzên ewlehiyê yên bi fermana otorîteyên siyasî, carinan bi girtina çavê xwe jê re ji aliyê demokrasî û mafê mirovan ve dibe gefa sereke.
Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê;
Di çendê dawî de bi taybetî di dema kirina bin çavan û girtinê de êşkence, miemeleya nebaş û reftarên rûmêtşikên bûyê pratîkeke îdarî ya sîstematîk. Hema bibêjê operasyon tev bi biryara dadgehan bi şev tên kirin, cihê ku li deriyên malan bê xistin şikandina deriyan bûye kirineke rûtîn.
Di dema girtina bi ser malan de tevî kesê/a bişik li maliyan tevan êşkence, û miemeleya nebaş tê kirin û gef li wan tê xwarin.
Têkildarê van îdiayan tên îdia kirin ku di 8’ê berfanbara 2019’an de li navenda Amedê polîsan deriyê mala kesên bi navên M. Ç û M. Ç şikandiye û ketine hundir û li maliyan xistiye, çêrê wan kiriye, heqaret kiriye li maliyan û gef xwariye li wan. Kesê/a bi şik/ M.Ç îdia kiriye ku elektro şak dane, di dema êşkenceyê de mil deriziyê û canê wî bi çend cihan reş û şîn bûye.
Kesê/a bi şik a/ê din M.Ç derbiriye ku tevî ku gotiye berê ji ber ku qeza kiriye platîn heye di lingê xwe de; bi taybetî cihê ku platîn tê de ye hatiye derb kirin, ji lewma bi zorê dimeşe, lêvên xwe teqiyane ji ber derb kirinê canê xwe bi çend cihan reş û şîn bûye.
Ji ber îdiaya di operasyona 8’ê Berfanbara 2019’an li gundên Misêrikê û Kerrikê ên Navçeya Çinarê ya Amedê hatiye kirin êşkence hatiyê kirin li gundiyan Komeleya Mafê Mirovan a Amedê û parêzerên endamên Baroya Amedê ne, çûne van gundan da ku lêkolîna îdiayên êşkenceyê bikin. Bi çûna gund a parêzeran leşkeran nehiştiye ku parêzer biçin cihê bûyerê. Îcar bi berteka gundiyan karê lêgerînê hatiye qedandin û hêzên ewlehiyê veqetiyane ji gund.
Di 9’ê berfanbara 2019’an de du serîlêdan hatine kirin li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ê Amedê. Di çendê dawîn de jî di navbeyna kesên bişik ên hatine binçav kirin û parêzeran de hevdîtin hatine kirin. Hatiye derbirîn ku ji şexsên yek ê ku hatiye binçav kirin û êşkence lê hatiye kirin ji sedî pêncî biasteng e. Welatiyê bi navê A.E dema li nav erd bûye hatiye binçav kirin, li gor gotinên welatiyî û çavderiyên parêzeran bi saetan êşkence lê hatiye kirin. Hatiye derbirîn ku li ser ser û çav û guhê welatiyê bi navê A. E’yî gelek derb hene, guhê wî diêşe û dermanê wî nayê dayîn. Ji wê boneyê parêzer ji bo neql kirinê ambûlans xwestiye. Lê ambûlansê welatiyê bi navê AE’yî nebiriye nexweşxaneyê. Û di dema mueyene kirina edlî de ji aliyê bijîşk ve hatiye tespît kirin ku parsûyên A. E’yî şikestî ne.
Bi serîlêdanên hatine kirin li Mafê Mirovan a Şaxê Amedê û bi tespît û çavdêriyên parêzeran ji bo tespît û vekolînê li gundan, di 11’ê berfanbara 2019’an de şandeyek hatiye avakirin. Tespît û çavdêriyên li vir hatine kirin û encam bi berfirehî di rapora me de ye.
Kedkarên hêja yên çapemeniyê;
Kesên bişik/mexdûr ji bo dema wan a binçav kirinê dirêj bikin derxistine dadgehê, haya parêzeran wan pê nexistine, li şûn ku dadger guhdariya îfadeyên wan bike katiban îfadeyên wan nivîsîne. Li gor yasayan di dema dirêj kirina dema binçav kirinê de kesên bişik divê biçin Dadgeha Silh û Cezayê û ji aliyê dadgehê ve dema wan a binçav kirinê were dirêj kirin. Lê li gor îdiayan rayeya tê dayîn ji bo dadgehên silh û cezayê heta tu bibêjî bi formelî tê bikaranîn. Dadger ji guhdarî kirina kesên bişik û yên parastina wan dikin direvin, ev berpirsiyariya yasayî ji aliyê xebatkarên nivîsînê ve bi cih tê anîn. Herwiha daxwaznameya banga sûc ku parêzerên mexdûran êşkencekirî ji ber ku wekaletname kêm bûye pêşî nehatiye qebûl kirin ji aliyê dozgeriya serîlêdanê ve, bi hevdîtina bi dozgerî re hatiye kirin daxwazname hatiye qebûl kirin.
Reftarên kêfî û bi tolerans ên meqamên edlî, dibe sedema sûcên êşkence û miemeleya nebaş, kiryaran wêrek dike, û mexdûran ditirsîne ku li heqê xwe negerin. Wek encam; pirê mexdûran naxwazin êşkence bibe meseleya meqamên edlî û xwe nadin ber şikayet kirinê.
Di gelek bûyerên ku îdiayên êşkence û miemeleya nebaş hene de, tê îdia kirin ku di dema girtina mexdûran de ji ber mexdûr li ber xwe didin ji lewma hêzên ewlehiyê li wan didin û di zabitan de bi vî awayî tê sererast kirin. Li ser şikayeta mêxdûrên êşkencekirî bi îdiaya ‘’ li hember peywirdarekî raya gel li ber xwe daye’’ dest bi lêpirsîn û peyketinê tê kirin di eleyhê mexdûran de. Ev kirin ji bo derxistina holê ya sûcê êşkenceyê, lêpirsîn û bipeyketinê astengiyeke bingehîn e. Rê û rêzika emirker di amadekirina du kesên ji cîranan an jî ji rûspiyan di dema lêgerînê de li gor yasayan; tê raçav kirin ku pirê caran bi hîle tê kirin. Di sepandinê de pirê caran piştî ku kirinên wek lêgerîn û qefaltinê bi dawî dibin bangî du kesan tê kirin û girtek bi wan tê îmze kirin. Wek ku me li jor got her ku diçe sûcê êşkenceyê berbelav dibe, dibe pratîkeke îdarî û bê ceza dimîne. Ev yek ji pirsgirêkên yasayî zêdetir ji ber kirinên nebaş ên rayedaran diqewime.
Em dixwazin cardin bi bîr bînin ku di destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên Tirkiye jî aliyek e de, êşkence bi esehî hatiye qedexe kirin û ev sûc ne girêdayî bihûrîna demê di ser re ye. Divê derhal dawî li kirinên wiha yên ne insanî were anîn, yên ku êşkenceyê û miemeleya nebaş dikin ji karê xwe werin derxistin û ji ber kirinên xwe bi bandorî werin darizandin. Di serî de Dozgerên Komarê em bang li meqamên edlî û îdarî tevan dikin ku tevdîr û tidarekên bi bandor û pêximker bikin li dijî êşkenceyê.


