“wek jineke welatê min tune, wek jineke ez welatek jî naxwazim, wek jineke hemû cîhan welatê min e” Virginia Wolf Tirkiyeyê di dîroka 09.10.2019'an de digel hemû îtirazên civaka navneteweyî biryara mudaxileya leşkerî ya yekhêlî ya arasteyî Sûriyeyê girt. Li şûna ku pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî bi dîplomasî, diyalog, mafê mirovan, bi rêzik û saziyên navneteweyî çareser bike şer wek tekane vebijarkê li civakê tê ferzkirin. Halbihal rewşa heyî di encama polîtîkayên şaş ên desthilatiya siyasî ji ber zehmetiyên rêvebirina qeyrana sosyal, siyasî û aborî ku ketiye nav pêk tê. Desthilatî ji nîqaşkirina vê rastiyê ya di nav raya giştî de nerazî ye. Ji ber vê yekê hemû bertekên demokratîk û aştiyane yên dijberê şer tên krîmînalîzekirin û bi amûrên pêkutiyê tên astengkirin. Tecrûbeyên ku rabirdûyê de hatine jiyandin dide nîşandan ku derdora şer û pevçûnê, jin bêhtir dûçarê tundî û cihêkariya bi bingeha zayenda civakî dibin.
Serokê baroya me Tahîr ELÇÎ; di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de ji bo li nik Minareya Çar Ling a dîrokî ku di dema pevçûnên ku li navçeya Sûrê ya Amedê de hatin jiyandin de zerarê dîtibû xwedî li mîrateya dîrokî-çandî…
Serokê baroya me Tahîr ELÇÎ; di dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan de ji bo li nik Minareya Çar Ling a dîrokî ku di dema pevçûnên ku li navçeya Sûrê ya Amedê de hatin jiyandin de zerarê dîtibû xwedî li mîrateya dîrokî-çandî der bikeve piştî dahina daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Minareya Çar Ling hatiye qetilkirin. Rêzdar Tahîr ELÇÎyî di vê daxuyaniya xwe ya çapemenî ya dawî de bi gotinên; “wekî hûn niha dibînin mixabin Minareya Çar Ling ku dema Amed tê gotin herî zêde ew di bîra me de zindî dibe, herî zêde Amed bi navê wê tê bibîranîn, herî zêde di zihna me de dibe sembol bi lingên wê ve dahine. Em vê dibêjin; Minareya Çar Ling a dîrokî bangî mirovahiyê dike. Ji me re dibêje bi linga min ve dan, min çi şer û çi felaket dîtin, lê min îxanetek wisa nedît. . Ev avaniya dîrokî li Adanolyayê berhemeke ku tekane mînak e. Li cîhanê mînakek wê ya din tune ye. “Em wek Amedî, wek Baroya Amedê em li berhem û nirxên xwe yên dîrokî, li keda hezar salan a mirovahiyê, li daneheva wê, li vê bajarê qedîm xwedî der bikevin.” Xwedî li mîrateya dîrokî û nirxan der ketiye û bi gotina; “Em li vê herêma dîrokî ku ji gelek şaristaniyan re dergûşiyê kiriye, mazûbaniyê kiriye, li vê herêma qedîm, li vê warê hevpar ê mirovahiyê em çek, pevçûn, operasyon naxwazin. Em dibêjin bila şer, pevçûn, çek û operasyon ji vê qadê dûr bin. Bi vê armancê, îro bi hevalên xwe re, bi hevalên xwe yên endamên Baroya Amedê re û bi Amediyan re em li vir in.” careke din xwedî li aştiya ku ev ax bi sedan salan e hesreta wê ye ku dirêjiya emrê xwe de têkoşîna wê domadibû der ketiye. Di derbarê kuştina Birêz Tahîr ELÇÎ de ku jiyana xwe gorî têkoşîna aştî û mafên mirovan kiriye di dosyeya lêpirsînê ku ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hatiye destpêkirin de heta îro tu pêşveçûnek nehatiye jiyandin û hê jî kiryar nehatine tespîtkirin. Tê xwestin ku kuştina Birêz Tahir ELÇÎ ku emrekî gorî kiryar nediyariyan kiriye jî veguhere kiryar nediyariyê û were jibîrkirin. Em dixwazin ji bo navê Birêz Tahîr ELÇÎyî û têkoşîna wî ya mafên mirovan bidin jiyandin, vê kuştinê û bi hezaran kuştinên kiryar nediyarî, wendakirinên bi zorê, valakirina gundan ango bi tevahî sûcên hember mirovahiyê di bîran de bidin girtin, kiryarên van sûcan derxînin pêşberê darazê bi vê mebestê vekirina hinek derî ya li darîhevketina raboriyê bi wêneyê asta haydarîtiyê bilind bikin. Tam jî ji ber vê awayê wek wêrisên têkoşîna wî em ji vê derê bi awayekî vekirî gazî wênekêşên amator û profesyonel dikin. WERIN; hûn jî bi wêneyên xwe mil bidin têkoşîna me ya darîhevketina raboriyê, mafên mirovan a bingehîn û azadiyan. Wêneyên xwe bikşînin û “Pêşangeha me ya Wêneyan a Mafê Mirovan a Tahîr Elçî” rûmetdar bikin. Em ji niha ve ji we tevan re ji bo piştgirî û têkariya ku we dahiye spas dikin.


