Wekî Baroya Amedê Di Derbarê Mehmet EYMUR û Gumanbarên Din De Bi Hinceta Îşkence, Muameleya Dermirovî û Xerab, Înfazên Bêdaraz Û Bikaranîna Hêza Bêpîvan A Di Wesfa Kujeriyê De Ku Piştî Salên 90’î Tên Serlêdana Sûc Hate Kirin.
JI SERDOZGERIYA KOMARÊ RE AMED Ê KU ÎXBAR KIRIYE: Serokatiya Baroya Amedê-Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît EREN MIJARA DAXWAZÊ: Bi nihêrtina naverokên axaftin û hevdîtinên kesê bi navê Mehmet EYMÛRî ku di çapemeniyê de…
JI SERDOZGERIYA KOMARÊ RE
AMED
Ê KU ÎXBAR KIRIYE: Serokatiya Baroya Amedê-Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît EREN
MIJARA DAXWAZÊ: Bi nihêrtina naverokên axaftin û hevdîtinên kesê bi navê Mehmet EYMÛRî ku di çapemeniyê de hatine kirin, daxwaza meşandina lêpirsîn/ên kartêker ên di derheqê tespîtkirina gumanbar/ên ku di salên 1990'î de li bajarên curbecur ên Tirkiyeyê bi taybetî li Amedê îşkence, înfazên bêdaraz û bikaranîna hêza kujer a bêpîvan bi kar anîne de ye.
DAXUYANÎ:
Bi şerên çekdarî ku di sala 1984'an de dest pê kirin û di destpêka salên 1990'î de tundiya xwe zêdetir kirin re, di encama bikaranîna îşkence, înfazên bêdaraz û bikaranîna hêza kujer a bêpîvan de, di serî de mafê jiyanê û qedexeya îşkence, muameleya xerab û dermirovî binpêkirinên giran ên mafên mirovan hatine jiyandin.
Bêcezabûna ku li Tirkiyeyê bi taybetî yek ji zehmetiyên dabînkirina rêzdariya ji mafên mirovan e, pirsgirêkbûniya xwe ya kronîk û rojanehiyê didomîne. Dîroka nêz a Tirkiyeyê bi bêcezamahina binpêkirinên mezin ên mafên mirovan, pêkneanîna hesabdahinê û rûbirûbûnemahina bi raboriyê re tê zanîn.
Serokê berê yê Daîreya Kontrterorê ya MÎT'ê Mehmet Eymur di malpera T24'ê de bi rojnamevan Gokçer Tahîncîoglûyî re hevpeyvînek kiriye. (https://t24.com.tr/haber/leman-gokcer-tahincioglu-nun-ses-getiren-mehmet-eymur-roportajini-kapagina-tasidi,992280), Di Halk TV’yê de di weşana zindî de (https://www.youtube.com/watch?v=RJAFAEvovQc) daxuyanî dahiye.
Ev hevpeyvina ku Mehmet Eymurî li ser pirsa "Ma ev ji we re normal xuya dikin? Ev rêbazên îşkenceyê yên sîstematîk in. Ma divê ev ne sûc bin? Lê hûn hê jî dibêjin ji bo dewletê pêwîst e.” bersiva: “Na, ger rêyek din a axaftinê tune be, dibe. Ez hê jî wisa difikirim. Lewre tîpên pir serhişk hene. Bi awayekî din dahina axaftinê pir zehmet e.” dahiye, bi tevahî di serî de qedexekirina îşkenceyê li ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan/sûcên ku ji berê vir ve li Tirkiyeyê hatine jiyîn mikurhatiniyek/delîlek eşkere ye. Dîsa ji hêla heman kesî ve di weşana zindî ya Halk TV'yê de îfadeyên wekhev dahiye ku îşkence kiriye û hatiye kirin.
Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) Ya Li Dijî Cezayê an jî Muameleya Biçûkxistinê an jî Dermirovî Zalimane ên Din û Îşkence, ji bo parastina nirx û rûmeta ku mirov xwedî ye bi tevahî îşkenceyê qedexe dike. Ev qedexeya ku destkeftina hevpar a malbata mirovan e û yek ji rêgezên bingehîn ên hiqûqa mafên mirovan ên nûjen pêk tîne, di warê hiyerarşiya norman de di çawaniya rêzika raser de ye, bi gotineke din di çawaniya rêzika fermanê de ye. Ji ber vê yekê di bin tu şert û mercî de îstisnaya wê nabe. Di paragrafa 2. ya Xala 2. ya Peymanê de ev rewş wiha tê gotin: “Tu rewşek awarte, ne rewşa şer û ne jî gefa şer, ne bêkarîniya siyasî ne jî rewşek din a awarte ji bo pêkanîna îşkenceyê hincet nayê nîşandan".
Ev daxuyaniyên ku di çawaniya mikurhatinî/delîlên li ser Mehmet Eymurî bi xwe û avahîyên ku ew tê de ye de ne, kesên ku ferdî îşkenceyê dîtine û hesta edaleta civakî bi awayekî neselihandî dirûxîne. Vê mikurhatiniyê di heman demê de, di serî de îşkence û muameleyên din ên xerab diyardeya bêcezatiyê ku sedema bingehîn a dabînkirina berdewamîtî û pergalîtiya binpêkirinên mafên mirovan ên giran e careke din dahiye diyarkirin. Ji her tiştî wêdetir, ev mikurhatiniyên ku bi vê qasî bêperwa û bêrû hatine kirin rûxîna ku li welatê me di nirxên mafên mirovan de hatiye jiyandin jî nîşan dide.
Sûcê ku li hember mirovahiyê pêk hatiye ku di hêla hiqûqa navneteweyî de jî hatiye nirxandin di 77.m QCT'ê(TCK) de hatiye sererastkirin. Dîsa di qanûnê de hikmeke vekirî heye û destnîşan dike ku di sûcên hember mirovahiyê de ku sûcekî navneteweyî ye demborîtî nayê bikaranîn. Qanûna QCT ya bi hejmara 5237'an ku sûcên ku li hember mirovahiyê pêk hatine sererast kirine di sala 2005'an de ketiye meriyetê.
Rêgeza qanûnîtiyê paş ve meşandina qanûnan qedexe dike. Rêgeza Qanûnîtiyê, di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ku di sala 1948'an de ji hêla Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin de jî hatiye destnîşankirin ku tu kes ji ber kiryareke ku dema pêk hatiye li gor hiqûqa neteweyî û navneteweyî sûcekî pêk nayne nayê darizandin û bi wê awayê di bin parastina navneteweyî de hatiye girtin. Her wiha di Xala 7'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ku di sala 1950'yan de hatiye qebûlkirin de jî ev daraz cih digre. Xala 38/1 a Mskezagona Tirkiyeyê ya sala 1982'yan jî hêla Makezagonî li vê parastina ku di QCT'ê de cih digre zêde dike. Li gor Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî endamê wê ye, cezakirina kiryarên ku di dema pêkanîna wan de ji hêla hiqûqa navneteweyî ve wekî sûc hatine hesibandin, ger di dema pêkanînê de di hiqûqa hundirî de cih negirin jî wek paşveyî cezakirin ne dijraberê rêgeza qanûnîtiyê ye. Di dozên paşveyî yên sûcê li dijî mirovahiyê de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi salan e gelek biryar dide ku Xala 7'emîn a PMME'yê ku rêgeza paşvenemeşînê dihewîne nehatiye binpêkirin (Doza Okkalı/Tirkiyeyê).
Çawa ku kesê bi navê Mehmet EYMURî di daxuyanên xwe de diyar kiriye, ji hêla wî bi xwe ve dibe an jî ji hêla kesên din ên gumanbar ên têkildar ve, di nav pêkhate an avahiyên ku bi mebestên siyasî, felsefî, nijadî an jî olî di nav dewletê de birêxistin bûne û li hember beşeke civakê bi awayekî plankirî û birêkûpêkî pêkanîna wan a îşkence, muameleya xerab û dermirovî, divê di çarçoveya pênaseya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin. Divê ji hêla Dozgeriya we ve, naverokên daxuyaniyên mijara gotinê werin lêkolînkirin, di wergiriya lêpirsînê de di encama îşkence, înfazên bê daraz û bikaranîna hêza kujer a bêpîvan de bi navê gumanbar îfadeyên Mehmet EYMUR û ya kesên ku di naveroka axaftinê de derbas dibin werin girtin û divê delîl bên komkirin.
Her çend di hin dosyayên lêpirsînê de biryara neşopandinê hatibe dayîn jî, çi ji bo nebûyîna demboriya di wergiriya sûcên hember mirovahiyê de dibe çi jî li gor Xala 172/2. a CMK'ê ya bi hejmara 5271'an dibe, divê hebûna gumana kafîtiyê li ber çavan bê girtin û lêpirsîn ji nû ve bêne vekirin. Dema vegotinên kesê bi navê Mehmet EYMURî yên dîtinî ku dispêrin agahiyên di derbarê bikaranîna hêza kujer a bêpîvan, înfazên bê daraz û îşkenceyan ku meşandina fealiyetên di nav pêkhateyê de diyar dike werin lêkolînkirin, ji ber pêkanîna babeta şik û gumana kafî ya di babeta pêkanîna fealiyet û çalakiyên di pênaseya sûcên hember mirovahiyê de ku bi awayekî sîstematîk di nava pêkhateyê de hatine kirin divê lêpirsîn ji nû ve werin destpêkirin û bi awayekî kartêker werin meşandin.
Li gor xala 90. a Makezagonê ya 1982’yan, peymanên navneteweyî xwedî hêza hiqûqê ne û di hêla Komara Tirkiyeyê de di hikma qanûnê de û girêdar in. Tevî vê yekê, hatiye destnîşankirin ku ger di navbera qanûn û peymana navneteweyî ya ku bi rêk û pêk hatiye qebûlkirin de dubendî der bikeve, dê hikmên peymanê werin sepandin. PMME (Peymana Mafên Mirovan a Ewropa) di sala 1954'an de hatiye qebûlkirin û ketiye meriyetê. Tevî vê yekê, Tirkiyeyê mafê serlêdana takekesî ya li pêvajoya venêrînê ya PMME'yê di sala 1987'an de û li rayeya daraza mecbûrî ya DMME'yê di sala 1990'î de qebûl kiriye. Di sala 1954'an de bi qebûlkirina PMME'yê re, divê hiqûqa navxweyî li gorî peymanê ji nû ve bê sererastkirin û di dijraberiyan de hikmên peymanê werin sepandin.
Berpirsiyarên sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk anîne ku binpêkirina giran a mafê mirovan e bi binpêkirina xala 2’emîn a ku di PMME’yê de hatiye sererastkirin û qedexekirina îşkenceyê ku di xala 3’yemîn de hatiye sererastkirin, bi polîtîkaya bêcezatiyê ku di dîroka Tirkiyeyê de bûye rewşeke tîpîk bi demborîtî an jî bi cezayên girtîgehê yên sembolîk tên cezakirin. Di dîroka Tirkiyeyê de polîtîkaya bêcezatiyê hatiye rewşa diyardeyek binyatî. Komkujiya Dersimê, Komkujiya Mereşê, bûyerên 6-7ê Îlonê, kuştinên kiryar nediyar, di serî de li Girtîgeha Amedê di qetlîamên ku li girtîgehan hatin jiyandin de sûcên ku pêk hatin wek encameke polîtîkaya bêcezatî ya Tirkiyeyê kiryar diyar in lê ji ber muafiyeta darazê rê li ber darizandina gumanbaran hatiye girtin. Dîsa di bûyera ku di 29'ê Kanûna 2011'an de li Qilabanê 34 kes hatin qetilkirin de bi biryara neşopandinê, ji bo cezakirina sûcdaran ji pêkanîna fealiyetên darazî xwe dûrxistin çê dibe. Di wergiriya polîtîkaya bêcezatî ya di derbarê bikaranîna hêza bêpîvan a bi çawaniya kujende de, înfazên bêdaraz, qedexeya muameleya xerab a dermirovî û îşkence, tespîtkirina kiryaran û pêşî li darizandinê tê girtin. Bersûcên Doza Sûsûrlûkê ku bi kuştinên bêhejmar û sûcên bi vî rengî li ser wan tên kirin, hema hema di hemû dozên ku tên darizandin de, bi biryarên wek demborîtî û beraetê tê xwestin ku jêpakbûna wan were pêkanîn.
Digel binpêkirinên mezin ên mafan ku li Tirkiyeyê tên jiyandin, tê dîtin ku qinyata berbelav a civakê û hesta hevpar a mexdûran, muafmahina kiryaran a ji cezayê, hewldana pakderxistina sûcî/sûcdaran birînan kûrtir dike, pratîkên rûbirûmahina paşerojê, têgihîştina paşerojê, telafîkirin û darizandinê ku di tu demek de girîngî nehatiye dahin, di derbarê çareserkirina vê pirsgirêka di çawaniya buyeriyê de di çareseriya hiqûqî de polîtîkayek tune ye. Di vê wergiriyê de, îfadeyên gumanbar Mehmet EYMÛRî ku di cewherê mikurhatiniyê de ne û divê wek delîlên berbiçav bên qebûlkirin ku îşkence, muameleya dermirovî û xerab, înfazên derveyî darazê û bikaranîna hêza bêpîvan a kujer berbelav in û bi awayekî sîstematîk di nav de têne sepandin. Divê Gumanbar Mehmet EYMUR û kesên din ên pêwendîdar di wergiriya pêvajoyeke darazê ya bibandor de, bêyî ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de zagonên sinorkirinê bên meşandin divê bên darizandin û cezakirin.
ENCAM Û DAXWAZ:
Li gor xisûsên ku me li jor îzah kirine; divê beyanên kesê bi navê Mehmet EYMURî li ber çav werin girtin û lêpirsîn were destpêkirin, bi armanca ku lêpirsîn bi awayek kartêker were meşandin, Mehmet EYMUR û gumanbarên eleqedar werin cezakirin bi awayek lezgîn meşandina fealiyetên darazî tê daxwazkirin.
Serokê Baroya Amedê
Prz. Nahît EREN
Ji Bo Gihîştina Daxwaznameya Danebihîza Sûc BITIKÎNIN


