20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê; Jiyana Bi Lêhatina Rûmeta Mirovan, Mafê Bingehîn a Her Ferdî Ye…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE 20’ê Hezîranê ku roja qebûlkirina Peymana Cenevre ya Di Derbarê Statuya Hiqûqî ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya 1951’an ku Statuya Penaberan diyar dike û îlticayê wek mafeke bingehîn a…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
20’ê Hezîranê ku roja qebûlkirina Peymana Cenevre ya Di Derbarê Statuya Hiqûqî ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya 1951’an ku Statuya Penaberan diyar dike û îlticayê wek mafeke bingehîn a mirovan dibîne ye, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek “Roja Penaberan a Cîhanê” hatiye qebûlkirin. Tevî vê yekê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di Xala 14. a Daxuyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan de ku di dîroka 10’ê Befanbara 1948’an de qebûl kiriye bi vegotina ‘mafê her kesî di bin zilmê de xwe girtina li welatên din û sûdwergirtina ji derfetên îltîcayê heye.’ mafê penaberbûnê di nav mafên bingehîn de jimartiye.
Armanca îlankirina Roja Penaberan a Cîhanê, destnîşankirina pirsgirêkên penaberan, nîqaşkirin û di vê mijarê de afirnadina hayjêbûniya civakî ye. Tevî vê yekê, di encama hilkişîna lêkdan, zilm, pêkutî û bûyerên tundiyê ya li gelek welatan de li giştî ya cîhanê zêdebûna hejmara penaberan her roja ku diçe zêdetir dibe. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNCHR), di rapora xwe ya salane de ragihand ku ji sala 2018’yan pê ve li cîhanê 70 milyon û 800 hezar kes ji cihê xwe hatine rakirin. Nêzê 15 milyonên ji vê hejmarê neçar ma ku xwe li welatên din bigre. Li gor heman daneyan 5 milyon û 835 Hezarên ku neçar mahine xwe li welatekî din bigrin ji Sûriyeyiyan pêk tên, 3 milyon ji Venezuelayiyan, 2 milyon ji Afganiyan pêk tên.
Ji ber herêmên tampon ku li welatên Ewropa hatine avakirin penaber nikarin îltîcaya van herêman bikin an jî dema hewl didin îltîcayê bikin wek Alan Kurdî bi deh hezaran penaber li deryayan jiyana xwe ji dest didin. Penaberên ku di îltîcakirinê de bi ser dikevin jî li wargehan dûçarê muemeleyên dermirovî tên hiştin.
Li gor daneyên ku Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Hundir dahiye ragihandin ji dîroka 16’yê Gulana 2019’yan pê ve li Tirkiyeyê 3.9 milyon penaberên qeydkirî hene. Li gor vê li Tirkiyeyê 3 milyon 606 hezar 737 hemwelatiyên Sûriyeyê, 169 hezar hemwelatiyên Afgan, 143 hezar hemwelatiyên Iraqê, 35 hezar hemwelatiyên Îranê, 4 hezar û 800 rajêriyên Somaliyê, 10 hezar ji yên din 3.9 milyon penaber dihewin.
Komara Tirkiyeyê di dîroka 11/04/2013’yan de Zagona Parastina Navneteweyî û Biyaniyan weşand û di mijara îltîcayê de cara pêşîn bû xwediyê sererastkirinek qanûnî. Di vê hêlê de girêdayî Wezîrtiya Karên Hundir Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê û di hêla Bajaran de teşkîlat ava kirine û bi navbeynkariya van teşkîlatan xebat pêk anîne. Lê di hêla pêşwazîkirina mafên bingehîn a penaberan de ev gav gelek kêm mahine. Lewre pirsgirêkên penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn her roja ku diçe kûrtir dibin. Hinke ji pirsgirêkên penaberên ku li Tirkiyeyê dijîn wiha ne;
· Kêmbûna zêde ya hejmara Wargehan, li wargehan mahina beşa gelek hindik a penaberan, nebaşkirina mercên jiyanê ya li Wargehan,
· Nebaşkirina şertên dermirovî ya li navendên paşve şandinê, bi xwesipartina biryarên raçavkirina îdarî di bin şertên xerab de bi mehan pêgirtina penaberan a li navendan,
· Ji Saziyên Civaka Sivîl û Baroyan re venekirina serdanê, bi Parêzeran re nedanîna pêwendiyê ya penaberên li wargeh û navendan û bi têra xwe negirtina alîkariya hiqûqî,
· Di berdêla pereya qelendê de bi mêrên li Tirkiyeyê re zewicandina jinên penber a wek hevjîna duyemîn, arasteyî jinên Penaber çêbûna êrîşên fizîkî û zayendî,
· Suriyelilere karşı nefret ve ayrıştırıcı söylemlerin son günlerde artması,
· Bi qedexeya plajê ya arasteyî Sûryeyiyan hebûna qedexeyên hiqûqî û civakî û derketina holê ya astengkirina wan a adaptebûna jiyana civakî ku bi awayekî vekirî dijberê mafên mirovan e û cihêkariyê vedihewîne,
· Di encama bi sînordarî dahina destûra xebatê ya ji penaberan re xebitandina derveyî qeydê ya penaberan û bi vê ve girêdayî bê ku tu ewlehiya wan hebe bi destheqên kêm di karên xeternak de xebitandina wan, hatina ji nedîtîve ya qezayên kar ku dûçar dimînin e. Ev pirsgirêkên bingehîn û yên wek van hê jî negihîştine çareseriyek.
Ji hêla din ve her çiqas cîhan, kesên ku ji cihê xwe bi zorê hatine rakirin û xwe li welatên 3. girtine wek penaber pênase dike jî, Tirkiye ji ber şerha ku daniye peymana Cenevreyê mirovên ku ji welatên konseya YE’yê(AB) li welatê me girtine wek Penaber, mirovên ku ji welatên din hatine wek xwelêgirtî, mirovên ji Sûriyeyê hatine welatê me jî wek ên ku di bin parastina demkî de ne pênase dike. Ji berk u bi vê pênasekirinê mirovên ku derveyî penaberan de ne di her kêliyê de dikarin neçar bimînin ku vegerin welatê xwe nikarin li welatê me entegre bibin, di serî de mafê xebat û perwerdehiyê di hêla gelek mafan de paş ve dimînin.
Baroya me bi israr e ku kesên îltîcaya welatê me kirine ger xwelêgirtî an jî di bin parastina demkî de bin jî li gor normên mafên mirovan ên gerdûnî van kesan wek penaber bide îfadekirin.
Di serî de Sûriye û Afganîstan, dema bi milyonan mirovên ku ji derdora şer û tundiyê reviyane, bê daxwaza xwe hatine neçarkirin ku welatê xwe biterikînin bi binpêkirinek mafê re rû bi rû bimînin an jî di gihaştina mafên xwe de pirsgirêkan bijîn, di dabînkirina gihaştina wan a edaletê de em hay ji berpirsiyariya Baroya xwe hene. Ji ber vê yekê jî em wek Baroya Amedê, bi navbeynkariya Komîsyona xwe ya Penaberan di nav hempîşeyên me de dibe bi gelek saziyên neteweyî û navneteweyî re dibe xebatên xwe yên parvekirin û perwerdehiyê dimeşîne; ji bo penaberên ku serî li Yekeya Alîkarî ya Edlî dahine pirsgirêkên wan ên ku ji hiqûqa malbat û kar pêk tên bi awayekî lezgîn û kartêker werin çareserkirin bê ku tu belge û qeyd werin xwestin em ji wan re parêzeran tayîn dikin. Ev xebata me pirsgirêka Penaberan ku her roja ku diçe mezin dibe bi wateyek tam nikare çareser bike. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di serî de ji welatê me û welatên cîhanê bendewariyên me ev in,
· Divê ji mafê mirovan a Penaberan re rêzdarî were girtin û ji bo danîna jiyaneke bi rûmet zemîn were amadekirin, bê ku li aîdiyeta wê bê nihêrtin kesên ku bi zorê hatine koçberkirin wek penaber bên pênasekirin.
· Teqez li rêgeza paşve neşandinê were rîayetkirin,
· Berlêgirtina bazirganiya mirov û pêkanîna sererastkirinên qanûnî ku ji bo van sûcan danekirinên giran tê derpêşkirin, astengkirina bûyerên paş ve tehndanê ku li sînoran pêk tên,
· Dabînkirina adeptebûna penaberan a li jiyana civakî, bi dabînkirina wan a entegrebûna li civakê dabînkirina hêsaniyên ji bo bikaribin bibin hemwelatî,
· Pêşîlêgirtina êrîşên zayendî û fizîkî ya li jinên penaber ku zewacên bê daxwaza wan an jî zorlêdana wan fuhûşê
· Bi dahina destûra xebatê ya ji penaberan re dabînkirina derfeta pêşvebirina behreya wan a pîşeyî, her wiha pêşîlêgirtina xebitandina wan a derveyî qeydê.
· Pêşvebirina polîtîkayên di derbarê perwerdehî û tenduristiyê de ku pêşî li pêkhatina zarokên nesla wenda digre,
· Ji bo astengkirin û lêpirsînkirina sûcên dermirovî ku li hember penaberan pêk tên avakirina mekanîzmayên di çapa navneteweyî de
· Bi vegotinên ku cihêkarî û nefretê dihewînin re pêkanîna têkoşîneke bi bandor
KOMÎSYONA MAFÊN PENABERAN A
SEROKTIYA BAROYA AMEDÊ


