Baroya Me û Saziyên Civaka Sivîl Li Hember Binpêkirina Mafan Ku Li Saziyên Înfaza Cezayê Tên Jiyandin Daxuyaniyeke Hevpar Dan.
EM JIYANÊ Û RÛMETA MIROVAN DIPARÊZIN! Hejmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zêdebûneke cidî tê jiyandin. Ev zêdebûna ku bi rêjeyek pêwîst dibe sedema zêdebûna binpêkirinên ku tên jiyandin, tespîtkirin û…
EM JIYANÊ Û RÛMETA MIROVAN DIPARÊZIN!
Hejmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zêdebûneke cidî tê jiyandin. Ev zêdebûna ku bi rêjeyek pêwîst dibe sedema zêdebûna binpêkirinên ku tên jiyandin, tespîtkirin û çareseriya pirsgirêkên heyî jî pêwîst dike.
Li Tirkiyeyê girtîgeh, di serî de muxalif bûne cihên mirovên ku ji hêla desthilatiya siyasî ve weke "xeternak" hatine dîtin tên pêgirtin. Îşkence, muameleya xerab û dermirovî ne tenê li ser girtiyên polîtîk; di heman demê de li hember girtiyên edlî yên ku rewşa pêgirtina dijberî rûmeta mirovahiyê red dikin jî weke rêbaz tê bikaranîn.
Li girtîgehan rêzikên "standardên kêmtirîn" ku ji bo jiyaneke "mirovî" bê dabînkirin hatine pejirîn hene. Divê ji her kesê/a ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin re, li gorî ku mafên mirovan hewce dike rêzdarî were nîşandan. Li Tirkiyeyê ku girtîgeh weke rêbaza sereke ya înfaz cezayê hebûna xwe diparêze û her sal hejmara girtiyan zêde dibe, divê girtîgeh heta ku ji dest tê li gorî mafên mirovan û pîvanên navneteweyî bên sererastkirin.
Li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî cezaya girtinê bi tenê tê wateya bêparhiştina şexsan a ji azadiyê; Li ser kesê/a girtî bi tu awayî “tevgerên zalimane, dermirovî, biçûkxistinî û rûmetşikênî” nayên bikaranîn; li hember girtiyan helwesta dijberê rûmeta mirovî nayê nîşandan. Wekî ku ji raya giştî re hat eşkerekirin û rêxistinên mafan jî di encama serdanên xwe de diyar kirin li girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Hejmar 5 a Sîlîvriyê ji hêla peywirdarên saziya înfaza cezayê ve îşkence li girtiyan hatiye kirin û hat gotin ku girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di encama vê îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dahiye. Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê ve di dîroka 13.04.2022'an de bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin ku îdiayên ku tên kirin heqîqetê nîşan nadin.
Di hiqûqa mafên mirovan de, di parastina mafên mirovan û binpêkirinên ku wek encama xwezayî ya vê ferasetê tên jiyîn de jî bi belgeyên navneteweyî hatine pênasekirin ku berpirsyarî aîdê dewletan e. Divê ji hêla meqamên edlî û îdarî ve di derbarê binpêkirinan de ji ber binpêkirina mafê jiyanê û kiryarên dijberê qedexeya îşkenceyê lêpirsînek bi bandor bê kirin. Di îdiayên ku li Sîlîvriyê hatin jiyîn û ketin raya giştî de tê dîtin ku rêveberiya girtîgehê hemû erkên xwe yên di hêla mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê de binpê kiriye. Lê belê daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê hatiye kirin, ji bendewariya di hêla lêkolînkirina îdiayan de û ji eşkerekirina rastiya maddî dûr e. Bi vê daxuyaniyê re meqama dozgeriyê, beriya ku kirariyên lêpirsînê werin temamkirin, bêxwestekî û bêtevgeriya xwe ya di mijara lêpirsîna ku di derbarê îdiayan de tê meşandin de eşkere dike. Ev jî nîşan dide ku bêcezabûna ku li Tirkiyeyê bûye polîtîka, bi vê polîtîkayê lêpirsîneke kafî û têrker ku berpirsyaran eşkere bike dê neyê dabînkirin. Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin diyar bikin ku; Divê demildest dev ji pêkanînên îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehan were berdan; Divê li hember peywirdarên giştî yên ku kiryarên derqanûnî pêk anîne mekanîzmayên lêpirsînê yên têrker bêne xebitandin. Em weke saziyên ku navên wan li jêr hatiye binavkirin şopdarên van binpêkirinan in û em bang li her kesî dikin ku di zûtirîn dem de dawî li binpêkirina mafan bînin.


