Bi SCS’yên Amedê re Daxuyaniya Me ya Hevpar ya di Derbarê Qeyûman de…
JI ÇAPMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Hilbijartin, ewlehiya jiyana demokratîk in. Rêzdariya ji îradeya gel re esas e. Sepanên qeyûmî nayên qebûlkirin! Bila Hevserokên Şaredariyê îadeyê peywira xwe werin kirin! Hevserokên…
JI ÇAPMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Hilbijartin, ewlehiya jiyana demokratîk in. Rêzdariya ji îradeya gel re esas e. Sepanên qeyûmî nayên qebûlkirin! Bila Hevserokên Şaredariyê îadeyê peywira xwe werin kirin!
Hevserokên şaredariya bajarê Amed, Wan û Mêrdînê yên di rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne di dîroka 19’ê Tebaxa 2019’yan de ji hêla Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hatine bidûrxistin. Pişt re jî waliyên bajêr, li şûna hevserokên şaredariyan ên ji peywira xwe hatine bidûrxistin wek qeyûm hatine tayînkirin.
Piştî ji peywirdûrxistin û biryara qeyûm, di heman şevê de bi hevedemî, li avahiyên xizmetê yên şaredariyan, li malên rêveberên şaredarî û HDP’ê bi şikadina deriyan serdagirtin pêk hatine. Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, di operasyonên polêsan ku li 29 bajaran pêk hatine de 418 kes hatine binçavkirin. Agahî hatiye girtin ku tenê li Amedê rêveberên şaredariyê, endamên meclisê û nûnerên civaka sivîl jî di nav wan de zêdeyî 100 kesan hatine binçavkirin. Li gor agahiyan operasyon berdewam dikin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Ji hêla hêzên zebtî ve destûr nehatiye dayîn ku hilbijêr-hemwelatî li ber avahiya şaredariyê werin ba hev û bi armanca nîşandana berteka demokratîk daxiyaniya çapemeniyê bidin, bi ava bişid, cop û gaza îsotê mudaxileyeke hişk li ser gel hatiye pêkanîn. Mafê xwepêşandana civakî û azadiya îfadeyê ku bi Xala 34. a Makezagonê hatiye ewledarkirin binpê kirine
Wekî tê zanîn; di dema OAHL’ê de 94 hevserokên şaredariyê yên HDP’yî ji peywirê hatibûn girtin û ev şaredarî hatibûn desteserkirin. Di serî de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak 66 hevserokên şaredariyan û bi sedan endamên meclisa şaredarî û yên meclisa giştî ya Bajêr hatibûn girtin. Dîsa piştî hilbijartinên xwecihî yên di dîroka 31’ê Adara 2019’yan de ji 6 endamên serokên şaredariyê yên HDP’yî re mezbateya wan nehatiye dayîn. Li şûna serokên HDP’yî ku mezbateya wan nehat dayîn endamên APK’yî ku piştî wan dengên herî zêde girtine kirine serokên şaredariyê.
Ev biryara ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye girtin, raste rast tunehesibandina mafê bijartin û hilbijartinê ya gel e. Dema li sedemên ku di daxuyaniyê de cih digirin û tên derpêşkirin bê nihêrtin; biryar ji palpişta hiqûqî bêpar; edalet û wijdana civakî ji kûr ve birîndar dike. Dîsa ji vê biryarê re wek palpişt, xala 127. a Makezagonê û bi hejmara 5393 a Zagona Şaredariyan bi hejmara 674 û xala 45. û xala 47. ku bi KHK’ya OHAL’ê hatiye guhertin hatiye nîşandan. Ev biryara ku rûdaneke mantiqa ya ku bi hilbijartinê neketiye dest bi bikaranîna zorê bidestxistinê ye, bi nirxên demokratîk û hiqûqê re li hev nayên û xespkirina îradeya gel e.
Li gor pênaseya di benda 3. 1’a Protokola Pêvek a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê Hêlên Peyankar ên Bilind, di hilbijartina dezgeha qanûndanînê de di
nav mercên ku gel bikaribe qinyatên xwe bi azadî bide daxuyandin de, bi navberên maqûl, bi dengên veşartî pêkanîna hilbijartinên serbest digrin ser xwe. Li hember vê girtina ser xwe arasteyî endamên şaredarî û serokên şaredarî tayînkirina qeyûman; mudaxilyeke vekirî ya li mafê bijartin û hilbijartin û hilbijartina serbest ku bingeha dewleta hiqûq û demokrasiyê ye û dijberiya li rêgeza rêzdariya azadiyan û mafê bingehîn e ku wek rêgezek hemû dezgehên dewletê lazim e riayet bikin e.
Bi mudaxilekirina awayekî ewqas xemnexurî ya li îradeya gel/hilbijêran derbeyeke gelek giran li hewldanên aştî û demokrasiyê hatiye dayîn. Mecra bingehîn a demokrasiyê naskirina îradeya hilbijêran e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Welêt divê pêşî rêzdariya ji mafên mirovan re bibe çandeke dewletê, aştî û demokrasî were tesîskirin.
Em wek rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl a bajêr, desthilatiya siyasî vedxwînin ku dev ji vê mudaxileya ku li îradeya gel hatiye kirin ber bide û gaveke zûtir hevserokên şaredariyan ên hilbijartî îadeyê peywira wan bike û em hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin ku li hember vê mudaxileya desthilatiya siyasî der bikevin. Em daxwaz dikin ku desthilatiya siyasî êdî dawî li sepanên xwe yên antîdemokratîk û bêhiqûqî yên vê awayê bîne.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Nûnertiya Amedê
Baroya Amedê
Odeya Tebîban a Amedê
Odeya Hekîmên Diranan
Înîsîyatîfa Maf a Nûnertiya Amedê
Odeyên Girêdayê YOAET(TMMOB)’ê ya Amedê
Şaxên KESK’a Amedê
Nûnertiya Herêmê ya DÎSK’a Amedê
Komeleya Jinan a Rosa
Komeleya Rewşa Piştgiriyê ya Jinê
Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHU-DER) Şaxa Amedê
Înîsîyatîfa Psîkologên Mezopotamya
Komeleya 78'yiyan


