Bi Tayînkirina Qeyûman re Mafê Hilbijartina bi Milyonan Mirovan Hatiye Binpêkirin!
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Di dîroka 19’yê Tebaxa 2019’yan de li Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi awayekî dijberê hiqûqê tayînkirina qeyûman mafê bi milyonan mirovan hatiye binpêkirin. Piştî vê biryara îdarî ya…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di dîroka 19’yê Tebaxa 2019’yan de li Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi awayekî dijberê hiqûqê tayînkirina qeyûman mafê bi milyonan mirovan hatiye binpêkirin. Piştî vê biryara îdarî ya awayekî dijberê hiqûqê ku em wek derbeyeke siyasî pênase dikin gelek kesan mafên xwe yên xwepêşandan, meş û civînê ku ji hêla Makezagonê ve di bin ewlehiyê de hatiye girtin bikar anîne û bertekê ji jiyandina binpêkirina maf re nîşan dahine. Li gor xala 34. a Makezagonê herkes, bê ku berê destûrê bigrin, xwediyê mafê meşa xwepêşandanê û civînê ya bê çek û bê êrîş in. Li hemwelatiyên ku vê mafê xwe xebitandin û bi rêyên aştiyane û demokratîk çalakî pêk anîn di her sê bajaran de jî ji hêla hêzên zebtî ve hêza nehevgir hatiye bikaranîn û mudaxile li wan hatiye kirin. Çawa ku ji vîdeoyên ku di derbarê mudaxileyên dijhiqûqî yên pêk hatî de ketine medayaya civakî tên dîtin, mixabin em dibin şahid ku bi awayekî vekirî mafê civîn-xwepêşandanê hatiye binpêkirin, di dema mudaxile û binçavkirinan de xwepêşander dûçarê muemeleya xerab û îşkenceyê mahine. Wek Baroya Amedê em dê di mijara binpêkirina mafî ya arasteyî hemwelatiyên ku mafê xwe yê Makezagonî xebitandine, civîn, xwepêşandan û meşa aştiyane pêk anîne de danebihîza sûc bidin û ji bo cezakirina peywirdarên gelemperî yên berpirsiyar kirariyên pêwîst bidin destpêkirin. Bi vê sedemê, ji bo em alîkariya hiqûqî bidin her kesê/a ku di dema civîn, xwepêşandan û meşê de an jî di bin çavan de muemeleya xerab an jî îşkence dîtibe bila serî li Baroya me bide.
Bi rêzdarî.
Lijneya Rêveberî ya Baroya Amedê


