Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 195emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ’yî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 194. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇİ îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Alîkara Serokê Baroya me Prz. Gazal BAYRAM KOLÛMANa ku di çalakiyê de axivî wiha got; Hempîşeyên Min…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 194. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇİ îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Alîkara Serokê Baroya me Prz. Gazal BAYRAM KOLÛMANa ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Hempîşeyên Min ên Hêja, Kedkarên Çapemenî yên Hêja;
Digel ku ji ser qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî nêzê 4 sal dem derbas bûye jî, di dosyeya lêpirsînê de tu kirariyek arasteyî rastiya madî ya şênber nehat kirin. Daxwaza me ya pêkanîna kiryarê ya di derbarê şikdarên zêde mutemel de ku di rapora ku ji hêla Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê Forensîc Archtîectûre ve hatiye amadekirin de hatine destnîşankirin nehatiye nirxandin û heta îro mixabin tu kirariyek şênber nehatiye kirin. Me hefteya berê di derbarê îdiayên li ser tunekirina hinek delîlên ji Tiba Edlî ku derketin çapemeniyê de daxuyaniya bikitekit kiribû û ji bo lêkolînkirina van babetan dahina daxwaznameyê ya ji Serdozgeriya Komarê re bi we re parvekiribû. Em dixwazin bînin ziman ku hêna agahiyeke ku gihiştibe hêla me tune. Em di hefteya 194. a lêgerîna edaletê ya ji bo “Tahîr Elçî” ku her hefte roja Înê li ber Dadgehê pêk tê de careke din tînin ziman ku; heta ku kiryarên Tahîr ELÇÎyî neyên dîtin û tiştê pêwîst neyê kirin em dê dev ji vî karî ber nedin. Em Rêzdar Tahîr ELÇÎyî careke din bi rêzdarî bibîr tînin.
Endamên çapemenî yên hêja;
Qeydkiriyên Baroya Mêrdînê Prz. Îbrahîm Dundar û Prz. Ozlem Dundar di dîroka 17.09.2019’yan de ji ber dosyeya dozê ya ku dişopînin ji hêla aliyên hember ve dûçarê êrîşa bi kêran, heqaret û gefxwarinê bûne. Dîsa roja 15’yê Îlona 2019’yan de hempîşeyê me yê endamê Baroya Bûrsayê Prz. Fesîh Demîr dema di trafîkê de diçûn ji hêla polêsên ku sepana trafîkê dikirin ve hatiye sekinandin, digel ku parêzerbûna xwe dahiye destnîşankirin jî pêkanîna kirariya lêgerînê hatiye xwestin, hewla zordahinê li hempîşeyê me hatiye kirin. hempîşeyê me yê ku kirayiya bêhiqûqî qebûl nekiriye dûçarê gef û heqaretan mahiye, ji erdê ve hatiye kaşkirin û bi zorê ew xistine hundirê maşîneya polêsan û hatiye binçavkirin. Digel ku hempîşeyên me yên ku dûçarê êrîşê bûne bi awayê ku bi mudaxileya tibî ya sivik derbas nebe birîndar bûne jî êrîşkar serbest hatine berdan.
Em dibînin ku ji pêçokehiya tundiyê ku di gelemperiya Welêt her ku diçe zêde dibe hempîşeyên me jî bi awayê ku em qebûl nekin bandorê dibînin. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku; parêzer ne aliyên dozan in. Ev êrîş ne tenê li hempîşeyên me, li pîşeya me û li hemû civata hiqûqê tên kirin. Dîsa di her du bûyeran de jî ji hêla merciyên darazê ve, êrîşkar hatine parastin. Hem êrîşên ku hatine jiyandin hem jî bêcezahiştina kiryaran, mebesta bêdengkirina meqama parastinê dihebîne. Digel ku dema Parêzer ji ber ku peywira xwe pêk tînin gef li wan bên xwendin, li gor xala 57. a Zagona Parêzeriyê û bi Rêzikên Havana xala 17. ji hêla meqamên rayedar ve dê bên parastin di bin ewlehiyê de hatine girtin jî, ji ber ku meqamên rayedar li gor pêwistiya peywira xwe kirariyên edlî bi awayekî kartêker nakin em dizanin ku dê ev êrîş bi dawî nebin.
Em van êrîşên ku arasteyî pîşeya me û hempîşeyên me dibin bi tundî şermezar dikin, mensûbên darazê vedixwînin ku di derbarê kiryarên êrîşê de pêwistiyên lêpirsîna kartêker û adil pêk bînin. Wek Baroya Amedê em ji raya giştî re bi rêzdarî radighînin û daxwaza derbasbûniyê ji hempîşeyên xwe yên ku dûçarê êrîşê bûne re dikin, em dê bi wan re di nav piştgiriyê de bin û ji bo êrîşkar bi awayekî herî giran bên cezakirin em dê şopdarê dozê bin. 20.09.2019


