Çalakiya Bibîrhanînê ya Hefteya 200emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ’yî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat…
Çalakiya bibîrhanîna ya hefteya 200emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ’yî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Di çalakiyê de serokê baroya me Prz. Cihan AYDIN wiha axivî; Mensûbên hêja yên çapemeniyê,…
Çalakiya bibîrhanîna ya hefteya 200emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİ’yî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Di çalakiyê de serokê baroya me Prz. Cihan AYDIN wiha axivî;
Mensûbên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz hûn bi xêr hatine.
Mehekê bi şûn de dê bibe çar sal ku serokê me yê hêja Tahir ELÇİ hatiye kuştin. Hefteya 200emîn a çalakiya me ye. 200 hefte ne, sê sal û yazdeh meh in ku li ber vê dadgehê, li salonên dadgehan, li her derê ji bo ku ev lêpirsîn bi keys bi rê ve bê birin, qesas werin dîtin û radestê darazê werin kirin di her platformê de bêyî ku bêzar bibin me daxwazên xwe gotin. Daxwaza me ya edaletê berdewam e û em ê dewam bikin. Sed heyf û mixabin hêj em bi hewldana xwe negihîştine tu encamê. Lê belê bêyî ku bêzar bibin em ê li gera xwe ya li edaletê dewam bikin. Vê polîtîkaya ceza nekirinê bi tenê ne ji bo vê dosyeyê ye, li Tirkiyeyê gelek lêpirsîn û bipeyketinên ku îdia ne dibe ku eleqeya xwe bi peywirdarên giştî hebe em pê dizanin ku ceza nehatiye dayîn. Me ev di gelek platforman de gotin û em ê bibêjin. Hem di vê bûyerê de hem jî di bûyera ku serokê me yê hat kuştin hem jî dosyeyên din ên bi polîtikayên ceza nekirinê bi encam bûne, daxwaza me ya li edaletê ya ji bo lêpirsînan wê ji aliyê Baroya Amedê û hevpîşeyên ku li pişta wê ne û bi baroyan tevan re dê her berdewam be.
Ji Baroya İzmirê jî gelek hevpîşe bi me re ne. Spas ji bo piştevanî û piştgirtina wan. Nêzîkê sal û nîv e ku rewşa awarte bi dawî bûye. Lê mixabin kirinên rewşa awarte berdewam in. Di der heqê meş û civînan de, di der heqê azadiya derbirînê, di mijara bi serê xwe bûn û alînegir bûna darazê de, di mijara tayîn kirina qeyûman de kirinên rewşa awarte berdewam in. Em rû bi rûyê kirinên rewşa awarte yên daîmî bûne ne. Rewşa awarte mîna ewrên reş û tarî û wek xeyaletekî li ser serê vê civakê digere û hê digere. Wek astengiyekê hatiyê danîn li ber demokratîk bûna civakê, bikaranîna azadiya derbirînê ya mirovan û anîna baweriyê bi meqama darizandinê. Em vî halî qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Tevî ku di ser hilbijartinên herêmî re 7 meh buhurîne qeyûm hatin tayîn kirin ji bo sêzdeh şaredariyan, gelek şaredar hatin girtin. Vê kirina nehûqî jî kirineke rewşa awarte ye. Bi hukmê biryarnameyeke di hukmê qanûnan de yê rewşa awarte ev kiriyarî tev tên pêk anîn. Rewşa awarte bi tenê li ser kaxiz rabûye lê hemû kirinên nehuqûqî, astengiyên li ber maf û azadiya bingehîn ranebûye. Ji wê boneyê em ê heval û hogirên xwe hewlê bidin ku van rojên reş derbas bikin. Bi van hest û hizran dawiyê li çalakiya me ya bibîrhanînê ya hefteya 200emîn tînim. Spas ji bo beşdar bûna we.


