Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 186. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî Bi Beşdariya Hempîşe û Mêvanên Me Pêk Hat…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 186. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINê ku di çalakiyê de axivî wiha got; Endamên çapemenî yên hêja,…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 186. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINê ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Endamên çapemenî yên hêja, hempîşeyên min ên delal;
Em bi mebesta daxwaza edaletê ya ji bo Tahîr ELÇÎyî di hefteya 186. de dîsa li ber Dadgeha Amedê ne. Me hefteya borî bi Baroyên Herêmê û Serokên 23 Baroyên ku ji bajarên cihê yên Tirkiyeyê hatibûn re, di dema nobeta edaletê de vê çalakiya xwe li Wanê pêk anî. Mixabin di wergiriya dosye û lêpirsînê de pêşveçûnek nû tune. Gelek tiştên ku bên gotin hene lê lêpirsîn wekî dest pê kiriye li cihê xwe mahiye. Digel hemû polîtîkayên bêcezakirin, tarîkirinê û bêhiqûqiyê em dê şopdariya vî karî bidomînin. Dê bi piştgiriya hempîşeyên me û Baroyan ev doza me ya edaletê heta dawî berdewam bike. Îro Serokê Baroya Îzmîrê Prz. Ozkan YUCEL, endamên hêja yên Baroya Îzmîrê û Parlamentera HDP ya Sêrtê û di heman demê de endama Baroya me Prz. Meral DANIŞ BEŞTAŞ din av me de ne. Tiştên ku ew jî bibêjin hene, ez dixwazim gotinê bidim wan.
Prz. Ozkan YUCEL/Serokê Baroya Îzmîrê;
Hempîşeyên min û endamên çapemenî yên hêja, dema hûn ji hêleke dinêrin di esasê xwe de demeke ku dê pir kin biajo lê bi hêleke xwe ve jî tam 186 hefte. Ji bo lêgerîn û dîtina edaletê demke dirêj a bi qasê ku hindik neyê dîtin e. Digel hewldanên pir bi nirx ên Baroya Amedê ku di vê hêlê de pêka anîne dozgerî hê jî dikaribûye bi qasê zerê derziyê pêş ve biçe. Di mijara tespîtkirina xaînan de hêna pşketinek nehat jiyandin. Me di destpêkê de gotibû ku em dê vê piştgiriyê berdewam bikin. Em pîşeyeke ku sînorên wê nînin bi cih tînin. Li kîja hêla welat dibe bila bibe dema hûn behsa pîşeya parêzertiyê bikin em ji komeke pîşeyê ku azadiyê, demokrasiyê, mafên mirovan, aştiyê dixwazin û di vê hêlê de hewl didin behs dikin. Xewna Serok Tahîr bû ku bikaribin digel hev û bi azadî bijîn. Em vê xewnê bi Serok Tahîrî re dijîn. Em dê ne vê xewnê bi tenê bihêlin ne jî xwe ji dû kujeran bidin alî. Heta ew werin dîtin û darizandin dê ev lêgerîn berdewam bike.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan Prz. Meral DANIŞ BEŞTAŞ;
Endamên çapemenî yên delal, hempîşeyên hêja;
Belê, di hefteya 186. de hê jî kiryar der neketin pêşberê darazê, nehatin derxistin. Me berê jî bi çendîn caran got, kujerên Tahîr ELÇÎ nayên lêgerîn. Ne ku kujerên Tahîr ELÇÎyî nayên zanîn, kujerên ku li Serokê Baroya me dahine qethiyen tên zanîn. Nezanîna wan rewşeke ku nikare têkeve aqil, wijdan, siyaset, hiqûq û tu etîkê ye. Me çendîn caran got, li ber kamera û erebeyên weşana zindî li navenda Amedê Serokê Baroyekî tê kuştin û ji heqareta li Serokkomar mirov di nav saetek de di bin çavan de tên girtin, ji bo ku medyaya civakî de teeetek avêtiye di nav heman rojê de bi sedan kes tên darizandin qefaltina kujerek 186 hefte berdewam nake. Nêrîna me ev e; ez wek endama vê Baroyê dixwazim têkoşîna bêcezatî ya Tahîr ELÇÎ cardin pêşkêşî bala raya giştî bikim. Me vê têkoşîna bi bêcezatiyê re bi wî re meşand, ji bo dosyeya wî jî em dê heta kêliya ku nefesê bigrin jî qethiyen bidomînin. Ez bangî desthilatî û darazê dikim; ji kerema xwe re van kujeran zêdetir veneşêrin, van kujerên ku nasnameya wan tê zanîn derxînin pêşberê darazê û bi darizandinek adil em tev bi hev re kirtikek li vê polîtîkaya bêcezatiyê bidin. Ez dixwazim bidim bibîrxistin ku di derengîxistinê de hiştina doza serokê Baroyekî, mirovekî hiqûqê ya bi vî şeklî ne gengaz e û dê bi deh hezaran parêzer dev ji şopdariya wê ber nedin û divê Enqere di vê mijarê de gaveke zûdir telîmatên xwe yên li ser darazê vekişînin, darazê rehet bihêlin û ji dû wê veqetin.


