Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 201. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 201. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Endamê Lijneya Rêveberî yê Baroya me Prz. Tevfîk KARAHANê ku di çalakiyê de axivî wiha got;…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 201. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Endamê Lijneya Rêveberî yê Baroya me Prz. Tevfîk KARAHANê ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Endamên çapemenî yên hêja, hempîşeyên min ên delal hûn bi xêr hatin.
Ji bo dîtina kujerên Serokê Baroya me Tahîr ELÇIyî, tespîtkirina hêzên pişt wan û derxistina wan a pêşberê darazê û hesabdahina wan 201 hefte ne em di heman saetê de li ber Dadgeha Amedê dicivin. Digel ku dizanin û hema bibêje pêbawerin ku dê tiştek nû nebihîsin jî, ji we endamên çapemeniyê re ku di vê lêgerîna me ya edaletê de me bi tenê nahêlin re, ji bo hûn hêzê didin me, deng didin dengê me û ji raya giştî re didin ragihandin bi taybetî ez dixwazim spasiyên xwe ji we re bibêjim.
Tahîr ELÇÎ ew yek e ku di dema binpêkirinên mafê mirov ên giran de li gel mexdûran bûye, hewl dahiye heq û hîqûqa wan heta dawiyê biparêze, bûye hedefa rêxistinên sûc ku bi personelên gelemperî re raste rast an jî bi awayek ne yekser îrtibata wan heye, ketiye bin çavan, hatiye girtin, digel îşkence û pêkutiyên cidî ji rastiya xwe şaş nebûye, herî dawî wek serokê Baroya Amedê dema hewl dida heta kêliyên dawî yên jiyana xwe xwezayê, dîrokê, mirovahiyê biparêze hatiye qetilkirin.
Hîndîk mahiye sala 4. a vê kuştina ku li pêş kamereyan pêk hat di paş de bimîne. Em meşandina amadehiya çalakiyên hefteya bîranînê bi weqfa Tahîr ELÇÎ re hevpar berdewam dikin. dema bernameya teqez were daxuyandin em dê bi weqfê re bi navbeynkariya we ji raya giştî re ragihînin. Ez dixwazim 2 dabaşên ku di vê wergiriyê de teqez bûne ragihînim. Roja 28’ê Mijdarê saet di 10’an de em dê ji ber Dadgehê ber bi minareya 4 ling ve meşeke bi cibeyê pêk bînin. Em beşdariya hemû parêzer û parêzvanên mafên mirovan pêwîst dibînin. Dabaşa duyemîn jî di 29’ê Mijdarê de dê NOBEDARIYA EDALETÊ ku Baroya me jî bi awayekî sererast piştgiriyê dide pê û li hemû welêt berbelav bûye dê li Amedê were girtin. Em hemû baroyan vedixwînin ji bo hêzê bidin vê nobedariyê. Sedema parvekirina niha ya van dabaşan ji bo di hatina hempîşeyên me yên ku bi armanca piştgiriyê ji derve bên di eyarkirina veguhastin û warlêdanînê de xwediyê maweyeke kafî bin.
Ji bo em ji rêya ku Tahîr ELÇÎyî di qada hiqûqa gerdûnî de ve kiriye de bêhtir pêş ve gavan biavêjin, divê em xebatên wî wek parêzeran bidin meşandin û têkoşîna wî bilind bikin. Ez wî bi rêzdarî, bi bêrîkirin, bi rehmet bibîr tînim. Ji bo beşdariya we cardin spas dikim.


