Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 206. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat
Çalakiya bîranînê ya hefteya 206. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. . Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydinê ku di çalakiyê de axivî wiha got; Hempîşeyên min ên delal, hûn…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 206. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. . Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydinê ku di çalakiyê de axivî wiha got;
Hempîşeyên min ên delal, hûn bi xêr hatin çalakiya bîranînê ya hefteya 206. a Kursiya Mafên Mirovan a edalet ji bo Tahîr ELÇÎ.
Ji ser kuştinê bi pênc sal derbas bû. Beriya mehek di 28’ê Mijdarê de me daxwazên xwe, hemû nirxandinên çar salan bi tevahî ji raya giştî re pêşkêş kir. Me bêdengiya rayedaran, meqamên lêpirsînê û îdareyê ya di vê mijarê de bi tevahî bêdengayiya wan a hember vê dozê ji raya giştî re pêşkêş kiribû. Em dê her hefteyê bê ku bikerixin û biqutifin heta kiryar werin dîtin vê bidomînin. Heta ku edalet pêk were em dê vê têkoşîna xwe bi dostên xwe û hevalên xwe re berdewam bikin. Hefteya ku em têde ne hefteya mafên mirovan e, mixabin meseleya Mafên Mirovan ku li welêt herî zêde pêdiv pê heye her ku diçe tabloyeke xerab dixêzîne, kronîkbûniyê didomîne. Îro li Enqereyê dozeke gelek pêwîst hat dîtin. Raya giştî wek Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê pê hisiya lê di esasê xwe de di sala 1996’an de li navçeya Sûsûrlûkê di encama lêketina dewletê ya li kamyoneke de belgeyên gelek pêwîst ku têkiliyên dewlet-siyaset û mafyayê nîşan didan derketin holê. Serokwezîrê wê demê Lijneya Venêrîn a Dewletê vexwend peywirê û ji bo amadekirina raporek li ser belgeyên ku di derbarê qezaya Sûsûrlûkê de derketine holê peywirdarek gelemperî da peywirdarkirin. Di rapora ku hat amadekirin de rabirdûyek qirêj ku dewlet, siyaset û mafya têkilî bûne der ket holê. Li ser vê rabirdûyê dozek hat vekirin û îro danişîna ku li Enqereyê hat dîtin mixabin ku wekî em hînbûyî ne bi beraetê bi dawî bû. Doza ku di derbarê 17 peywirdarên gelemperî de ku ji mirina 19 kesên ku di nav wan de hempîşeyên me yên wek Medet Serhad, Faîk Candan û Yûsûf Ekîncî jî hene berpirsiyar tên dîtin hatibû vekirin bi beraetê bi encam bû. Em bicihanîna meseleya hevrûbûna bi rabirdûyê re dîsa di her platformê de bi heman biryardariyê berdewam dikin. Dibe ku ev biryara dadgehê bi beraetê bi dawî bibe. Dibe ku ev di hêla Hiqûqa Tirkiyeyê de wateyek jî îfade bike lê meseleya înfazên bêdaraz ên ji rêya kin ev windakirinên bi zorê, hiqûqa navneteweyî wek sûca hember mirovahiyê pênase dike. Demboriya van sûcan di hiqûqa navneteweyî de nîne. Dibe ku hiqûqa Tirkiyeyê di vê mijarê de demborînê derpêş bike lê ez dixwazim bibîr bixînim ku dema hiqûqa navneteweyî bi Xala 90. a Makezagonê re were nirxandin dibe ku di rojên pêş de ev dosye cardin bibe mijareke lêpirsîn/taqîbatê. Ev doz ji hêla serokê me Tahîr ELÇÎ û komîsyonên Baroya Amedê ve bi israr hat şopandin, dê ji vir û pê ve jî şopandina wê were berdewamkirin. Her çiqas ev dosye bi biryareke beraetê wek hatibe girtin xuya bike jî di wijdana civakê de ev dosye dê her wext vekirî be. Heta ku bi van sûcan re hevrû bin, heta ku kiryar werin tespîtkirin û li pêşber darazê werin derxistin dê di wijdana civakê de wek sûcdar bimînîn, em dê jî lêgerîna xwe ya li sûcdaran berdewam bikin.


