Cenazeya Ku Bi Rêya Postayê Hatiye Şandin
Em jî nûçeyên ku ketine çapemeniyê hîn bûne ku endamê rêxistinê Egîd Îpekê ku di sala 2017’yan de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dahiye di encama testa DNA’yê de ku bi mebesta tespîtkirina nasnameya wî ji saziya tiba…
Em jî nûçeyên ku ketine çapemeniyê hîn bûne ku endamê rêxistinê Egîd Îpekê ku di sala 2017’yan de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dahiye di encama testa DNA’yê de ku bi mebesta tespîtkirina nasnameya wî ji saziya tiba edlî re hatibû şandin tespîta nasnameya wî hatiye kirin. Piştî tespîtkirina nasnameyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê, cenazeya ku ji Saziya Tiba Edlî hatiye bi rêya kargoya PTT’ê ji malbata wî ya ku li Amedê dijî re şandiye.
Beriya ku bimirin sûcê wan çi dibe bila bibe, ji malbatê re di nav paketê de şandina cenazeyê sepaneke ku ne li gor nirxa mirovahiyê ye, rêzikên hiqûqa gerdûnî binpê dike, rewşeke ku hiqûqa şer bi xwe jî nikare qebûl bike û zerarê dide hesta wijdan û edaletê. Ev rewşa ku hiqûqê, wijdanê û di heman demê de qedexeya muemeleya dermirovî ku di xala 3. a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de hatiye sererastkirin binpê dike dema bi destê Serdozgeriyeke Komarê ku parçeyek ji mekanîzmaya edaletê ye hatibe kirin pêbaweriya edaletê ya civakê bi erdê re yek kiriye.
Ger em zerara ku pêkanîna vê bûyera nemirovî dahiye dewleta hiqûq û demokrasiyê bidin hêlekî jî; divê di derbarê kesên ku bûne sedema vê rewşê de bê ku dem were wendakirin kirariya edlî û îdarî were destpêkirin.
Em wek Baroya Amedê di rêya têkoşîna ku me ji bo bipêşketin û parastina demokrasî û serdestiya hiqûqê dahiye de vê bûyera nemirovî ku pêk hatiye şermezar dikin û daxwaz dikin ku di derbarê kesên ku bûne sebeb de kirariyên edlî û îdarî ku pêwist in werin destpêkirin.
Em ji raya giştî re bi rêzdarî radighînin.


