Danişîna Hempîşeya Me Prz. Zeycan BALCIya Ku Dûçarê Îşkenceya Polîs Bû Pêk Hat
Sekreterê me yê Giştî yê Baroyê Prz. Omer Şeran, Hesabdarê me yê Baroyê Prz. Muhlîs Ogûrgul û endama Navenda Mafên Jinan a Baroya me Prz Merve Nûr Dogan beşdarê danişîna îro ya doza ku ji ber şikîna newqa endama Baroya…
Sekreterê me yê Giştî yê Baroyê Prz. Omer Şeran, Hesabdarê me yê Baroyê Prz. Muhlîs Ogûrgul û endama Navenda Mafên Jinan a Baroya me Prz Merve Nûr Dogan beşdarê danişîna îro ya doza ku ji ber şikîna newqa endama Baroya Stenbolê Prz. Zeycan Balciyê ku di encama fiîlî îşkence ya hêzên zebtî de pêk hatibû di derbarê karmendê polîs de di Dadgeha Ceza ya Asliye 22. A Stenbolê de hatibû vekirin bûn. Daxwaza me ya di hêla mudaxîlbûna ku me li ser navê Navenda xwe ya Mafên Jinan û Seroktiya me ya Baroyê de kiribû ji hêla dadgehê ve hatiye redkirin. Em ji raya giştî re bi rêzdarî radighînin ku em dê ligel Baroya Stenbolê û hempîşeya xwe ya ku di encama fiîlên hêzên zebtî ku veguherîne îşkenceyê birîndar bûye bin û pêvajoyê bişopînin.


