Daxuyaniya Bi Hevparî Di Der Heqê Sala 8emîn a Qetilama Roboskiyê de
Kedkarên hêja yên çapemeniyê; 8 sal buhurîn di ser komkujiya Roboskiyê re. Îro tevî Rêxistinên Civakî yên Sivîl û kesên parastina mafê mirovan dikin ji bo bibîranîn û pirsîna hesabê 34 sivîlên bê guneh ên ku di Qetilama…
Kedkarên hêja yên çapemeniyê;
8 sal buhurîn di ser komkujiya Roboskiyê re. Îro tevî Rêxistinên Civakî yên Sivîl û kesên parastina mafê mirovan dikin ji bo bibîranîn û pirsîna hesabê 34 sivîlên bê guneh ên ku di Qetilama Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan û da ku diyar bikin ku em her li bal Dayikên Roboskiyî ne li vir in.
28ê Berfanbara 2011an saet di navbira neh û sih û çar deqîqeyî û deh û bîst û çar deqîqeyî de teyarê şer ên bi ser Fermandariya Hezên Hewayî ve bombe barandin ser sivîlên ji sînorê Îraqê derbasê yê Tirkiyeyê dibûn. Di qetilama pêk hat de 17 jê zarok bi tevahî 34 sivîlan canê xwe ji dest da.
Dîmenên dortira rojê yên qetilamê ku malbatan perçeyên bêcan ên bedenên merivên xwe li ser pişta hêştiran li betaniyeyan pêçayî ji cihê bûyerê hilgirt hêj teze ne. Neçûne ji bîra me. Li gundê gundê Roboskiyê yê li ser sînorê Tirkiye û Îraqê, hêştirên ku heta roja qetilamê di qaçaxçîtiyê de dihatin bikaranîn, di rojên dawî yên sala 2011an de hêştiran ev car li şûna alav û amûran cendekên mirovan hilgirt.
Ji roja qetilamê heta niha zext û pêkûtiya li ser Roboskîyiyan bênavbir domiya. Li vê herêma Roboskîyîyên her carê daxwaza wan a xwe gihandina edaletê rastî zilmê tê, 8 sal in ku ji ber operasyonên leşkerî bombe kirina herêmê ya hêzên ewlehiyê her berdewam e. Ji ber bombe kirinê qadên jînê yê ji derveyê gund ê şêniyên Roboskiyê bi awayekî cidî hat sînordar kirin. Her wiha ji ber qedexe kirina zozanên li Roboskî û herêmê hêremên hatin ragihandin ku herêmên taybet ên ewlehiyê ne zirarên mezin ên ekonomîk da gundiyan. Li merivên di qetilama Roboskiyê de hatin kuştin de dozên bi neheqî û nehuqûqî hatin kirin. Ji berdevkên gelê Roboskiyê yek jê Velî Encu ji ber dozeke wiha girtî ye.
Kedkarên hêja yên çapemeniyê;
Di ser kuştina 34 sivîlan li Roboskiyê 8 sal buhurîn. Di vê demê de di der heqê qetilamê de hin demajoyên huqûqî û siyasî qewimîn. Di der heqê qetilamê de dest bi lêpirsînê hat kirin, dosyeya lêpirsînê ji dozgeriya leşkerî hat bi rê kirin, serperişt hatin erkdar kirin, encumenî hatin ava kirin û mixabin di dosyeyê bi vî cureyî de wek ku em her demê dibin şahid ser rastiyê hat nixamtin û biryar hat dayîn ku ne hewce ye bide pey. Ji lewma malbatên Roboskiyî, 18ê tîrmeha 2014an serî li Dadgehan Bingehîn xist. Serlêdana ku çû ber dadgeha mezin ji ber kêmasiya rêbazê hat red kirin.
Ji ber qedîna rêyên huqûqî yên navxweyî merivên kuştiyên di qetilamê de doz birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Dadgehê jî bi heman boneyan reda serîlêdanê da. Biryarên dana pişta xwe ji bo huqûq û edaletê ya mekanîzmayên darizandinê yên neteweyî û navneteweyî ji êşa merivên mexdûr ên kuştiyan zêdetir.
Xebatkarên hêja yên çapemeniyê;
Ev erdnîgarî ya êşên dawî lê nayê, ya wendayan, mirinan, cinayetên kiryar nediyaran e. Sînorê çêkirî, israr kirina di polîtîkayên şerwarî de, reva ji rû bi rû bûna rêgezên demokrasiyê û raseriya huqûqê bûye sedema qewimîna karesat û êşên mezin. Dersim, Zîlan, 33 Gule û gelekên din. Sed heyf û mixabin çarenûsa Roboskiyê û van qetilaman yek e, di temamê van qetilaman de li ber rastî û kiryaran dîwarekî zexm ê kerr hatiye lê kirin.
Her wiha di şer û pevçûnên giran ên di salên 90î de qewimîn li herêma me ji aliyê hêzên paramîlîter ên hêzên dewletê çavên xwe ji wan re girtiye ya jî wek ku nedîtibe kiriye bê hed û hesab mirov di nezaretan de hatin wenda kirin, di encama cinayetên kiryar nediyar de hatin kuştin.
Em dixwazin dupat bikin ku ev êş û qetilamên em şahidiya wan dikin, ji ber polîtîkayên mîlîtarîst ên ji fikra aştiyê dûrbûyî ne. Li şêniyên Roboskiyê yên li vî kujeyê dûr ê Tirkiyeyê ku ji mafên bingehîn ên wek tendurustî, perwerdehî û mafê xebitînê bêpar in mafê jînê jî pir hatiye dîtin.
Amrazên Bê Mirov hedef nîşan daye û bi teyareyên şer ên mirov tê de hene qetilam hatiye kirin. Ji aliyê van makîneyên şer ên xwedanê teknolojiya bipêşveçûyî ve bombe kirina welatiyên xwe, di nezera me yên parastina mafê mirovan dikin awayekî din kuştina bêyî darizandin e.
Em ên parastina mafî dikin, em dixwazin cardin balê bidin ser rol û ristê rastiyê yê rastiyê û dibêjin ne pêkan e ku mirov ji raboriya veşartî ya ji sala 1915an heta niha berdewam e bireve. Helbet wê rojekê mirov rû bi rû bibe. Rastî bi tenê ne mexdûran lê belê civakê jî baş û demokratîk dike. Sûdeke girîng a wê heye ji ava kirina dahatûyeke bi ewlehî. Di vê çarçoveyê de ji ber ku salvegera 8emîn a Qetilama Roboskiyê ye em cardin bi aşkerehî bangê dikin li dewlet û desthilata siyasî;
- Daxwaza me ew e ku rastiya di bûyera qetilama Roboskiyê derkeve meydanê, kiryar werin tesbît kirin û bên darizandin û dev ji polîtîkaya ceza nekirinê ya sûcdarên sûcên bi vî rengî bê berdan.
- Divê dev ji polîtîkayên bi tenê yên ji bo ewlehiyê ku dibin sedema qetilamên bi vî awayî bê berdan, şansekî din bê dayîn ji bo aşitiyê.
- Em ê heta hemû berpirsiyarên ferman dane ji bo vê qetilama ku ji bîra me naçe û yên qetilam kirine bên tesbît kirin li tekoşîna xwe dewam bikin.
Em ê Roboskiyê ji bîra xwe nekin û nehêlin were jibîrkirin.
Baroya Amedê
Odeya Bijîşkan a Amedê
Şaxê Komala Înîsiyatifa Heq a ;Amedê
Şaxê Komala Mafê Mirovan a Amedê
Nimînendehiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê
Komala Huqûqvanên Azadîxwaz
Nimînendehiya Amedê ya Herêmê ya DİSKê
Şaxên Amedê yên KESKê
Pêvgirêdaniya Amedê ya TMMOBê
Odeya Diransazan a Amedê
Şaxê Komala Şarezayên Xizmeta Civakî yê Amedê
Înîsiyatîfa Giyannasan Mezopotamya


