Daxuyaniya Çapemenî Ya Hevpara A Di Derbarê Pêşnûmaya Zagona Înfazê De
Şewba COVÎD19 ku li hemû cîhanê belav bûye li Tirkiyeyê jî bi lez belav dibe. Li Tirkiyeyê di vê şewbê de heta niha 27 hezar û 69 kesan şewbê ketine, 574 mirovan jiyana xwe ji dest dahine. Helbet ev hejmarên fermî ne ku…
Şewba COVÎD19 ku li hemû cîhanê belav bûye li Tirkiyeyê jî bi lez belav dibe. Li Tirkiyeyê di vê şewbê de heta niha 27 hezar û 69 kesan şewbê ketine, 574 mirovan jiyana xwe ji dest dahine. Helbet ev hejmarên fermî ne ku ji raya giştî re hatine daxuyandin, herwiha di vê hêlê de ya ku diyarker e hejmara testê yje.
Dermanek/perpûneke ku vîrusê tedawî dike hêna nehatiye dîtin. Hemû tedbîr li ser rêbazên parastinê tên pêkanîn. Di serî de mesafeya civakî, hêzdarkirin, hîjyen û hêzdarkirina pergala bexşangê tê pêşniyarkirin.
Dema ji hêla daneyên heyî li girtîgehan bê nêrîn, tê zanîn nêzê 300 hezar girtî/cezaxwarî hene, girtî û cezaxwarî ji pêdiviyên bingehîn ên wek hîjyen û xwedîbûna bitendurist jî bêpar in, gihandina wan a hekîmek carna mehan dibîne. Girtîgeh ji ber avadaniya xwe rojê nabînin. Hewadarkirin û qadên ku bi komelî tên bikaranîn têrê nakin, beşên qada şexsî (qawîş) jî heta jê bê cihên qelebalix û girtî ne. Ji ber xwedîbûna nebes û bêteraz pergala bexşanga girtî û cezaxwariyan jî gelek lawaz e.
Li gelek welatan ku ev şewbe hatiye dîtin hikûmatan, li girtîgehan berdanên BÊCUDAYÎ dahine destpêkirin. Lewre Komîteya Astengkirina Îşkence ya Ewropayê (CPT) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY' ê di mijara "ji bo kêmkirina hejmara mirovên li girtîgehan bi lezgînî ketina nav hewldanê" de bang li dewletên endam kir û wiha da zanîn; "hükûmet divê niha, ji her demê zêdetir, mehkûmên siyasî û her kesên ku tenê ji bo ku rexne an jî nêrînên muxalif îfade kirine bê ku bingehek zagonî hebe hatine hepiskirin serbest berdin". Digel van daxwaz û tewsiyeyan jî li welatê me di xebata ku desthilatiyê dahiye destpêkirin de tê xwestin girtî û cezaxwariyên siyasî derveyî wê werin hiştin. Ev kesên ku wek sûcdarên terorê hatine kategorîzekirin; ji kesên wek; rojnameger, akademîsyen, parlamenter, hevserokên şaredariyan, hiqûqnas, sendîkavan, xwendekar bi kinasî ji kesên muxalif ku ji ber fikrên xwe hatine girtin pêk tên. Ango, mexdûrbûyîna "sûcdarê/a terorê" li hêlek bihêle, mexdûrên sepandina hişk û bihêl ên Zagona Têkoşîna Bi Terorê Re ne ku dijberê krîterên hiqûqa navneteweyî ye.
Digel ku em li derve xwediyê hemû derfetan in jî em bi vê şewbê re naçin serî, bendemana parastina girtî û cezaxwariyên ku di mercên zehmet û zêfandar de dimînin ne pêkan e. Ji bilî vê divê bi bîr were ku venêrîna hundir a girtîgehan ji hêla karmendên parastin înfazê ku rojê sê vardîya dixebitin û jiyana xwe ya rojane dimeşînin ve tê bicihanîn û di rewşa pêkhatina şewbeyek de dê rê li ber trajediyek mezin ve bike.
Em kesên ku îmzeya wan li jêr heye; daxwaz dikin ku di serî de girtiyên/cezaxwariyên nexweş, zarok û jin werin berdan, li gor rêgeza wekheviyê ya li ber zagonê di zagona înfazê de wekhevî were dabînkirin û cezaxwariyên girtî jî ji sererastkirina heyî de bên wergirtin. Hêna bi awayekî fermî nehatibe rastandin jî hinek agahî hene ku li girtîgehan vîrus pozîtîf der ketiye. Ev rewş tirsnak e. Ev gotegot xizm û malbata girtî û cezaxwariyên ku hejmara wan dighîje 300.000'î jî bi awayekî cidî bi fikar dike.
Em bi bîr dixînin ku ewlehiya canê 300 hezar hemwelatiyên ku li girtîgehan in di bin berpirsiyariya dewletê de ye; li gor rêgeza wekheviyê ku bi Makezagon û zagonan di bin ewlehiyê de hatine girtin em dixwazin û daxwaz dikin ku bê ku di zagona înfazê de cudakarî were kirin, li ber zagonê wekhevî=di înfazê de wekhevî were dabînkirin
Platforma Şaxa KESK'ê ya Amedê
Koordînasyona Bajêr a TMMOB ya Amedê
Baroya Amedê
Nûnertiya Herêmê ya DÎSK a Amedê
Odeya Hekîmên Diranan a Amedê
Nûnertiya Însiyatîfa Maf a Amedê
Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamya ya Amedê
Şaxa SHUDER ya Amedê
Odeya Tebîban a Amedê
Nûnertiya TÎHV a Amedê
Şaxa ÎHD ya Amedê


